Çavê xwe li Rojava girtine

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 17 Tebax 2022 - 21:39

  • Dewleta Tirk a dagirker van salên dawî, êrişên xwe yên li dijî Rojava, derbasî qonaxeke din kirine.

Dewleta Tirk a dagirker van salên dawî, êrişên xwe yên li dijî Rojava, derbasî qonaxeke din kirine. Çawa ku li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayan teknîkê û balafiran bi kar tîne, li Rojava jî heman tiştî dike. Berê çete dişandin û êriş dikir. Lê niha giranî daye ser teknîkê. Hema bêje her roj balafirên artêşa Tirk êrişî bajar, navçe û gundên Rojava dikin. Di van êrişan de şehîd û birîndar çêdibin. Balafirên dewletekê derbasî welatekî din dibin û êrişan dikin û mirovan qetil dikin, lê dîsa jî kes dengê xwe nake. Bifikirin, balafireke Elmanyayê êrişê bibe ser axa Holandayê û mirovan qetil bike û wê encam çawa be gelo? Her kes dizane ku kes vê yekê qebûl nake. Ji ber ku li meydanê neheqiyek û zilmek heye. Her wiha çapemeniya Ewrûpayê jî wê bi mehan li ser mijarê nûçeyan çêke.

Lê îca mesele dema Kurd û Kurdistan bin, cudahî û cihêkarî heye. Li ser axa Rojava ewqas êriş çêdibin û kes dengê xwe li dewleta Tirk nake. Xuya ye ku çavê xwe li Rojava girtine. Ev Rojavaya ku DAIŞ têk bir, îro bûye qurbanê berjewendiyên Ewrûpayê. Heger ne ji Rojava bûya, Ewrûpa wê bibûya gola xwînê. Bi saya wan lehengên Rojava dawî li hebûna DAIŞ'ê hat. Di rewşeke wiha de çawa dibe ku Ewrûpa bêbextiyeke wiha bike. Kanî mafê mirovan û demokrasiya ku pesnê xwe pê didin. Dema mijar dibe Kurd, her tiştî didin aliyekî.

Ti carî xwedî li Kurdan derneketine û tiştek ji bo wan nekirine.

Mesela îro li Ûkraynayê şer heye û Ewrûpa ji bo Ûkrayniyan her tiştî dike. Li aliyekî xwedî li wan derdikeve, li aliyê din di weşanên xwe de jî qala wan dike. Ma ne ew jî wekî xelkê Rojava mirov in û heman tişt bi serê wan de tê. Em li vê derê dirûtiyê dibînin. Dirûtiya wan a mafê mirovan heye. Yanî mafê mirovan tineye. Mafê mirovan li gorî berjewendiyên wan e. Baş e, çi derdê wan bi Kurdan re heye? Çima ewqasî li cem faşîzma dewleta Tirk cihê xwe digrin?

Dewleta Tirk li aliyekî zilmeke mezin li welatiyên xwe dike, li aliyê din heman zilmê li derveyî sînorên xwe jî pêk tîne. Ji ber terora dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zerar li sedan gundan bûye. Li Rojava deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dîsa xuya ne. Yên destûra wê didin di heman demê de şirîkên wê yên sûcên in.

NATO, ku îro li pişta dewleta Tirk disekine, rê dide vê qirkirin û dagirkeriyê. NATO naxwaze ku dewleta Tirk qels bibe, lewma jî çavê xwe li sûcên wê jî digire. Çawa ku dizane dewleta Tirk ewqasî neheqiyan dike û dîsa jî çavê xwe lê digire.

Başe ku Rojava şoreşa xwe bi destê xwe pêk tîne û pişta xwe daye hêza xwe. An jî ne mimkun bû ewqasî li ser piyan bisekine. Tişta ku hêzên navnetewî jî aciz dike ev yek e. Çawa dibe ku bi hêza xwe li ser piyan disekine. Çawa dibe ku pişta xwe nedaye derve. Lewma jî îro ewqasî êriş li ser wê axê hene. Li ber çavê dinyayê zarok û jin têne qetilkirin û dinya bêdeng e. Ew dinyaya ku ji bo zarokekî qiyametê radike, lê li Rojava xwe kerr dike.

Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe her tişt daye aliyekî û tenê bazar li ser qirkirina Kurdan e. Ji bilî Kurdan kesek jî li Tirkiyê ranabe û li ber vê neheqiyê ranabe. Ji bo wan jî kuştina Kurdan tiştek ji rêzê ye.

Neheqiya li Kurdan tiştekî asayî ye. Dema ku diaxivin jî dibêjin, ferqa me tineye. Heman tişt bi serê wan de nehatiye û rastî neheqiyeke wilo nehatine. Di encamê de jî ez dixwazim vê bêjim; yên îro çavê xwe li van neheqiyan digirin, heman tişt rojekê wê were serê wan jî. Wê demê bila qala mafê mirovan û demokrasiyê nekin. Heger mafê mirovan û demokrasî hebe, divê ji bo her kesî be. Heger ji kuştina Kurdan re bêdeng dimînin, wê demê ev yek li hesabê wan tê. Ew kes wê rojekê ji ber vê zilmê hesab bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.