• Lay kitêbxaneke, dartaşêk hebû kelupelî naw malî durust dekrid.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(142)

Seretay durustbûnî Komeley Rencderanî Kurdistan

Lay kitêbxaneke, dartaşêk hebû kelupelî naw malî durust dekrid. Katêk (min û Daro) kewtîne mal durust kirdin duway salêk ziyatir le hawsergîrî, ew dartaşe nawmalekey bo kirdîn û tenya parey kelupelekanî lê wergirtînewe. Le jûrî nûsitnekeda sê şwênî nihênî bo şardnewey kitêb û bilawkirawe nihêniyekan bo durust kirdîn.

Zorbey biraderanî Komele û çepekan serdanî ew kitêbxaneyeyan dekrid. Bûbû be şwênî kobûnewe û yektirnasîn. Ke Daro bû be pêşmerge le salî 1974, kitêbxaneke moryan { elşem'ulehmer} lêda û daxira. Xoy ewey bo gêramewe ke le 1975 destigîr kira, le katî lêkollînewe le emnî Silêmanî û Bexdaş pirsyaryan derbarey ew kitêbxaneye lê kirdûwe.

Pêncem: her lew maweyeda le gerekî wezîrîye le şarî Bexda, Ruşdî 'Elî Şerîf xulêkî roşinbîrî kirdewe. Be heman şêwe em xuleş heftey yek roj bû û mawey çend mangêkî xayand. Xuleke wek kor wabû, babetekanî derbarey rewtî çep bû. Sereta rewanşad Ruşdî 'Elî Şerîf ke kesêkî zor şareza û zorîş roşinbîr bû û demêkîş nebû le Ewrûpa gerabûwewe, her care babetêkî bas dekrid û duwatrîş debû be giftugo. Korekan kirawe bûn û herkes bîwîstaye eytuwanî beşdar bê, katî destipêkirdin diyar bû, belam kotayiyekey diyarî nedekra be hoy giftugokanewe. 

Le kotayî da pirsyarêk dête arawe, behanekan çî bûn ke Mawiyet zal bû beser boçûnekanî naw ew grûpe marksîyane da? Le zorbey danîştine bê bername û be bernamekan basî lêwedekra, lewane çend belge û hokarêkyan dehênaye pêşewe:

1-Waq'î halî Kurdistan hawşêwey waqî'î halî Çîn bû, herdûla nawçeyekî nîmçe derebegayetî û nîmçe dagîrkiraw bûn.

2-Her dû nawçeke le heman rûwewe duwakewtû bûn, hem le rûy abûrî û hemîş le rûy kultûrî û roşinbîrîyewe.

3-Her dûla le wulatanî cîhanî sêyem ejmar dekran.

4-Ezmûnî guwastnewey şoriş le ladêwe berew şax û lewêşewe berew şar ke le Çîn taqî kira bûwewe, bo Kurdistan guncawtir û lebartir bû le rûy cêbecê kirdinewe.

5-Pênegeyiştinî prolêtarya (çînî kirêkar)  le naw şar û kemî jimareyan û nebûnî prolêtaryay rasteqîney şorişgêr le Kurdistan, way kird bû ke ezmûnî Çîn pesendtir bû bo Kurdistan, her weha peyrew kirdinî rijêmî kolxozat {herewezî kiştukalî} û rolî le bunyadnanî wulatêkî sosyalîst û deyan taqî kirdnewey tir guncaw û lebarbûn bo lay ême.

Emanew hendêk hokarî şikistî wulatanî tir le corî ezmûnî marksiyet way kird rêkixrawî marksî Lênînî, endêşey Mawî peyrew biken.

Bew şêweye le çend layekewe kesanî goşkiraw be bîrubawerî marksî Lênînî - endêşey Mawî peyda bûbûn û perwerde kira bûn. Belam perşûbilaw bûn û bûbûn be sê rewt. Şehîd Şehab û hawrêkanî rêçkeyan şikand û bîryan lewe kirdewe ke emane debê kobikrênewe. Sereta serdanî Mam Celalyan kird u mamîş pesendî kird.

