Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 290[8]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Belgeya 2. Lîste [Qurbaniyên Tevgera Kurdistan û Azerbaycanê]Demokratên navdar ku di dema tepisandina Tevgera Demokratîk a Azerbaycana Îranê de li ber çavên gel hatine gulebarankirin an jî hatine dardekirin.Qazî Mihemed - Serokê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistanê.
[Heme Husên Xan] Seyfî Qazî - Jeneralê Artêşa Gel a Kurd.
[Ebulqasim] Sedrî Qazî - nunerê Meclîsê û kesayetiyeke civakî ya Kurdistanê.
Kebîrî [Mîrza Rebî] - Jeneralê Artêşa Gel a [Azerbaycanê].
Ezîmî [Ebulqasim] - Jeneralê Artêşa Gel a [Azerbaycanê].
Qulî Subhî [Nûrî] - Serhengê Artêşa Gel a [Azerbaycanê].
Fereydûn Îbrahîmî - Dadstanê Azerbaycana Îranê.
Azerabadegan Mustefayif Xelîl / Xelîl – Dayî - Fermandarê Erdebîlê.
Yekanî Mîrza Nûrulla /Xoyî/ - Birêveberê Rêxistina Hizbê li Xoyê.
Ehmedî Ebdulhusên /Maku/ - Birêveberê Rêxistina Hizbê li Maku.
Azad Weten [Mihemed Emîn] /Rizaye/ - Serokê Komîteya Eyaletî.
Mezloomî Şahmar - Serokê Komîteya Nîrê.
Teqî Zade Dadaş - Yek ji birêveberên Komîteya Merexayê.
Husên Burqanî - Serokê Komîteya Herêma Merendê.
Xelîl Azer - Serokê Desteya 'Fîdayî' [Azerbaycanê].
Belgeya 3. Nameya Rehmîm Sultanyan ji bo Pêşewayê Azadiya Cîhanê Wergera ji Farisî [bo Rûsî]
Rehmîm Sultanyan
Bajarê Mehabadê
Pêşewayê Azadiya Cîhanê
Bi rêzdarîyeke kûr.Ji bo agahdarkirina we, ez agahîyên derbarê rewşa niha ya Kurdistana Îranê pêşkêş dikim.
Heta niha, bi hevkariya bêdawî ya hevalan û bi hêviya serkeftina dahatûya me, ez ji bo rizgarkirina gelê Kurd têkoşîn dikim.
Ez di wê baweriyê de me ku Yekîtîya Sovyetê parêzvanê hemû gelên biçûk ên cîhanê ye û di têkoşîna ji bo azadî û serxwebûnê de piştgirîya wan dike.
Digel agahdarkirina we derbarê rewşa me, ku bi rêya nûnerên we gelek caran hatiye agahdarkirin, û bi navê azadiyê, em ji we daxwaz dikin ku alîkariya pêwîst ji gelêkî re bikin ku di bin zordestîya tund a dagirkeran de ye û ji bo rizgarbûna ji koletîya emperyalîzmê têkoşîn dike, û em bawer in ku ev daxwazîya me ji aliyê we ve tê qebûlkirin.
Hûn rêberê azadî, dadperwerî, pêşewa û mamostayê hemû gelên azadîxwaz û gelê me ne.
Hûn agahdar in û ji me baştir dizanin, di serdemekê de ku emperyalîzma Amerîka û dewletên din karên xwe yên tije û berfireh di navbera eşîran de dimeşînin, çawa alîkarî divê ji gelêkî re bê kirin ku ji bo rizgariya xwe têkoşîn dike.
Di vê derbarê de, em ji we daxwaz dikin ku van alîkariyên jêrîn ji me re dabîn bikin:Alîkariya darayî ji bo ku em bikaribin di bin serkirdatiya we de têkoşîna xwe bidomînin.
Rêberîkirina hûr û bi qasî pêwîst nêzîk.
Alîkariya siyasî.
Eger daxwaza çalakiya siyasî, damezrandina desteyên partîzanî û pêşxistina tevgerek şoreşgerî ji me bê kirin, ev yek bi berçavgirtina rewşa me ya navxweyî di vê demê de, helwesta erdnîgarî ya Kurdistanê û gavên ku hikûmeta Îranê digire, herwiha rewşa navneteweyî ku hêjayî balê ye, divê bi lez alîkariya me bê kirin.
Bêguman, me heta niha nûnerên we ji rewş û niyeta xwe agahdar kirine.
Em li pey wan armancan in ku Yekîtîya Sovyetê cîh girtiye. Em hewil didin ji bo rizgarkirina gelê Kurd ji zordariyê, em dixwazin bi dostaniya bi Yekîtîya Sovyetê re dilsoz bin û canê xwe ji bo Stalînê mezin bikin qurban.
Biji Yekîtîya Sovyetê!
Biji Generalîsîmus Stalîn!
Bêguman hûn ji rewşa berê û niha ya hevalên me agahdar in, ku hin ji wan hatine dûrxistin, hin hatine girtin û hin jî neçar man ku wan cihan biterikînin. Wekî ku hûn bi xwe dizanin, rewşek bêserûber û rejîmeke wisa ji bo me hatiye afirandin.
Em ji we daxwaz dikin ku fermana rizgarkirina me bidin û zelal bikin ka divê em çi bikin û hûn heta çi astê dikarin alîkariya me bikin.[Îmza nayê xwendin]
22/02/1950
Piştrastkirî: Cîgirê Serokê Îdareya Yekemîn a Wezareta Ewlekariya Dewleta Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Azerbaycanê Serheng/Nazerlî/
Îmza Rehmîm Sultanyan
Dîrok: 4-12-1328 (23ê Sibata 1950)
Mehabad
didome…
Rehim Soltanyanin Mektubu
Rehim Soltanyan
1923.11.16 --- 1994.07.20
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
23 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
16 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
9 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
2 tebaxê
Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê
26 tîrmehê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
19 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (282)
12 tîrmehê