Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 9 Tebax 2025 - 00:24

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 286[4]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Tevî vê yekê jî, dîsa Ehmed Tofîq di payîza sala 1960’an de bi armanca avakirina têkiliyan bi (Partiya Komûnîst a Şovyetê) re nameyek bi îmzeya Ehmed Tofîq û navê xwestî “Zagros” ber bi Komîteya Navendî ya wê partiyê şandiye, ku ev wergera Kurmancî ya teksta wê ya Farsî ye:
Hevalên delal ên Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetê,

Piştî pêşkêşkirina silavên hevalane. Baştirîn pîrozbahî ji Komîteya Navendî ya Hîzba Dêmokrata Kurdistanê bi boneya cejna mezin a Şoreşa Oktobrê, serfesleya nû û nûjen a jiyana kedkarên cîhanê, serkeftina hêz û mezinahiya Şoreşvan li ser sazûmanên qirêj ên qeyserî û bûrjûwaziyê, ji we re û bi rêya we re ji hemû neteweyên Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst re pêşkêş dikim. Neteweya Kurd, ku neteweyek pir bindest û bêpar e, pir baş mezinahî û girîngiya Şoreşa Mezin a Oktobrê û azadî û rizgariya neteweyên qehreman ên Sovyetê hîs dike. Bi vê boneyê, ez pêwîst dibînim ku şadî û bextewariya neteweya Kurd li Kurdistana Îranê, bi taybetî endamên Hîzba Dêmokrata Kurdistanê, bi boneya hatina cejna mezin a Şoreşa Oktobrê derbixim û pêşkêşî we bikim. Em şad in ku rêberê têkoşîna neteweya Kurd, heval Mistefa Barzanî, bi navê neteweya Kurd di cejna mezin a neteweyên Sovyetê de beşdar dibe.
Pîroz be cejna Şoreşa Mezin a Oktobrê
Serkeve Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst, keleha bihêz û nehilweşiyayî.
Silavên neteweya Kurd ji neteweyên Sovyetê yên dostê hemû neteweyan re.

Bijî aştiya domdar. Dîsa pîrozbahî û rêz.

Ji aliyê Komîteya Navendî ya Hîzba Dêmokrata Kurdistanê ve.
Ebdulah Îshaqî “Zagros”
S 91/ 1960/11/1
[Belgeya jimare 16]
Nameya Abdullah Îshaqî "Ehmed Tofîq"

"Dostên hêja, Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.

Bi vê minasebetê em silavên xwe yên hevalane pêşkêş dikin.

Piştî nameya me ya berê ku bi rêya hevalên we li vir  derbarê gera desteya nûneratiya partiya me bo Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst hate pêşkêşkirin, em ronîkirina çend xalan pêwîst dibînin.  A - Endamên desteya nûneratiyê piştî şêwirdariyê wiha ne:
Qasim Sultanîyan li Iraqê bi navê (Kemal Ehmed) tê nasîn. 

Silêman Muînî. 

Abdullah Îshaqî li Iraqê bi navê (Ehmed Tofîq) tê nasîn.

Daxwaza me ew e ku di rewşa cîbicîbûnê de, vîze bi van navên jorîn bêne dayîn.

B - Em pir baş û wekî fersendekê dibînin ku amadekirina gera desteya partiyê bikeve wê demê ku Mistefa Barzanî rêber li Yekîtiya Sovyetê be.

P – Bi sedema kêmasiya darayî ya zêde ya partiyê, ji bo vê gerê em herî kêm hewcedarî hin alîkariya darayî ne.
Bi silav û rêz,

Komîteya Navendî ya Hîzba Dêmokrata Kurdistanê.

Abdullah Îshaqî "Zagros" 1960/11/1 / 91 s [Belgeya jimare 17]
[Kerîm Hîsamî r. 147 – 145]

Mixabin redkirina daxwaza Ehmed Tofîq û Komîteya Navendî ya Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê [li Iraqê] ji aliyê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê ve û nebûna girîngîdan bi hewldanên Ehmed Tofîq bi rêya Rehîm Qazî û Mela Mistefa Barzanî, rê li ber beşdarbûna Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê di pêvajoya damezrandina partiyeke yekgirtî ya karkerî ya Marksîstî li Îranê girt.

Wisa xuya ye ku helwestên Yekîtiya Sovyetê bi rêberiya Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê re, di dûrxistina nemir Ehmed Tofîq ji Partiya Tûde ya Îranê, Yekîtiya Sovyetê û baskê çep ê dêmokratan de roleke diyarker lîstiye. Rêberiya Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ku di daxuyaniyekê de bi minasebeta "25’ê Gelawêjê, roja vegerandina temenê çardehsalî yê Hîzba Dêmokrata Kurdistanê, di Gelawêja 1338/1959’an de behsa xebata hevbeş bi neteweyên Faris û Azerbaycanî kiribû û ji bo bihêzbûna hêzên şoreşger û neteweyî yên neteweyên Îranê di rêya bereyeke yekgirtî ya dijî kolonyalîzmê de, dirûşmên “Bijî Partiya Tûde ya Îranê” û “Bijî Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê” [50 – 45 Yasîn Serdêştî] dabû, ji ber sariya dil ji Yekîtiya Sovyetê û Partiya Tûde ya Îranê hêdî hêdî û paşê bi temamî di kongreya xwe ya duyemîn li Semawêza 1343 / Mijdara 1964’an de ji wê bereyê dûr ket û bi giştî rêbazeke din hilbijart.

Piştî konferansa "Yekîtî", belavkirina "Kurdistan"ê hat bidawîkirin. Rojnameya "Azerbaycan" heta hejmara 1334 (1735), dora sêyem, çarşem, 9ê reşemeya 1340î ya hîcrî wekî organa Komîteya Navendî ya Firqeya Dêmokra Azerbaycanê dihat weşandin. Lêbelê ji hejmara 1335 (1736), çarşema 16ê reşemeya 1340î de, bi navê rêxistina Azerbaycanê ya Partiya Tûdeyê Îranê – Komîteya Navendî ya Firqeya Dêmokratîk a Azerbaycanê dest bi weşandinê kir. Tevî vê yekê jî, hejmara dawî ya "Kurdistan"ê [1336] wekî organa Hîzba Dêmokrata Kurdistanê di nîvê rûpelên hejmara 1337 (1738) ya rojnameya "Azerbaycan"ê, rêxistina Azerbaycanê ya Partiya Tûdeyê Îranê, bi dîroka 30ê reşemeya 1340î, yanî 19ê Avrêla 1961ê de tê dîtin. Ji ber ku hejmara 1338 (1739) ya "Azerbaycan"ê ne di dest de ye, ji bo nivîskarê vê mijarê ne diyar e ka di wê hejmarê de jî "Kurdistan" hatiye weşandin an na. Ya ku diyar e, ji hejmara 1339 (1740) ya "Azerbaycan"ê û pê ve, çarşema 13ê banemêrê 1340î (3yê gulanê 1961), êdî rojnameya "Kurdistan" li Bakuyê nehatîye weşandin.

Dirêjey heye …

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.