Cejna Kolyada û 15’ê Sibata îsal

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 17 Sibat 2025 - 00:52

NURHAQ GULBAHAR

Kevneşopiyên qedîm û her wiha hin peyvên ku di zimanan de heta roja me ya îro hatine, ji bo vedîtina hesta avaker a mirov bi jiyanê re gelekî bandorker in. Yek ji van kevneşopiyan ku peywendiya mirov a bi xwezayê re, mirov weke perçeyek ji xwezayê nişan dide, cejna Kolyadayê ye. Kolyada bi taybetî di nav gelên Kafkasyayî û Balkanan de weke cejneke vejandina xwezayê, wêrekkirina dara ku di demsala zivistanê de pelê xwe weşandiye û ne diyare wê bigihîje biharê an na, di serma û seqema zivistanê de pêk tê. Kolyada li hember serm û seqema zivistanê hêzdayîna welidandina biharê an go jiyanê ye. Helbet ji ber ku hêza afirandina jiyanê ye, di vê kevneşopiya qedîm a gelan de jin li pêş in. Li hemberî serma û seqemê, li hember serdestiya berfa spî, jin bi cil û bergên xwe yên rengareng û xwarinên xwe yên ku taqet dide, weke beşdariya dawetekê berê xwe didin xwezayê. Li derdora ew darên ku di zivistanê de qutifîne, pelên xwe weşandine, bêhêz bûne, jinên bi kincên rengareng bi destê hev digrin û dibin xelekek. Weke xelek li derdora darê dizivirin û stranên xwe dibêjin. Bi vî hawî dixwazin hêz bidin darê da ku karibe di nav wê serma û seqemê de, ji bo pelên xwe veke û di vê vejînê de ji tevahî jiyanê re bibe remz. Cejna Kolyada, cejna vejandina dar û xwezayê, hêzdayîna herî bi wate ya jiyanê ye. Peywendiya herî zindîwer a bi xwezayê re nişan dide. 

Li Kurdistanê jî di roja 15ê sibatê de ji hêla gele Kurd ve daxwaza veguhestina wateyeke bi vî rengî hebû. Ji sala 1999an ve 15ê Sibata her salekê weke rojeke tarî, reş û qirkirinê dihat pêşwazîkirin. Ku wê rojê bi komployeke mezin Rêber APO hatibû dîl girtin. Lê îsal, piştî 26 salan cara yekem bi hest û hişmendiyeke din ev roja ku di bîreweriya Kurdan û gelên azadîxwaz de cihê xwe girtibû derkete pêş. Ew jî bendewariya peyama dîrokî û vejandî ya Rêber APO bû. Ev bendewarî kir ku wateya ku li vê rojê tê barkirin bigûhere û kelecaniya heyameke din xwe li tevahî gel rapêçe.

Bendewariya peyamê bi xwe re ruhê Newroz anî. Hêza avakirina hêviyê careke din di rêbertiya Serok APO de şênber bû. Roja reş weke roja hêviyê, roja qirkirina Kurdan weke veguhestina roja vejîndariya Kurdan û gelan wate li xwe bar dikir. Li gorî vê dikare bê gotin ku ev pêvajoya ku bi Rêbertî re pêş dikeve encama berxwedana bêhempa ya Rêbertî, gelê me û dost û azadîxwazan ve pêk hatiye. Xwendina Rêber APO ya dîrokê û ya heqîqeta civakê di serî de ji bo gelên Tirkiyeyê û her wiha ji bo gelê Kurd rêya çareseriyê ya herî xwirt, bi wate û li ser esasê rastiyê ye.

Çawa ku jin bi Kolyada hêzê didin darê ku ruhê vejînê bi dest bixe, her wiha gelên azadîxwaz jî, bi hevgirtin û helwêsteke dîrokî hêzê didin heyama nû ya li ser esasê azadî, rûmet û jiyanê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.