Beşî kotayî nûsrawekey Nermîn ‘Usman

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 24 Îlon 2022 - 03:13

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (143)

Seretay durustbûnî Komeley Rencderanî Kurdistan
Lew maweyey ke zorbey biraderanî serkirdayetî le naw zîndan bûn, hendêk car, name yan raspardeyan pêda denardîne derewe bo lay komîtey herêmekan, zor carîş legel Pakîze xanî xêzanî kak Fereydûn 'Ebdulqadir, namekanman be nihênî ehênaye derewe, Daro û kak Fereydûn karî destî naw zîndanyan durust dekird wek zengyane û karî hewîr û namekanyan le naw ew kelupelane da deşardewe wek ewe wabû bo cuwanî kira bê, emeş demanhênaye derewe deman nard bo biraderan. Her lew maweye da min hendê çekim labû {kilaşînkof û demançe}, duway heresî şorişî 1975 şehîd Şehab û Daro û şehîd Azadî biram û şêx Nîhadî biray Daro çekekanyan be cênehêştibû û hênabûyanewe legel xoyan, êmeş beşêkman le Silêmanî le malî şêx Cenab, le pişt heywan le jûrî Daro, le jêr zewî û le naw grîs şardbûwewe û hendêkîşman le Hewlêr le naw baxî malî bawkim şardbûwewe be heman şêwe. Ke biryarî helgîrsandnewey şoriş le layen Komelewe dira, ewaney Hewlêrim teslîm be şehîd 'Elî Ame xan kird. Çekekanî Silêmanîşim teslîmî Goran Hisên Şalî kird û demançeyekwşim teslîm be Mela Bextyar kird ke ew kate le Silêmanî be nihênî berpirsî rêkxistin bû.

Nermîn ‘Usman 

Ta peywendîm be rîzekanî pêşmergewe le Tişrînî duwemî 1979, be nihênî û çalaktirîş karman dekird, xoşim bo nedegîra le polekan qisem bo xwêndkarekanim dekird û hewlim eda giyan û bîrî netewayetî û bergirîyan behêz bikem. Le ser ew qisane çend carêk sîxurekanî rijêm raportyan lêda bûm û çend carêk bangyan kirdim bo lêkolînewe û pirsyar kirdin, belam şitêkî ewtoyan la nebû cige le qise nebê, ta duwacar le Tişrînî duwemî 1979 hatin be duwam da û le qutabxane be otombêlî Emin birdimyane Emin û ew care kewtne hereşe û çawtirsandin û le hemû carêk ziyatir hêştimyanewe. Legel mamosta jiyan birabûyn ke ewîş ser be Hîzbî Şîw'î bû, ew serdeme kewtibûne girtinî şîw'yekan. Ew care hestim dekird îtir rizgarbûnim le destyan esteme, belam ke şew dahat her dûkmanyan berda. Maweyekîş bû Mam Celal namey bo Daro denard bo mebesî peywendî kirdin be hêzî pêşmergewe. Îtir her heman êware derçûyn û negeraynewe berdestî dujmin. Kar û çalakyekanman wek endamî Komele le şax û Surya û derewe corêkî tir bû, le şwênêkî tirî kitêbekem basim lêwekirdûn.

Her weha be hoy nihênî zorewe û tirs lewey jinekan netuwanin amade bin bo parastinî ew nihênîye qursane, beşêk le piyawekan ke kadîrî pêşkewtû bûn, belam xêzanekanyan le rêkxistin da nebûn û amadeş nebûn pêyan bilên. Be boçûnî xoşim delêm, rast e hendê lewane helgirî bîrubawerî marksî bûn, belam hêşta le jêr karîgerî 'eqilyetî komelge da bûn. Tirsî girtinîş tirsêkî gewre bû, ne wek le jêr eşkence da netuwanin xoragirbin û herweha tirsyan hebû newek destdirêjî bikrête seryan ke eweş wek heya çûnêk wabû bo kesukarî herçende le ser pirsî netewayetî û bîrubawerîş bê. Numûneşim bawkim, bew hemû pêşkewtûyiyey xoy ke hemû azadîyekî dabû pêman, belam katê Nazenînî xuşkim le zankoy Mûsil gîra û ew rojey beryanda, bawkim geyiştbûwe lay û pêy wutbû waz le zanko bihêne ba nekewîtewe ber destyan. Bawkim amade bû Nazenîn waz le pênc salî zanko bihênê, belam girîng eweye negîrêtewe. Hemûşyan le dirindeyî rijêm etirsan ke amade bûn hemû core eşkenceyek û rêgayek bekar bihênin be mercê danpiyanan werbigrin.

Yekêk lew babetaney ke çend carêk le kobûnewekan basman dekird ewe bû; aya pêwîst dekat beşêkman hebê bo jinan? Zorbey boçûnekan ewe bûn ke le qonaxî rizgarî netewayetî pêwîst bewe nakat lew core ciyakarîye hebê, debê hemû beyekewe karbikeyn.

Babetêkî tirî naw kobûnewekan ewe bû; aya bizûtnewey rizgarî netewayetî, bizûtneweyekî şorişgêrîye? Ke ewîş kêşeyekî tîorî û siyasî bû. Emane cige le tîorîyekanî Marks û Êngêls û Lênîn û çînayetî û nakokîyekan û deyan babetî tirî serdemyane, babetî giftugoy kobûnewekan bûn.

Leser boçûnî serkirdayetî û kadîre pêşkewtûwekan têbînîyekim bedî dekird. Hebûn ziyatir marksî bûn û kemtir be lay Mawiyet da deroyiştin û heşbûn deyanwîst Mawiyet rewtî Komele bêt û ziyatir cextyan le ser dekirdewe. Ce'fer 'Ebdulwahîd û Şaswar Celal ziyatir cextyan le ser marksiyet dekirdewe û kemtir wutekanî Mawîyan be kardehêna.

Nermîn ‘Usman, le ber tirîfey mang xewnekanî nîştimanman deçnî, çapxaney karo, Silêmanî 2019 laperekanî 157 - 175 

Dirêjey heye…

hsghazi@gmail.com

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.