• Ma dibe ku mirov biçe Bazîda warê pîroziyan û behsa çiyayê Agiriyê neke, na nabe. Li aliyê din di navbera salên 1927 – 1930´î de li vir di rêveberiya Îhsan Nûrî Paşa de Serhildana Agiriyê heye.

Ma dibe ku mirov biçe Bazîda warê pîroziyan û behsa çiyayê Agiriyê neke, na nabe. Li aliyê din di navbera salên 1927 – 1930´î de li vir di rêveberiya Îhsan Nûrî Paşa de Serhildana Agiriyê heye. Lê ez ê wê mijarê weke mijareyeke taybet pêşkêş bikim, mijara me ya îro wê tenê bi erdnîgarîyê re têkildar be. 

Di nivîsên Asûriyan de navekî weke “Ararat” hebe jî, Asûriyan ev bi şêweyê “Arartu / Urartû” ji bo Konfederasyona Xaldî/Hosunan (Urartu) bi kar aniye û ev peyv tê maneya welatê çiyayî. Yanî, ne rasterast navê Çiyayê Agiriyê ye. Lê ev nav wek navê Çiyayê Agirî ketiye Tewrat û Încîlê û di van pirtûkên pîroz de weke çîyayê Keştiya Nuh lê daniye, hatiye venivîsandin. Em dizanin ku ev mijara Nuh ji destana “Gilgamêş” hatiye wergirtin û “Uta Na Pîştîm” ê ku di destanê de navê wî tê hildan jî weke Noa/Nuh hatiye binavkirin. Bi gotineke kurt, çîrokên welatê me bûne pîroziyên baweriyên gelên din û weke malê bavê wan be, bi kotekê firotine me. Me jî di destpêkê de dengê xwe birriye û di pêvajoya bi hezaran salan de pê bawer kiriye.

Heybet û tirsa ku Çiyayê Agirî dike dilê mirovan li ser ti çiyayê cihanê tine. Ji ber ku deşta Bazîdê ya li başûr tenê 1640, deşta Idirê jî 840 metreyan ji deryayê bilintir e. Yanî Agirî ji herdu aliyên xwe ve bi care ve 4000 metre bilind dibe. Xof u xişmê wî ji vê berziyê tê. Ti çiyayekî bi vî rengî tine. Di cihanê de çiyayê herî bilind Everest e, lê hawîr dora wê jî li dor 6-7000 metreyan bilind e, lema tirsa wê zêde nakeve dilê mirovan. Klimançaro hinek bişibe wî jî, dora Klimançaro jî gelek bilind û bi meyleke kêm bilind dibe. Lema wê xişma Çiyayê Agirî li mirovan bar nake. Li rojhilatê Agiriyê, Zozanê Serdarê Bolaxê, li rojavayê wê jî Zozanên Sînegê hene. Ev zozan û tevahiya başûrê wê her dem cih û warên Kurdan bûne, Gelê Ermenî bi tevê Kurdan tenê li deşta Îdirê (Arasê) niştecih bûye, ew jî nîv Kurd û nîv Ermenî bûne. Navê Agiriyê jî nîşanê me dide ku dîroka li vir niştecîhbûna Kurdan pirr kevn e. 

Çiyayê Agirî, volkaneke ji zû ve vemirî ye. Di hin daneyan de pêkhatin û teşeyê xwe yê îro girtina çiyayê Agirî li ser pênc deman dane rûniştin. Yek; di pêvajoya destpêkê de lavayên proklastîk li hawîrdora xwe direşîne, di dema diduyan de lavayên andazît û bazalt dagirtî difijiqîne û li dora xwe direşîne. Di dema sisiyan de jî lavayên bozaît bi tevehaviya kevirên din davêje der, Mînak; di newala Ahûra ya li bakurê Çiyayê Agiriyê de gelek qatên zinar û xîbarên ku berhemên vê serdemê ne, hene. Di dema çaran de jî dîsa lavayên andazît û xîbarên din wek maxma davêje der. Ji çar hezar metreyî berjor ev nîşaneyên wê hene. Serdema pêncan jî, sarbûn û bi qeşayeke bi sed metreyî porbûna wê ye. Ev di Agiriya piçûk de jî xuya dike. Hê jî dem bi dem li dor wê erdhejên ji ber rûniştina tektonîk  xwe nîşan dide.

Mîtolojiya keştiya Nûh bi serê xwe mijareyeke taybet e. Me çawa li jor jî nivîsiye, ew mîtolojiya ku di pirtûkên pîroz de hene, ji destana Gilgamêş hatine wergirtin û anegorê têgîhîştina wê serdemê û gelî hatiye xemilandin. Di mîtolojiya Gilgamêş de tofanek pêk tê. Uta Na Piştîm keştiyekê dide çêkirin, bi rêya wê ji wê tofanê rizgar dibe. Ev mîtolojî wekî Nûh hatiya têgîşhîtin û mezinkirin. Mînak di Încîlê de ebatên keştiya Nuh wiha tê nivîsandin: “Dirêjiya wê 300 gaz (gazek qederê 68 santîmetroyan e) berahiya wê 50 gaz in, bilindahiya wê jî 30 gaz in. Keştî li ser çiyayê Araratê rûniştiye!” Ev anegorî serdemê tişteke derê têgîhîştinê ye. Di Quranê de jî bahsa Çiyayê Cudî tê kirin. Ev jî ne navekî zelal e. Bi gotineke kurt û kurmancî her baweriyê ev mijara tofanê ya di destana “Gilgamêş” de li gorî têgihîştina serdema xwe û gelê xwe venivîsandiye û ji baweriya xwe re kiriye mal û mîna yên wan bin firotine me.

Ji ber vê pîrozî û baweriya keştiya Nuh li ser çiyayê Araratê ye, her çiyagerî di demên cuda de xwestiye derkeve diharê Agiriyê li wê bigere. Heta gelek caran hewl dane bi tirîjên lazerê di nava qeşayê de wê keştiyê bibînin. Xwerû jî li ser şaxê başûrêrojava cihekî kevirîn heye, rasterast dişibe keştiyekê. Ev der jî bi salan weke keştiya Nuh hatiye firotin.

Koordînatên çiyayê Agirî wiha ne: 39° 42′ 7″ bakur, 44° 17′ 50″ rojhilat. Cara yekem di sala 1829´an de çiyagerê Ingîlîz Friedrich Parrot, bi tevê çiyagerê nijadermenî Chatschatur Abowjan derdikevin diharê Agiriyê. Niha bi boneya hebûna gerîlayên Kurd, destûrdayîna hilkişîna ser Çiyayê Agiriyê gelek dijwar kirine. 

Agahiyên di destê me de yên herî girîng ev bûn. Bi hêviya gelê me xwe li Bazîdê bigire, da ku bikane wê hestê di bin bandora wê berziya xwezayî de li giyana mirovan bar dibe, hîs bike. Hetanî Keleh û cîgeheke din bimînin di nava xweşiyê de.