Çarşikelta Milazgirê II.

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 17 Îlon 2020 - 23:00

Di resmiyetê de navê Milazgirê wek “Malazgirt” tê nivîsandin. Di dîrokê de tê zanîn ku Serwerê Xaldiyan (Urartuyan) Menuwa (Meluwa) (810 -785 B. M.) li vir bajararekî bi navê “Menuahina /Meluwaxîna” ava kiriye. Bingehê kelehê jî ji wê demê ve maye. Peyva “hîna /xîna” îro di zimanê me de wek “xane /xanî” tê bikaranîn. Yanê “Xaneya Menuwa” Bajarê Çarîkeltaya Milazgirê li ser girekî piçûkê berfireh hatiye avakirin. Navê bajêr li ba Romayiyan Manazkert, Di Ermenîkî de Manavazekert û di Erebî de Manazcirt e. Min di şiroveya navê Mazgirte/Dêrsim de ev mijara “kert” zelalkiribû. Ev ji lêkera “kerden /kirdin” tê û li Îranê jî gelek bajarên ku navê wan bi vê kîteya “kert” diqedin hene. Bi gotineke kurt nav ji “Menuwa” û lêkera “kirdinê” tê. Navekî kurdî - îranî ye. Demekê ji ber kelehê di nava gel de bajarê “Kelê” jî dihat gotin. Ew şiroveya navê Milazgirê weke; “me bi lez girt” tenê etîmolojiya gel e, têkiliya xwe bi rastiya nav re tine.
Di dema Ûrartuyan de ji navendên herî girîng yek jî Milazgir / Menuaxîna bû. Dibe ji wê be hemû rê di vir re derbas dibûn. Urartuyên di warê qanalan de hosta, di dema avakirina bajêr de li hawîrdor gelek qanalên avdanê çêkirine, hinên wan hê jî hene, lê bi piranî nayên bikaranîn. Me di mijara Çarşîkelta Xinzor û Marnûkê de nivisî bû rêya Ûrartuyan yek jî di ber van kelehan re derbas dibe. Ji wan rêyên antîk ya dev û devê çemê Arsînê (Muradê) diçe jî, li ber Milazgirê dibe du çelet, yek berê xwe dide Patnosê, yek jî berê xwe dide Tux û Tûşpayê.
Çarşîkelta Milazgirê di nava Taxa Menguçgazîya bajêr de ye. Demekê dirêj, jê re keleha Berber jî hatiye gotin, lê ev nav niha hatiye ji bîrkirin, hima bigire kes nizane. Ta niha şaredariyên bajêr bi baleke kûr nêzîkê kelehê bûne, ev remz û xemla bajêr bi awayekî taybet parastin e. Bingehê kelehê di dema Ûrartûyan de hatiye danîn: Avahiya dîwarên sûrên Çarşîkelta Milazgirê dişibe, sûrên Amedê. Dirêjahiya sûran 1750 metre ye, bi vê dirêjahiya xwe ve di nava sûrên mezin yên cihanê de cihê xwe digire. Li çaravêlê Sûrê gelek bircên Sûrê hene. Birca mezin ya li bakur weke avahiyeke gilover e. Arkolog di wê baweriyê de ne ku ev birc cihê fermandariya kelehê bûye. Avahiyên nava çarşîkeltayê yên kevn nemane, tenê bingehên wan mane, mixabin li vir jî lêkolînên arkolojîkê bingehîn pêknehatine. Beşa mezin kirine park û jê re “Parka Kelê” dibêjin. Li welêt wek parka herî baş tê zanîn. Li kêleka wê jî wek cihên pîrozbahî û raxistinan berheman hatiye amadekirin.
Sûr cih bi cîh wek dû sûrên paralelên hev dirêj dibe. Ev hebûna du sûran ya di paralêla hev de taybetiyeke xwerû ye. Ev awa sûr di keleh û sûrên cihanê yên din de nayê dîtin. Kevirên di sûra bingehîn de hatine bikaranîn di warê mezinî, teraştin û bikaranînê de rasterast dema Serwerê Ûrartuyan Menuayê Pîrê kelehan destnîşan dike. Piraniya kevirên sûrê bazaltên reş in. Ev cisn kevir, ji çiyayê Bilîcanê bigire hetanê Sîpanê tê dîtin. Di nava şerê Bîzansa û Îslaman de, bi taybetî jî bi hatina Tîmûrleng re beşekî mezin yê sûra Çarşikelta Milazgirê hatibû ruxandin. Dû re bi destê dînastiyên cûda hatiye restorekirin. Her wiha di dema hatina Rûsan de jî zirarek dîtibû û pişt re hate restorekirin. Li gel rastiya Sûra Çarşikeltayê, ferfûr, kûz, hîz, perçeyên hesin, şûr û alavên cûda yê li vir hatine dîtin jî dema Menua nîşan dike.
Piştê Ûrartûyan, Med û Persan jî ev Çarşîkelta bikaranîne. Xanephon jî di Anabasisa xwe de bi awayeke sipasdarî behsa Çarşîkelta Milazgirê û gelê heremê dike. Rewşa demê wiha radigihîne: “Gel li herêmê wek ezbetan dijîn, li gel sewalvaniyê çandiniyê jî dikin. Genim, ceh, sewze, goşt û hesp weke alîkarî dane me…”
Ewliya Çelebî jî di Seyhatnameya xwe de wiha şirove dike: “Sê aliyên kelehê bilind in, deriyekê wê yê li rojhilat dinêre heye. Ji kevirên birrî cihokên avê hene. Bax û baxçeyên wê ne ewqas navdar in, di dema êrişa Tîmûrleng de gelek dîwar hatine texrîpkirin. Bajêr di warê xanî û avadaniyên cuda de ne ewqas pêşketiye.... Ava bajêr û hewa wê wek ya zozanan e, gelê bajêr gelek xweşik in….”
Piştî van şirove û ragihandinan, pêşniyazek min ji xwinêran re heye: Divê yên derfetên wan hene, teqez carê biçin Milazgirê û vê berhema bav û kalan bibîne û bi kalên kalan serbilind bin. Hêvî dikim ku min kanî piçek jî be, ev berhema bav û kalan dabe nasandin. Bi hêviya em di keleheke din de hev bibînin. Bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.