Wek destipêk hendê bazney roşinbîrî dirust kira u be hemû layek ew kesaneyan kokirdewe ke hestyan dekrid detuwanin lew baznane da kar biken be nihênîyekî zorewe. Sereta nawî {şane} nebû, belkû pêyandewt {helqey seqafî} elqey roşinbîrî. Helbijardinî kesekan mericdar bû, le serûy hemûyanewe helgirî bîrubawerî marksî Lênînî bê û rewşit berz bê, le naw xelik da xoşewîst bê û nihênî parêz bê, legel rijêm yan dezgayekî sîxurî karî nekirdbê û amadey hemû egere metrisîdarekanî hebê.

Hendê lew biraderaney ke be marksî nasra bûn û le naw balî mektebî siyasî bûn, amade nebûn legel ew grûpe kar biken. Heyan bû Mawiyetyan be ladan daena le marksyet. Yekêk lewane Xalîd Dilêrî endamî mektebî siyasî balî mektebî siyasî bû. Xom çend carêk tûşî giftugo bûm legelya lew bareyewe. Sereta ta radeyek karîgerî be ser şehîd Ce'ferîşewe hebû. Hendêkîş lew marksîyane ew kareyan be karêkî metrisîdar daena. Heşyan bû çûne naw Partî Dêmukratî Kurdistanewe, hendêkîş danîştin û wazyan le siyaset hêna. Bo minîş be hoy karîgerî xulekan û şehîd Ce'fer û Daroy Şêx Nûrîyewe her weha wek binemaleş nasraw bûyn be çep.  Karêkî estem nebû çûnim bo ew grûpane û be asanî çûme elqe roşinbîrîyekanewe. 

Yekem kobûnewe wek destipêkî ew rêkixrawe marksîye, le malî kak Fereydûn 'Ebdulqadir kira be amadebûnî pênc kes {şehîd Şehab, Fereydûn 'Ebdulqadir, Fazîlî Mela Mehmûd,  Dilêr Sidîq û Fuad Qeredaxî}. Kak Fuad boy gêramewe û wutî "le wutwêjî yekem kobûnewe da basî peywendî ew grûpe û grûpî (Kak Newşîrwan Mistefa, Mehmûdî Mela 'Êzet û Heme Çawşîn) û amade bûnyan bo beşdarî kirdin lew kare da kira. Xoman biryarman da dest bekar bîn û karekanîşman dabeş kird. Her weha minyan raspard bo nûsînî bername û peyrewî nawxo û amade kirdnî bo kobûnewey duwatir û yek hefteyan bo danam. Le kobûnewey duwatir da Mam Celalîş beşdarî krid û debwaye heşt kes bên, belam duwanman {Kak Ref'etî Mela û kak Bekir Hisên} amade nebûn". Wek kak Fereydûn 'Ebdulqadir le bîrewerîyekanî xoy da basî kirdûwe; yekem duway girtinî zorbey biraderanî Komele û girtinî Daro û serkirdayetî, dîsanewe xom gwastewe bo Hewlêr. Rêkxistinekanî Komele şipirzeyî pêwe diyar bû û yekman needozîyewe be hoy nihênî zor û agadarnebûnman le karî yektirî û hendêk carîş yektirman neenasî. Renge min ziyatir kesekanim denasî be hoy ewey zorbey kobûnewekan le malî ême yan le malî şehîd Ce'fer bû. Legel şehîd Azadî biram û Nazenînî xuşkim ke ewanîş endamî Komele bûn, kewtîne xoman û hendê xelkman dozîyewe û hendê şaneşman durust kirdewe û peywendîman be Silêmanîyewe kirdewe. Duway lesêdaredanî ew sê qaremane, xelik û biraderan dehatin hem bo pirse û serexoşî û hem bo dûpat kirdnewey berdewamî û sûrbûn le ser rêbazeke. Îtir kesanêkman nasî ke pêştir be hoy nihênî rêkxistinewe nemandenasîn, peywendîman be wanîşewe kird û ewanîş peywendîyan pêwe kridînewe û ziyatir kobûynewe. Duway ewe herêmekan durust bûn û ewanîş lay xoyanewe peywendîyan bew biraderanewe kirdewe û carêkî tir rîzekanî Komele be şêwazêkî tir rêkxirayewe û kewtînewe cimucol.

Dirêjey heye...