Bersiva li dijî dagirkeriyê

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:50

  • Di televizyoneke Tirkan de ji bo reşkirina Kurdan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê rêzefilmek tê weşandin.

Di televizyoneke Tirkan de ji bo reşkirina Kurdan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê rêzefilmek tê weşandin. Ya rastî, ne tenê rêzefilmek, heta niha bi sedan rêzefilm û bernameyên li ser heman mijarê hatine çêkirin. Lê vê carê ji bo reşkirina Barzanî û herêma Başûrê Kurdistanê jî mijarek hebû. Vê mijarê bala gelek kesan kişand. Balkêşbûna wê jî hem hevkariyê bi hev re dikin û çawa dibe ku Barzanî û rêveberiya wan reş bikin. Di rêzefilmê de zirtê xwe li rêveberiya Barzanî dikin û dibêjin, Kerkûk û Mûsil a me ye. Her wiha wê rêveberiya heyî jî ji wan re nehêlin. Peyamên di rêzefilmê de wekî gef yan jî îşareta hin tiştan be.

Li ser mijarê ji rêveberiya Barzanî û malbata wî ti daxuyaniyek nehat. Jixwe, hatiba wê ecêb ba. Çawa dibe ku di filmekê de wan pîs bikin û bersiva wan tine be. Di şexsê Barzanî û rêveberiya wan de heqaret li Kurdan hat kirin. Lê bersiv nehat dayîn. Barzanî û rêveberiya wan bi vê yekê careke din li cem dagirkeran cihê xwe girtin. Heger bi rastî jî derdê wan Kurd û Kurdistan bûya, wê bersiveke xweş dabûna wan.

Lê ji liv û tevgera wan em dibînin ku tiştekî ji bo Kurd û Kurdistanê bikin, nemaye û heta niha jî tiştek nekirine. Dema ku rayedarekî PKK'ê rexneyan li PDK'ê dike, di cih de bersiva wan didin. Jixwe, di heman rojan de ango piştî nîşandana rêzefilma Tirkan, çekdarên PDK'ê dor li warên gerîla girtin. Dibe ku bersiva PDK'ê xweşkirina dilê dewleta Tirk be.

Divê êdî her kes rûyê Barzanî û PDK'ê bibîne. Çawa ku heta niha li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek nekirine, wê ji niha û pê ve jî tiştekî nekin. Yê ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, ew in. Yê ku li Şengalê bûn sedema qirkirina Êzîdiyan, ew in. Yê ku rê li ber dagirkeriyê vedikin û dibin sedema komkujiyan, ew in. Di rewşeke wiha de tiştekî wan bi Kurdan re nemaye. Kurdên didin pey wan jî xizmeta sûcên wan dikin.

Îro yên ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin, hene. Bi hezaran keç û xortên Kurd li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkan şer dikin. Ji bo parastina axa Kurdistanê xwîna xwe dirijînin. Ji bo ku Kurd karibin bi nasnameya xwe bijîn, ew in ên ku canê xwe feda dikin û bersiva dagirkeran didin. Ne Barzanî, ne malbata wî û ne jî rêveberiya wan heta niha fîşekek jî li dijî dagirkeriya Tirk neteqandiye. 

Berevajî wê hevkariya dagirkeriyê dikin. Ji bo ku Kerkûk û Mûsil bibe ya Tirkan hewl didin. Heger partiyeke Kurdistanî bûna, wê li dijî heqaretên Tirkan bersiva wan hebûya. Heger bersiva wan hebûya, wê demê her kesî wê ew hembêz kiribana. Lê wan aliyê xwe hilbijartiye.

Ew dixwazin li cem dagirkeriyê cih bigirin. Yê ku axa Kurdistanê diparêze, gerîlayên Kurdistanê ne. Heger ne ji wan bûya, dewleta Tirk wê saetekê jî PDK û Barzanî li ser desthilatdariyê nedihiştin. Ji ber hebûna PKK’ê, dewleta Tirk neçar dimîne bi PDK'ê re hevkariyê bike. Lê ev hevkarî nabe ku dijminatiyê li gelê xwe bike. Dorpêçkirina warên gerîla û hevkariya bi dagirkeran re xizmeta dewleta Tirk dike. Ew dewleta ku Barzanî û rêveberiya wî nas nake. Tevî vê yekê jî dengê xwe dernaxe.

Barzanî û PDK jî baş dizanin ku bi saya PKK'ê ew li ser wê kursiyê ne. Ji dewleta Tirk heta bi gelek hêzên navneteweyî ji ber hebûna PKK’ê, hesabê PDK'ê dikin. Barzanî û rêveberiya wan jî bi vê yekê dizanin. Lê yê ku bi vê nizanin jî gelek in mixabin. Îro hin Kurd hene, tên xapandin. Nabînin yan jî naxwazin bibînin. Di rewşa herî xerab de jî li pey PDK'ê disekinin. Yê ku dihêle heqaret li Kurdan were kirin, PDK û Barzanî ne. Yê ku bersiva dagirkeriya wan nadin, dîsa jî ew in. Kurd çawa didin pey wan kesan. Ji ber hebûna wan kesan, îro Kurd nebûne yek û welatê wan dagirkirî ye. Ji ber van kesan, xiyanet û xayîntî heye. Bersiva li dijî dagirkeriyê îro ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve tê dayîn.

Yê ku Kurdan û Kurdistanê jî azad bikin, ew gerîlayên fedayî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.