Civîna NATO û Kurd

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 17 Hezîran 2021 - 03:59

Civîneke din a NATO'yê pêk hat. Serokê Emerîkayê Joe Biden, piştî ku hat hilbijartin cara pêşî beşdarî civîna NATO´yê bû. Li gorî çavdêran û çapemeniyê, civîn li gorî salên berê nerm derbas bûye. Dema ku Donald Trump jî bûbû serokê Emerîkayê hatibû Brukselê û beşdarî civîna NATO´yê bûbû, lê ew civîn ne wekî ya îsal bû. Wê demê Trump gelek rexne li endamên NATO´yê û welatên Ewrûpayê kiribûn. Her wiha aciziya xwe ji plansaziya NATO'yê ragihandibû. Piştî wê yekê, Elmanya û Fransa fikirîn ku ji bo Ewrûpayê Artêşekê ava bikin. Welhasil, civîna îsal li gorî yên berê nerm bû. Sedema wê jî hatina Joe Biden bû û lîderên Ewrûpayê ji ber vê yekê rehet tevgeriyan. Lê kesekî ne rehet hebû, ew jî Erdogan bû.

Piştî ku Joe Biden bû serokê Emerîkayê cara pêşî bi Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan çend meh bûn li benda vê rojê bû. Hevdîtineke kurt bû, lê ne wekî yên berê bû. Di hevdîtinên berê de Erdogan û heyeta wî amade bûn, lê vê carê Erdogan û tercûmanên wî hebûn. Joe Biden yekser ji Erdogan re axivî. Çi hatibe axaftin jî di navbera wan de maye. Lê Erdoganê ku em nas dikin, dîsa derket pêşberî kamerayan bela xwe li Kurdan da. Jixwe, ji bo Kurdan çûbû civînê. Ji civîna NATO'yê wêneyê Erdogan û Biden vê yekê nîşan dide. Di wêne de tê dîtin ku Erdogan li pêşiya Biden çawa stûxwar sekiniye. Dema ku vedigere Tirkiyê, qabqaba wî ye û gefan li Ewrûpayê û Emerîkayê dixwe. Lê dema diçe cem wan jî deng jê dernakeve. Erdogan ji bo karibe hê bêtir Kurdan bikuje û komkujiyan pêk bîne tawîzan dide Ewrûpa û Emerîkayê. Vê carê jî wilo kir.

Serokê Emerîkayê Joe Biden piştî ku hat hilbijartin, qirqirina Ermeniyan nas kir. Yanî erê kir ku Osmaniyan Ermenî qir kirine. Wê demê Erdogan gotibû ez ê ji Biden vê yekê bipirsim. Lê Erdogan qet qala vê meselê nekir. Ji ber ku xwe ji qirkirinên din re amade dike. Ji bo vê yekê jî dixwaze Emerîka û Ewrûpa li cem wî bin. Ev yek wê çiqasî pêk were di rojên pêş de wê xuya bikin. Yanî Joe Biden çi soz daye Erdogan yan jî çi zext lê kirine wê derkeve meydanê. Lê dîsa mirov dikare hin texmînan bike. Xuyaye ku Erdogan bi hin proje û lîstikan çûye civîna NATO´yê. Lîstika pêşî tevlîhevkirina Sûrî û Iraqê ye. Ya duyemîn şerê navbera Kurdan e. Jixwe, ev demek e, PDK aloziyê derdixîne. Vê yekê jî bi fermana Erdogan dike. Ji bo vê jî rojeva Kurdan bûye şerê navxweyî. Tişta ku Erdogan jî dixwaze ev e. Kurd xwe bi xwe pev bikevin û Erdogan jî armancên xwe pêk bîne. Eger bi rastî jî PKK xwînsar tevnegeriyaba, niha şerekî giran qewimîbû. Di encama vî şerî de jî, Kurdan wê zerar dîtiba. Jixwe, gotinek heye û dibêjin, heger bûyerek qewimî, li encama wê binêrin. Encam li gorî dilê kê be, yê bûye sedem jî ew e. Em li vê derê qala Dewleta Tirk dikin. Heger Kurd şerê hev bikin, kêfa dewleta Tirk wê were. Wê demê ewqas alozî û provokasyon bi destê dewleta Tirk pêk tên.

Tiştekî din a ecêb ku kes ne li benda daxuyaniya Mûrat Karayilan bû. Karayilan ji Stêrk TV re axivî û got, Erdogan daxwaza agirbestê ji wan kiriye. Ev yek nîşan dide ku bê Dewleta Tirk çiqasî xitimiye. Erdoganê ku destdirêjî li her qadê kiriye, niha serê wî ketiye belayê. Ji bo ku xwe hinekî rehet bike ev daxwaz ji PKK'ê kiriye. Lê dît ku PKK li gorî wî tevnegeriya vê carê çû cem PDK'ê. Ji bo ku PKK'ê mijûl bike, PDK şand meydanê. Heger PDK li gorî Erdogan tevbigere wê dawiya wê jî bişibe ya wî. Ji bo vê yekê pêdiviya Kurdan bi hevdîtin û diyalogê heye. Mûrat Karayilan di heman bernameyê banga diyalogê li PDK'ê kir. Lê PDK'ê heta niha bersiv nedaye Karayilan. Heger Karayilan banga şer kiribûya wê qiyamet rakiribana. Lê xuya ye ku şer ji aştiyê mezintir e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.