Komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê CPT di Îlona 2022'an de çû girava Îmraliyê û piştre jî ev yek eşkere kir. Ji daxuyaniya CPT hat fêmkirin ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hatiye. Lê piştî wê parêzerên Rêber Apo daxuyaniyek weşandin. Wan jî got Rêber Apo ev hevdîtin qebûl nekiriye. Ango heyeta CPT red kiriye. Gelo ji bo çi ev hevdîtin nebû û Rêber Apo ji bo çi helwestek wiha nîşan da ? Niha ev yek tê meraqkirin. Piştî vê rewşê CPT ti daxuyanî ango rapor eşkere nekir. Eger hevdîtin pêk nehatibe diviyabû di zûtirîn demê de daxuyaniyek dabûya. Lewma ji bo çi ev hevdîtin nebû û rewşa Rêber Apo çi ye tê meraqkirin.

Niha her kes vê pirsê dike û guman li ser jiyana Rêber Apo heye. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan jî herî dawî ji Stêrk Tv re axivî û got beriya niha jî hin heyetên tendurustiyê çûne Îmraliyê. Bi vê yekê re gumanên wan li ser tendurustiya Rêber Apo heye. Çûyîna heyetên tendurustiyê û CPT tê çi wateyê gelo ? Dibe ku rewşa tendurustiyê ya Rêber Apo xerab be û bi redkirina CPT re peyamekê dide. CPT bi awayekî kontrol Rêber Apo tecrîdkirî dihêle. Di tecrîdkirina Rêber Apo de rola CPT heye. Lewma jî Karayilan navê CPT wekî komîteya pêşîlêvekirina êşkenceyê pênase dike. Ev sazî qaşo rê li ber êşkenceyê digre. Lê dema mijar dibe Kurd û Rêberê wan wê demê rola wan tê guhertin.

Ji daxuyaniya dawî ya CPT jî em fêm dikin ku derewan dike. Li aliyekî dibêje me bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir, li aliyê din daxuyaniya parêzeran vê berevajî dike. Wê demê CPT derewan dike. CPT bi vê helwesta xwe cara pêşî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re eşkere kir. Çawa ku di komploya navnetewî de rola Ewrûpayê heye, di tecrîdkirina Rêber Apo de jî rola wan heye. CPT vê yekê piştrast dike. Dema ku Rêber Apo birin Îmraliyê jî ji Konseya Ewrûpayê jinekê ew pêşwazî kir û got ewê car caran werin û kontrol bikin. Erê raste car caran diçin û kontrol dikin. Lê tenê kontrol dikin. Ji bo ku dawî li tecrîdê bînin tiştekî nakin. Bi awayekî sîstematîk êşkence li Rêber Apo dikin.

Ewrûpa ku xwe wekî navendeke demokrasiyê bi nav dike derewan dike. Bi dehan sazî û rêxistinên navê mafê mirovan li ser wan heye ava kirine, lê ew sazî û rêxistin li gorî berjewendiyên wan tevdigerin. Dema ku bixwazin navê xwe dixin meriyetê. Wekî din tenê sembolîk in. Li Hollandayê rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî heye, lê ew rêxistin jî li dewleta Tirk temaşe dike. Ewqas belge, dosya û dîmen hene, lê dîsa jî dest li rewşê wernade. Wê demê bi navê demokrasiyê derewan dikin. Li rojavayê Kurdistanê di êrişên dewleta Tirk de dehan welatiyên sivîl şehîd bûn. Ewrûpayê qet dengê xwe dernexist. Ji ber ku şirîkê vê komkujiyê ne. Yanî ji dewleta Tirk re dibêje tu dikare bikuje, lê bi awayekî bi kontrol. Lewma jî têkoşîna Kurdan ya li dijî tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê jî divê li ser vî esasî be. Mesele ne tenê dewleta Tirk e. Yên ku dijminatiyê li Kurdan dikin gelek in. Erê nabêje ez dijminê te me, lê ji liv û tevgera wan ev tê fêmkirin.

Eger li Ewrûpayê demokrasî û mafê mirovan hebûya wê dengê xwe li dewleta Tirk kiribana. Wê ewqas zêdegavî qebûl nekiribana. Lê dewleta Tirk çi dixwaze li gorî dilê xwe pêk tîne. Tecrîd, qirkirin, dagirkerî, çekên kîmyewî, girtin, êşkence û gelek rêbazên din bi kar tîne. Kes jî dengê xwe lê nake. Wê demê bila bi derewan qala mafê mirovan nekin. Eger Rêber Apo heyeta CPT red kiribe ji ber van sedeman e. Rêber Apo dixwaze ku mafên wî yên bingehîn têkevin meriyetê. Ew karibe parêzerên xwe bibîne. Rêber Apo heta niha negotiye ji Îmraliyê min bibin devereke din, an jî doza telefon û televizyonan nekiriye. Tenê dixwaze ku parêzerên xwe bibîne. Di hevdîtina dawî de jî li ser telefonê ji Mehmet Ocalan re ev gotibû. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtin neyê kirin emê nizanibin niha rewşa li Îmraliyê çawa ye.