Boçûnî Dr. Muhemed Bahîrî le ser Kuriş Laşayî

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 26 Mijdar 2022 - 00:21

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (152)

hsghazi@gmail.com

 

Bahîrî, dukturay huqûq û mamostay zankoy Taran, wezîrî dad le kabînekanî Esedulla 'Elem û Ce'fer Şerîfîmamî, cêgrî Esedulla 'Elem le wezaretî derbar, sikirtêrî giştî hîzbî restaxîz.

Gelalley mêjûy zarekî Iran. Nawendî lêkolînewekanî rojhelatî nawerrast zankoy Harvard

 

Pirsyarker: Hebîb Lacewerî

Wulamderewe: Muhemed Bahîrî

Bahîrî, kasêtî 25, 13-î ûtî 1982

 

Ew serubendey ke Huweyda sikirtêrî giştî hîzbî restaxîz bû Elahezret fermanî der kirdbû ke axay Huweyda felsefey şorişî Iran gelale bika. Axay Huweyda ew fermaney hêna defterî siyasî û gutî ewe emrî Elahezretî humayûnî ye.

Her çonêk bê ême têwe gilayn. Lew kare da çend kes ke diyalêktîkyan dezanî û deyanzanî diyalêktîk çîye  - felsefeyan xwêndbû. Pêm waye Dr.Wahîdî bû, Dr. Laşayî bû.

 

Dûwemî kê bû?

Laşayî.’ Erzit bikem emma le ser Laşayî. Xuşkî Laşayî le derbar da bû. Dr. Laşayî dezanî Laşayî le çirîkekan bû, legel Corc Hebeş û ewane karî dekird û be bergî dêwcame le Kurdistan karî dekird û wênekey Sawak bo minî nard be bergî Kurdîyewe û rîş û simêl. Laşayî le Taran degîrê. Xuşkî her ew demî pena debate ber xudalêxoşbû, 'Elem û xudalêxoşbû 'Elemîş bew şertey dest le rêgakey helgirê û îtir semîymane ...

 

Xanmî Laşayî pêm wabê serokî defterekey...

Mudîrî giştî teşrîfat bû – reîsî teşrîfat bû.

 

Eger kesêk katî le Elahezret wîstba  pêm wabê katî lew werdegrit?

Belê îtir, naweke sebt dekra dedra be reîsî teşrîfat – reîsî teşrîfat be 'erzî degeyand û duwaye ew xeberî deda be mîwanî resmî, ew bangêştinekan û namekanî be telefon îblax dekird. 'Erzit bikem, dîsan ewe bû be hîkayetî 'erzit dekem. Min rojêk gwêm le şitî xom degirt her delêm 'erzit dekem 'erzit dekem. Ewe cuwan nîye. Her çonêk bê xanimî Laşayî pena debate ber xudalêxoşbû, 'Elem, xudalêxoşbû 'Elemîş be şertêk ew tenbê bûbê hewil deda be rêgayekî ew perî 'adet da Laşayî rizgarî debê. Ewey ke delêm be rêgayekî ew perî 'adet  le ber eweye ke ew eşxasey ke dehatnewe û lay Sawak daway peşîmanî û tenbêyan dekird, Sawak be dem pêwajoyekî dûr û drêjewe ewey dekird bo ewey dilniya bê û her çonêk bû ewaney azad dekird. Belam Laşayî  ew pirose dûr û dirêjey tê neperandbû.

 

Ew piroseye çi bû?

Nazanim.

 

Cige le nûsînî peşîmanname, karêkî dîkeşyan dekird?

Bo desteber kirdinî zanyarîyekan nazanim raportekan û lem qisane. Be kurtî debû jêstî ewto bigirin ke nîşaney îxlas bê. Eweştan pê bilêm, le ser Perwîz Nîkxa, Sawak zorî bawerî hebû be nubûx û hoşî Perwîz û be minyan degut, ewe însanêkî ewperî suruşt e – Sawak xoy ewey degut. Belê Laşayî ber debê – Laşayî pizişk bû. Duwaye dê wekû pizişkî nexoşxaney derbar ke dewrey xizmetî serbazî xoy deguzerênê debê be memûrî sazmanî şahenşayî û xizmete komelayetîyekan. Belam xo ewan mûçe û hîçyan nededaye. Deçête destgay Rezayî, Rezayî şîrketêkî hebû be nawî şîrketî lûle sazî. Kirdbûyane berêweberî giştî ew şîrkete.

 

Nehate têlêvêzyon û îqrar bika.

Ba, ba, min yekem car serusekutîm le têlêvîzyon da dî û dîtim ke piyawêkî helkewtûye. Min nemdenasî – yanî ew şewey ke le têlêvîzyon da qisey kird û zor dûrudrêj qisey kird û be taybetî  gutî ke le naw utubos da bûm her nîgeran bûm bimgirin û xom nebûm. Yek lew hoyaney ke deygut boye hat û teslîm bû  û – jiyanî asûdey bo xoy şit kirdûwe yanî jiyanî salimî helbjardûwe – çawpêkewtinêkî zor serincrakêşî kird ew şewe, emin zorim pê xoş bû. Bo ser le beyanî – emin nemdenasî – telefonim kird bo xuşkekey û pîrozbayîm lê kird, hem le ber azadbûnî û hem lew ruwewe ke berastî birayekey piyawêkî helkewtûye. Belê – emin le pencahemîn salî seltenet da - her ew dewreyey seltenetî Pehlewî, emin şitêkim be estowe girt, ewîş ewe bû be boney ew penca salewe hêndêk raport û kitêb amade bikem. Yek lew şitaney ke fikrim lê kirdbûwewe [kitêbêk] bû le ser siyasetî muwazney musbet [siyasetî lengerî erênî]. Emin pêm xoş bû ew kesaney ew kare dezanin bîken û yek lewaney seretîm pê deda Laşayî bû. Le dûy Laşayîm, nard û pêm gut ke karêkî awa dekey? Gutî belê – emin amadem sebaret be siyasetî muwazeney musbet kitêbêk binûsim. Lewewe nasyawî ême legel Laşayî destî pê kird. Rojêk bew boneyewe ke hatbûwe lay min hawkat bû legel ewey min demwîst sikirtêrêkî giştî bo 'Lojyonî Xizmetkaranî Beşer' peyda bikem. Min pêm gut ke to debî be Sikirtêrî Giştî Xizmetkaranî Beşer? Hestim kird ke ew demî îdî le hawkarî kirdnî legel Rezayî zor narazî ye û ew karey pê xoş nîye. Katêk emin ew qiseyem legel hêna gorê, zorî pê xoş bû û tewaw geşawe. Gutim başe, emin debê le 'Elahezret îzin werbigrim. Katêk ke raportim da be xudalêxoşbû 'Elem, pêm gut emin pêşniyaz dekem ewe [mebest Laşayî ye] bibête sikirtêrî giştî yan ewey eger 'Elahezret bawerim pê deka min bo xom debme sikirtêrî giştî û ba ewe cêgrim bê û min berpirsyaretî dexeme estoy xom. 

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.