CPT Kurdan dişewitîne

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 19 Çile 2023 - 01:05

Di nava hefteyekê de li dijî tecrîdkirina Rêber Apo çalakiyên xweşewitandinê pêk hatin. Li Mêrdînê Bûbo Taş li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Li pey xwe jî peyamek hişt. Di peyama xwe de tîne ziman ku ew li dijî tecrîdê bedena xwe dide ber agir. Li Amedê jî Memo Akar bi heman rengî çalakî kir. Ew jî çalakiya heval Bûbo silav dike. Her wiha dibêje, ronahiya agirê wî dê Îmraliyê ronî bike.

Ev çalakiyên fedayî ji bo xwedîderketina li Rêber Apo ne. Cara pêşî sala 1998'an bi dirûşmeya "hûn nikarin roja me tarî bikin" van çalakiyan dest pê kir. Wê demê komployeke mezin li dijî Rêber Apo hat destpêkirin. Ciwanên Kurd jî li çiya û zindanan, ji metrepolan heta Ewrûpayê bûn xelekek ji agir. Bi sedan kesî canê xwe yê şêrîn şewitand. Rêber Apo wê demê xwest ku çalakiyên bi vî rengî neyên kirin. Piştî bi demekê jî ew çalakî sekinîn. Di nava salan de jî çend çalakiyên bi vî rengî pêk hatin. Ew jî li dijî tecrîdê bûn. Her ku tecrîd dihat girankirin, ciwanên Kurd jî bedena xwe didan ber agir.

Fermandarê biryargeha navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan beriya bi çend salan li ser mijara çalakiyên xweşewitandinê nirxandinek kiribû. Karayilan digot; dema ku Rêber Apo hat girtin çalakiyên bi vî rengî zêde bûn. Lê ew pêvajo pêvajoyeke giran bû. Kurdan nema zanîbû çi bikin. Bêçaretiyek hebû û ji ber vê yekê jî xwe dişewitandin. Lê niha em ne di wê pêvajoyê de ne. Şert û merc guherîn û Kurd ne bê çare ne. Ev gotin û axaftinên Karayilan bûn.

Lê dîsa jî ev çalakî nesekinîn. Bi tecrîdê re têkildar ev çalakî pêk tên. Bêguman em helwêsta heval Bûbo û Memo gelekî mezin dibînin. Em ê her dem li ser şopa wan bin û xwedî li peyamên wan derkevin. Heger îro ev çalakî têne kirin, ji ber bêdengiya CPT´ê ye. Ez vê yekê wiha şirove dikim. Ev çend sal in ji Rêber Apo agahî nayê wergirtin û herî dawî CPT´ê çûbû girava Îmraliyê. Lê têkildarî serdana xwe tiştekî nabêje. Gelê Kurd jî ji ber vê yekê ji jiyana Rêberê xwe bi guman e. Gelê Kurd dixwaze agahiyekê ji Rêberê xwe bigire. Heger beriya bi hefteyekê agahî hatibûya heval Bûbo û Memo çalakiyên bi vî rengî pêk nedianîn. Li vê derê berpirsiyariya CPT´ê heye. Dibe ku çalakiyên bi vî rengî dewam jî bikin. Lê heger CPT´ê daxuyaniyekê bide û rewşê zelal bike, bi vî rengî dewam nake. Lê em dibînin ku CPT´ê dibe sedema şewitandina Kurdan. CPT dibe sedem ku Kurd xwe bişewitînin.

Heval Bûbo û Memo ne mirovên ji rêzê bûn. Her yek ji wan xwedî çîrokên taybet bû. Hevalê Bûbo di salên 1980'yî de li zindana Amedê hat ragirtin. Bi Xeyrî Dûrmûş re ma û di peyama xwe de jî digot, Ferhat Kûrtay û hevreyên wî li benda min in. Bi vî rengî beşdarî karwanê şehîdan bû. Memo jî li Amedê bi zorê hat zewicandin. Ji bo ku nezewice reviya û xwe li Amedê veşart. Dewletê jî malbata wî bire ber deriyê HDP'ê û li wir da rûniştandin. Piştre jî gotin, HDP'ê kurê wan revandiye çiyê. Lê piştî bi hefteyekê Memo derket çapemeniyê û derewên dewletê eşkere kirin. Heval Memo wê demê jî bi daxuyaniya xwe ya wêrek dawî li şerê taybet ê dewletê anî. Ji wê demê vê diyar bû ku mirovekî zana û zîrek e.

Mirovek dema tiliya wî dişewite ji êşa xwe nikare debar bike. Lê ew mirovên leheng canê xwe dişewitînin. Di peyamên xwe de dibêjin, em dikarin ji bo Rêberê xwe canê xwe bişewitînin. Peyamên wan mezin û girîng in. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku bi sedan kesî ji bo Rêberekî xwe şewitandibe. Lê Kurd vê yekê dikin. Kurd mirovên herî leheng û mezin ên cîhanê ne. Canê xwe ji bo Rêberê xwe feda dikin. Ji bo wan a esasî jiyaneke azad û jiyaneke bi rûmet e. Lewma jî peyamên heval Bûbo û Memo wê her tim fermanek be ji bo me.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.