• Ew kesey ke hatbuwe berew pîlî min (duwatir zanîm Rehîm Namwer buwe) kotuşelwarêkî keşxe û boyinbax le mil da û ronî le muy serî dabû û ...

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (112)

Pêwendî nameyî legel Siyasmek Mueyîdzade (Kak Sefa)

Ew kesey ke hatbuwe berew pîlî min (duwatir zanîm Rehîm Namwer buwe) kotuşelwarêkî keşxe û boyinbax le mil da û ronî le muy serî dabû û ... Her waqim wirma. Çunke tesewrêkî dîkem le "rêberanî prolêtarya" le zeynî da bû! Herçonêk bê ew minî birde hotêlêkî zor mucelel ke salonî zor gewrey hebû ke goya kobûnewe hîzbîyekan lewê dekran, nizîk 30 kes le "rêberan" le dewrî mêzêkî gewre danîştibûn. (Dîsan duwatir zanîm zorbey ewan kê bûn, çunke xoyan nenasand) ta ew cêyey webîrm dê, Semed Kambexş, Kiyanûrî, Eskenderî, Newrozî, û renge Awanêsyan û … lewê bûn. Nawî ewanîdîm webîr naye) Ew Şiko û Celal û teşrîfatî ew salone û be amadeyî teqrîben hemû rêberanî hîzb, minî de fikrewe bird ke bilêy çi bas bê û hêndêk tûşî seregêje bibûm, gelo ewan çaweruwanî kesayetîyekî helkewtû û girîngyan dekird ke awa be resmî û be teşrîfatewe mîwandarî lê deken? Gelo ew şanoyeyan razanduwetewe bo ewey min çawtirsên ken û bimxene jêr kartêkerî xoyan? Yan ewe bernamey hemîşeyiyane ke bew biyanuwane ziyafetî awa saz ken û leser hîsabî partî bira Almanî Rojhellat, zigêk bilewerênin û lêwêk ter ken!?

Cêyekyan pê dam, danîştim û legel bexêr hênanim, gutyan ême to baş denasîn û agaman le çalakîyekante û be pêy nasandinî hawrê Mehmîd, etoman wek endamî hîzb wergirtuwe. Emin ke ew serubendî û bew sal û temeney ke hembû, tenanet dîtnî rêberanîş awatî gewrem bû, be bîstinî ew xebere le xoşyan le pêstî xomda hecmînim nebû û be şor û şewqewe gutim, ewe bo min şanazîye û lêtan memnûnim û... Duwaye pirsyan Mehmîd çi deka? Hîwadarîn hêşta be saxî mabêtewe! (Diyar bû mebestyan silametî siyasîye nek bedenî.

Çunke ew zemanî ke le zîndan da buwe le ber nexoşî û wez'îyetî bedenî hêndêk lawazî le xoyewe nuwandbû û tobenamey nûsîbû ewîş be fermanî hîzb!). Min lepir tûreyî sertapay dagirtim, başe ewane ke helatûn û êsta awa xoşî deguzerênin, arezû deken ew hawrêyey ke le helumercî îxtînaq û sereray tobename nûsîn awa hewlî da û cige le zor karî benirxî nûsraw, cewanî wek êmeşî pê geyand sax mabêtewe!! Qubûl kirdinî sûkayetîyekî ewto û rûhelmalawîyekî etom zor le dilî giran hat. Belam fezake girtbûmî û nemwêra hîç bllêm.

Qise kêşaye pilan bo dahatû û minîş basî wîstî xom kird bo çûn bo zankoy Lomomba. Duway şiroveyekî dûrudrêj sebaret be barudoxî heyî û helkewt û bernamekanî hîzib, gutyan hawrê, ême le Urûpay Rojawa hewcêy ziyatirman be to û hawrêyanî cewanî dîkeye, zor xwêndkar dêne henderan û debê ewan berew lay xoman rabkêşrên û rêk bixrên. Le Meskew to xot teb'îd dekey û le meydanî serekî xebat dûr dekewîyewe. Bo dirêje dan be xwêndin le Rojawa derfet zore û êmeş yarmetît dedeyn û .. Qisekanyanim pê mentiqî bû û sereray meylêkî zorî ke têmda bû bo çûn bo zankoy Lomomba, wek fermanêkî hîzbî, amojgarîyekeyanim qubûl kird û gutim, her çonî êwe selah bizanin de xizmetan dam. Duway hêndêk qisey peragendey dî, Namwer minî birdewe ew şwêney ke lewêwe hênabûmî û lêk cwê bûynewe.

