Bernamey Giştî legel rûnakbîranî hîzbî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 18 Adar 2022 - 22:12

  • Mam Celal zor hanî lawanî deda bo fêr bûn.

Bernamey Giştî legel rûnakbîranî hîzbî
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(117)
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)

Mam Celal zor hanî lawanî deda bo fêr bûn. Ew bûnî êmey be derfet zanî û pêşniyazî kird mangê carêk danîştin û kobûnewey bas û gengeşe rêk xeyn be beşdaray cewanan ke layenî perwerdeyî hebê. Ême pêşwazîman kird lew pêşniyazey. Mangê carêk be rêkupêk ew kobûnewane le jûrî Mam Celal xoy dekra ke nizîkey 20 – 25 nefer le cewane hîzbîyekanî Bexda û Silêmanî be gur û tînewe beşdarîyan têda dekird. Bernameyekî le pêşda diyarî kirawman bo ew danîştinane nebû, zor car gengeşe be pirsiyarekanî cewanan xoyan destî pê dekird û yan Mam Celal eger pêşawpêş babetêkî le ber çawgirtiba û be pêwîstî zanîba, basî lêwe bikrê pêşniyarî dekird. Hemwan le bas û gengeşe da beşdarîyan dekird û kak Newşîrwan le Farsî êmewe bo ewanîdî dekirde Kurdî û Kurdî ewanî bo ême be Farsî wer degêra. Le naw ême da ziyatir Kak Îbrahîm (Duktur 'Elî Sadiqî), Kak Qubad (Xusrew Sefayî) û Duktur Celal (Kuruş Laşayî) babete têorî û siyasîyekanyan rawe dekird û bo beşdaranyan şî dekirdewe. Ke beşêwey serekî le ser binemay ramanî Mao Tsê Tung bû. Encamdanî ew bernamane êmey lew cewanane ziyatir nizîk kirdewe û zorbeyan ziyatir legel ramanî Mao Tsê Tung aşina debûn û dirêjeyan deda be mutalay xoyan lew buware da. 

7- Hemû ew kesaney ke Mam Celalyan dîtuwe hemîşe le ser layene başekanî kesayetî wî cext dekenewe. Ezmûnî to çîye lew bareyewe?

Wulam: Emnîş ewe dadegirmewe û legel ew hemwane hawram. Mirovêkî şerîf, azade, zana, ehlî xwêndnewe bû û çend zimanî dezanî û xoşî be sosyalîst dezanî û hurmetêkî zorî leber bû bo Mao Tsê Tung. Berhemekanî xwêndbuwewe û lenaw cewanan da teblîxî bo dekird. Kesêkî be hoş, aza, wird, mêhrewan û xoş meşref bû. Hemîşe rûxoş bû û hezî le nukte bû. Le heman kat da be biryar û le cêy xoy da sextî degirt û car car şeranî bû.

Ewperî lutif û mehbetî legel ême hebû û hemîşe çawî besermanewe bû. Be taybetî legel Kuruş Laşayî ke zorî xoş dewîst û hurmet û rêzêkî zorî lê degirt. Mam Celal demançeyekî piçûkî zor be qîmetî hebû (nawî I.N.Bêrlîng yan şitêkî awa bû) ke kesayetîyekî girîng be diyarî dabûy be Mam Celal û nawekeyim webîr naye û zorî bo xoşewîst bû. Mam Celal ew demançeyey be diyarî da be Kuruş (Duktur Celal).

Ême ewanîdî hemûman koltman hebû. Kuruş ew demançeyey hebû.

Zor car katî pişû dan deçûyne jûrî Mam Celal û şewane şetrenc yan nerdênman dekird û ew wek 'adetî bû qijî serî be engustekanî ba deda û qisey xoş û nuktey şîrînî degêrayewe. Eger le kayeke da birdbayewe keyfî dekird û qaqa pê dekenî û eger dorandibay gizî dekird!

Gelî Kurd û dozî Kurd, doz û xemî serekî wî bû, le hîç koşişêk bo bergirî le berjewendîyekanî gelî Kurd û yarmetîdanî destî nedegêrrawe û le ast dujminan û xayinan be gelî Kurd be sextî radewista û şerî dekird, le beranber empiryalîsmî Emrîka û Sehyonîsm û koneperistanî nawçe, helwêstî rûn û be biryarî hebû. Be taybetî lêbirawane bergirî dekird le gelî Felestîn û legel zor le rêberanî rêkxirawe Felestînyekan lewane Corc Hebeş pêwendî zor nizîkî hebû. Her weha ew demî ke hêşta le Iran şoriş nekrabû, be tundî dijî axundekan û Xumeynî bû û wişdarî da be ême û pêy gutîn be qisey ewane helmexeletên, eger ewane deselat be destewe bigrin, ber le hemwan êwe le naw deben, zor sext le piştîwanî û teblîxatî ême bo Xumeynî ke le bilawkrawey "Sêtarêyê Sorx" da bllaw debûwewe tûre û nîgeran bû.

Belam ... Belam sed mixabin ke însanêkî awa kem nezîr bew helwêste rûnakanewe, be yarmetî û be destî empiryalîsmî Emrîka çûwe ser kursî serokayetî komarî 'Iraq. Her çend lew qonaxeş da xizmetî cêy serincî be gelî Kurd kird û her çend bo zorbey gelî Kurd û renge tenanet bo xoşî ewe şanazîyekî gewre bû ke le mêjûy 'Iraq da bo yekem car Kurdêk geywete piley serokayetî cimhûrî (Her wek çon bo Emrîkayiye Efrîqayiye pêst reşekanî Emrîka "şanazî" bû ke bo carî yekem le mêjûy Emrîka da pêst reşêk be nawî Obama bû be serokkomar!), belam bestranewe û desnêjayetî, nengêke ke mirovayetî pêşkewtû nay pejrênê, berastî heyf bo Mam Celal ke le kotayî jiyanî da xoy zaye kird! Belam yadî azîzî ta ew zemanî ke neçûbûwe ser ew kursîye le'net lêdrawe, her bexêr bê.

8-Aya êwe lew serdemî da tenya le rêgay Talebanîyewe legel dewletî 'Iraq pêwendîtan hebû, yan xotan pêwendî rastewxotan hebû?

Wulam: Ta ew cêyey ke min agadarm, hîç pêwendîyekî rastewxoman legel dewletî 'Iraq nebû, meger ew zemanî ke bo wergirtinî pasportî 'Iraqî bo derkewtin le 'Iraq naçar bûyn biçîne lay sazmanî emnî 'Iraq. Tenanet Mam Celal xoşî pêwendkarî ême nebû legel dewletî 'Iraq, belkû mamosta Zebîhî gişt karubarî êmey car car be pêy raspardey Mam Celal legel dewletî 'Iraq encam deda. Helbet ême wekû hemû pêşmergekan her kamman mangî 10 dînar parey nawgîrfanman le Partî Dêmokrrat werdegirt ke diyare serçawekey lew gujme pareyewe bû ke dewletî 'Iraq deyda be balî mektebî siyasî. Belam herçend ewe pareyekî zor nebû û leweş ziyatir ême le cêda lewê hîç xercêkman nebû, dûkanêkî ewtoş le Bekreco nebû ke bimanewê şitêk bikrîn (tenya cigrey taybetî Kak Qubad û tûtinî pîpî Laşayî û Parsanejadyan be pêy raspardey Mam Celal le Bexdawe dehêna). 

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.