Berxwedanê NATO têk bir

Aslan ASLAN nivîsand —

În 3 Îlon 2021 - 04:18

Di dîroka Kurdistanê de qonaxeke din a berxwedanê peyda bû. Ew jî berxwedana li binê erdê ye. Kurdan li çiya û deştan li ber xwe da. Li gund û bajaran serî hilda û niha jî ev berxwedan dewam dike. Asteke din a vê berxwedanê jî li binê erdê heye. Van çend salên dawî gerîla derbasî qonaxeke din bûye. Ji dema berxwedana Heftenînê û vir ve em pê dizanin ku li binê erdê jî gerîla li ber xwe didin. Êdî tunelên şer ên gerîla hene. Li Avaşînê di tunelên gerîla de şerekî giran heye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo karibe têkeve wan tunelan gelekî hewl da. Lê encam bi dest nexist. Dike û nake nikare xwe bigihîne tunelên şer. Ew tunelên şer bûne kabûsa dagirkeran. Li aliyekî gazên jehrê, li aliyekî çekên kîmyewî û li aliyekî jî bi balafirên şer û helîkopteran bombeyan dibarînin ser wan tunelan. Herî dawî jî bi benzînê hewl dan gerîlayên di tunelên şer de bişewitînin.

Berxwedana li binê erdê ya Kurdan wê ji Cizîra Botan jî were bîra we. Di jêrzemînên berxwedanê de jî Kurdan li ber xwe da. Dewleta Tirk dît ku nikare wê berxwedanê têk bibe, wekî Avaşînê agir berda jêrzemînan û ew berxwedêr şewitandin. Li jêrzemînên berxwedanê yên Cizîra Botan bi sedan kes bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Ev yek ne hêza dewleta Tirk, tirsa wê radixe ber çavan. Ji Cizîra Botan heta Avaşînê em vê yekê dibînin. Îro berxwedanek li binê erdê jî heye û dewleta Tirk ji gerîlayên binê erdê jî ditirse. Dewleta ku derfetên NATO´yê dane pişta xwe, berê xwe dide deverên gerîla û nikare encamê bi dest bixe. Wê demê ev têkçûna NATO´yê ye jî.

Bi hevkariyeke qirêj êrişê dibin ser herêmên gerîla. Ji hikûmeta Iraqê heta PDK’ê, gelek hêz bûne şirîkê vê hevkariya qirêj. Berê me digot, bila PDK nebe hevkarê dewleta Tirk, lê niha dev ji hevkariyê berdin, bûye şirîkê wan. PDK bi awayekî eşkere li cem dagirkeriyê cih digre. Li Xelîfanê, ev çend car in êrişê dibe ser gerîlayên Kurdistanê. Çend komên gerîla bi destê çekdarên PDK'ê şehîd bûn. Çawa ku dewleta Tirk li Sûrî çeteyan bi kar tîne, li Başûr jî PDK'ê bi kar tîne. Fermandarên PKK'ê gelek caran bang li PDK'ê kirin ku nebe hevkarê dagirkeriyê. Lê êdî ew qonax jî derbas bû. PDK xwîna Kurdan dirijîne.

Hinek kes dibêjin, PDK mecbûr e bike. Ew nikare li ber dewleta Tirk rabe. Jixwe kes vê yekê ji PDK'ê naxwaze. Ji ber ku heta niha PDK'ê fîşekek jî li dijî dagirkerên Kurdistanê neteqandiye. Her kesî ew nas kirine. Lê qet nebe nebe asteng li pêşiya gerîlayên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. PDK li aliyekî îstîxbaratê dide dewleta Tirk. Li aliyekî êrişî gerîla dike, li aliyekî jî dor li herêmên gerîla digire. Ev yek bi fermana dewleta Tirk çêdibin. Eger derdekî PDK'ê yê ji bo Kurdistanê hebûya, destûr nedida vê dagirkeriyê.

Îro keç û xortên Kurdan ji Zap, Avaşîn, Metîna heta Heftenîn û Xakurkê di şerekî giran de ne. Ew canfeda destnîşan dikin ku li binê erdê jî bin, ew ê li ber xwe bidin. Teknîk û hêza dagirkeran çiqas hebe jî nikare xwe bigihîne binê erdê. Rûpelekî din ê berxwedanê wê li dîroka Kurdistanê zêde bibe. Dîrok wê binivîsîne ku gerîlayên Kurdistanê li binê erdê pişta dewleta Tirk û NATO´yê şikandin.

Dîrok wê qala xayînan jî bike. Lê ew xayînên ku vê carê wê têk biçin. Ew xayînên ku her kes wê wan nas bike. Dîrok wê xiyaneta PDK'ê ya li dijî Kurdan binivîsîne û bibêje, li bavê xwe jî zêde kirin. Welhasil wê gerîla her tim şevreşka dagirkeran bin. Ji erd û ezman wê dagirker derba xwe bixwin. Yên ku di vî şerî de wê wenda bikin dagirker in. Lê xayînên Kurdan wê du caran wenda bikin. Ew ê rûreş û rezîl bibin. Neviyên wan jî wê naletê li bav û kalên xwe bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.