Duway maweyek geran, rêsturanî Buxarêstim dozîyewe û soraxî Sexayîm kird, be germî pêşwazî lê kirdim û lew qisaney pirsî legel " rêberan" kirdbûm. Legel hemû şitî dîke amojgarîyekeşyanim sebaret be xom bo bas kird, serî tekan da û pêkenî û gutî emane ta ew duwayiyaneş tîmyan denarde wulatanî Rojawayî bo ewey serincî cewananî lê hatû rakêşin û biyan ben bo Rojhelat û hemû core îmkanêkyan le ber dest binên û perwerdeyan ken bo ewey bibne endamî hîzb. Elan çi rûy dawe ke nore geyiştuwete to, hewcêyan be bûnte le Rojawa? Duwaye be dûr û dirêjî basî xîlaf û nakokî Çîn û Şûrewî bo kirdim û kardanewey ew nakokîye le nawxoy hîzb da, û gutî nek tenê ewe belkû Qasimî û Forûten le endamanî defterî siyasî le hîzb cwê bûnetewe û temayan girtuwe bêne Rojawa, belkû cewananêkî zorî hîzbî be taybetî le Çêkoslowakî û Bulxaristan, be rexney zor tundewe seryan heldawe û xerîkin le hîzb kenar degrin.

Boye

êsta ke wez' gorawe bo serpoş danan le ser ew wez'îyete û werû nekewtinî ew kêşe u xîlafane, dest deparêzin le hênanî cewanan le Rojawawe û...

Kizem le cergî hesta, lecêda tesewirî ewem nedekrid, gişt hîwa û awatekanim têk rûxa û bewey ra ke lewan le kobûnewe da dîtim û bîstim, be taybetî boçûnyan lemer Mehmîd. Her lewê biryarm da pêwendî legel hîzb bipiçrênim û ewem be Sexayî rageyand û duway qise û basî dîke legel berêzyan malawayîm lê kird û geramewe Rojawa.

Siyamek Muyîdzade
Siyamek Muyîdzade

Duway maweyek be pêşnarî (B.D) yek lew hawrêyanî seretayî ke ber le min çûbû bo Emrîka û hêşta pêwendî hebû legel hîzbî Tûde, çûme Emrîka û her le seretay geyiştnim çûme naw rêkxirawî xwêndkarî Iranî le New York. Maweyek duwatir deqî be nawbangî "beyannameyek le başûrewe" ke 'Eta û Îrec Keşkolî nûsîbûyan sebaret be nawçey 'eşîretekanî ustanî Fars geyişte destim ke basî xeberî şerî çekdaraney dekird û le binewey duruşmî "şorişî be zebruzeng rêgay rizgarî gelanî Irane" nûsrabû. Destbecê we dûy pêuşwênî kewtim û le rêgay Sexayiyewe serepetêkim dest kewit û legel hawrrêyanî Sazmanî Înqîlabî pêwendîm damezrand. Hawkat hawrêyanî dîkeş le Emrîka pêwendyan kird û bere bere le Emrîkaş teşkîlatî Sazmanî Înqîlabî rêk xira û emin bûm be berpirsî mekoyekî rêkxistneke le New Jersey. Le kongrey çardehemî sazmanî nawendî (fêdrasyon)î xwêndkaranî Iranî le Emrîka le Washington ke emin le kongrey pêşûy ra wek endamî heyetî debîran û berpirsî teşkîlat helbijêrdirabûm û lew kongreye da berpirsyaretî amadekarîyekan û bestiranî kongre le tek komîsyonêk da be estoy minewe bû û bo xulî duwatrîş berbijêr bûm. 

Dirêjey heye…