Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 297[15]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Belge 10. Nameya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê re, derbarê pirsa Partiya Yekgirtî ya Marksîst-Karkerî li Îranê.
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Li gorî lêkolîna daxwazên Komîteyên Navendî yên Partiya Tûde ya Îranê û Firqeya Demokrata Azerbaycanê, herwiha daxwazên zêde yên koçberên siyasî yên Îranê ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê re derbarê pirsa hebûna sê partiyên serbixwe yên demokratîk li Îranê (Partiya Tûde ya Îranê, Firqeya Demokratîka Azerbaycanê û Partiya Demokrata Kurdistanê),
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê pêwîst dibîne ku nêrîna xwe di vê derbarê de ji partiyên bira re diyar bike.Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta ekîtiya Sovyetê bawer dike ku ew têkiliyên ku di van salên dawî de di navbera organên rêberî yên Partiya Tûde ya Îranê û Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê de çêbûne, ne asayî ne. Taybetmendiya van têkiliyan ji xerîbbûn, nebûna hevkariya nêzîk û têkiliya yekîtiya kiryarî pêk hatiye, ku bi awayekî neyînî bandorê li ser rewşa exlaqî û siyasî ya girseyên partiyê dike û dibe sedema qutbûna têkiliyên di navbera Komîteyên Navendî yên partiyên demokrat û rêxistinên veşartî yên li hundirê Îranê de. Di mercên hemdem de, dema ku hewce ye yekîtiya hemû hêzên ku dikarin ji bo serxwebûna neteweyî ya Îranê, li dijî kevneperestên navxweyî û hêzên têkder ên emperyalîzmê têbikoşin, ev rewş û şêwaza karê di nav partiyên demokratîk de zirareke mezin digihîne tevgera demokratîk a Îranê.Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê, bi piştgiriya helwesta Marksîst-Lenînîst ku li her welatekî divê yek partiya Marksîst-Karkerî hebe, li ser vê baweriyê ye ku di bingeh de çareseriya herî baş, ji nû ve sazkirina partiyekê ye ji bo tevahiya Îranê bi hebûna yek navendeke serkêşiyê, lê bi parastina [qewareya] Firqeya Demokrata Azerbaycanê ya Îranê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li ser mafê rêxistinên partiyên neteweyî ku li gel hebûna Komîteyên Navendî yên xwe, dikevin nava partiyekê yekgirtî û li dû yek navendeke rêberiyê diçin.Ji ber ku damezrandina partiyekê yekgirtî erkê xwe yê partiyên bira ye, Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê bawer dike ku dibe pêşniyara çêkirina civînek were kirin ji endamên Mekteba Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Tûde ya Îranê, Komîteya Navendî ya Daftara Karûbarî ya Firqeya Demokrata Azerbaycanê û nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina vê pirsê û pêşxistina kar di nav girseyên gel de. Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê dikare ji bo çêkirin û birêvebirina civînekê wisa li bajarê Moskowê hevkariyê bike.Di wê civînê de, dibe ji niha ve li ser çêkirina defterekê têkiliyê ji nûnerên Komîteyên Navendî yên partiyên bira re rêkevin, û bi berçavgirtina baldarîya sereke li ser kar di nav girseyên gel de li Îranê, ev yek dikare alîkariyê bike ku têkiliyên dostane di navbera partiyan de bihêztir bibe û geş bibe. Daftera têkiliyan dikare alîkariyê bike ku biryarên lihevhatî ji aliyê Komîteyên Navendî ve bêne pejirandin, mînakî di warê amadekirina platformeke siyasî ya hevpar a partiyên demokratîk de, ku bi hûrgilî û bi zelalî erkên tavilê yên partiyan di têkoşîna ji bo serxwebûna neteweyî ya Îranê, ji bo aştiyê û ji bo mafên girîng ên gelên Îranê diyar bike, da ku li ser bingeha platformeke wisa, tebeqeyeke herî fireh ji karker, cotkar, esnaf û ronakbîrên pêşverû, herwiha komek diyarkirî ji bûrjûwaziya neteweyî yek bigirin û ber bi tevgerêke çalak ve werin kişandin.
11 Çileya Paşîn 1957
Hejmara P 68 / XXIII
Mohra Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê
10 – KP, N. B
Mohr: Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê
Beşa Nepenî
Hejmara Gihîştinê 9 S S
19 Çileya Paşîn 1957
Belge 11. Nameya Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrata Azerbaycanê ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê re, derbarê konferansa yekgirtinê li Bakuyê
Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê
Hejmar 32
Rêkeft: 30.1.1960
Ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê re
Wekî ku hûn agahdar in, ji bo birêvebirina konferansa yekgirtinê li Bakuyê di nava du mehên dahatû de, di navbera Partiya Tûde ya Îranê û me de komîsyonekê biratî hatiye avakirin. Erkê vê komîsyonê nivîsandin û amadekirina reşnûsa meramname û rêziknameya navxweyî ya partiya yekane ya çîna karker ya Îranê ye.
Ji bo agahdariya ve, reşnûsa meramname û rêziknameya navxweyî ya partiya yekgirtî, rapora komîsyona biratî ji Komîteya Navendî ya her du partiyan re û meramname û destûra karê konferansa yekgirtinê ber bi we ve têne şandin. Cîgirê Serokê Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrata Azerbaycanê:
Qazî. R.
Mohra Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê
Beşa Nepenî
Hejmara Gihîştinê 95 S S
5 Sibata 1960
didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
18 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
11 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
5 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
23 tebaxê





