Berxwedana Rêber Apo

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:48

  • Rêber Apo di nava tecrîdê de rojbûneke din derbas kir. Li derve jî ji bo rojbûna Rêber Apo pîrozbahiyên bi heybet pêk hatin.

Rêber Apo di nava tecrîdê de rojbûneke din derbas kir. Li derve jî ji bo rojbûna Rêber Apo pîrozbahiyên bi heybet pêk hatin. Li aliyekî danîna şitlên daran, li aliyê din li ser fikr û ramanên Rêber Apo civîn û semîner çêbûn. Bi vê yekê, xelkê nîşan da ku Rêber Apo çiqasî azad e û bi wan re ye. Tenê di warê fizîkî de girtî ye, lê manîfestoyên wî li her derî ne. Jixwe Rêber Apo jî tîne ziman ku ew mirovekî azad e.

Lewma tecrîd çiqasî giran û dijwar be jî wê nikaribe pêşî li fikr û ramanên wî bigire. Gotin û ramanên wî li her dera cîhanê belav bûne. Bi milyonan kes li pey wî ne û li ser şopa wî dimeşin. Hêzên mêtinger jî ji vê yekê nerazî ne û lewma jî Rêber Apo tecrîd dikin.

Ji bo ku Rêber Apo têk bibin, her cûre polîtîkayê diceribînin. Bi komployeke navneteweyî Rêber Apo girtin, lê li zindanê jî dev jê bernedan. Komplogeran hesab dikir ku bi girtina Rêber Apo re wê tevgera azadiyê ya Kurd tesfiye bibe, lê wilo nebû. Berovajî wê, tevgera azadiyê li meydana navneteweyî gihîşt prestîjeke bilind. Lewma jî ji bo vê yekê komploger nesekinîn. Li girtîgeha Îmraliyê şerekî dijwar li dijî Rêber Apo dan meşandin. Tecrîd li ser tecrîdê, cezayên hucreyê, qedexeya hevdîtinan û her wekî din. Ji bo ku dengê Rêber Apo negihîje derve her tişt kirin.

Her wiha ji bilî tecrîdê, girava Îmraliyê ango girtîgeha Îmraliyê bi serê xwe devereke tecrîdê ye. Rêber Apo li ser pergala Îmraliyê di gelek hevdîtinên xwe de got, Îmralî proto-Guantanamo ye. Rêber Apo ji parêzerên xwe re gotibû, her pêkanîna ku dixwazin li Guantanamoyê bi pêş bixin, serê pêşî li Îmraliyê pêk tînin û encam digirin, piştre li Guantanamoyê tetbîq dikin. Yek ji xisûsiyetên girtîgeha Îmraliyê jî ew e ku jiyana li vir rojê 24 saetan di bin tecrîdê de ye, rewşa xwe ya sirûştî ji bo jiyana demdirêj xeter e ku ev yek bi raporên doktorên ku Ocalan muayene kirin jî hatiye destnîşankirin. Rêber Apo gotibû, ew Îmraliyê dişibîne 'çala mirinê' û destnîşan kiribû ku baweriya wî ya ji bo têkoşînê wî li ser piyan dihêle. Lewma jî ji roja destpêkê ve li Îmraliyê bi navê "Sekna li Îmraliyê" dest bi têkoşînekê kiriye.

Li girava Îmraliyê her tim şerekî dijwar heye. Ji sala 1999'an ve di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Rêber Apo li Grava Îmraliyê li dijî komplogeran, di pergala êşkenceyê de li ber xwe dide. 1´ê Adara 2007´an parêzeran li ser tayê pora Rêber Apo li labratuwaran lêkolîn kir û derket holê ku jehr danê. 12´ê Hezîrana 2007´an bi darê zorê pora Rêber Apo jê kirin. Ev pêkanîn, di Tîrmeha 2008´an de veguherîn êşkenceya fizîkî. Di Cotmeha heman salê de bi êşkenceyê gefa kuştinê li Rêber Apo xwarin. Car caran, ev tecrîd hate şidandin û carna bi awayên cihêreng dewam kir. Rêber Apo girava Îmraliyê weke çalekê û rewşa xwe jî weke kesekî li çarmîxê hatiye xistin, bi nav dike. Bi tecrîdê, hewl didin fikrên Rêber Apo yên neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk ên li dijî modernîteya kapîtalîst têk bibin.

Tevî ewqas tecrîd û êşkenceyê jî Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke çareseriyê û kir ku her tim heyetên dewletê biçin cemê. Ji wê giravê perspektîf û manîfestoyên xwe gihandin milyonan kesî. Bi vê yekê nîşan da ka ew çiqasî azad û berxwedêr e. Di her şert û mercî de Rêber Apo nesekinî û rewşa ku tê de her tim ji bo çareseriyê bi kar tîne. 24 saetên xwe li ser jiyaneke azad a Kurdan dimeşîne. Li girtîgehê bi dehan pirtûk nivîsandin û ew pirtûk îro bi gelek zimanan peyda dibin. Bi parêznameya "Manîfestoya Civaka Demokratîk" ku ji 5 cildan pêk tê, Projeya Neteweya Demokratîk pêşkêşî gelên Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn kir. Îro Neteweya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî bûye stûna jiyana azad.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.