Zirar Silêman Beg Dergeleyi (1927- 2018)
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 308(5)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
‘Di dawîde, serokwezîrê Azerbaycanê (Hesenov) pîrozbahî li wan kir û bi navê serokkomar jî pîrozbahî ji Mela Mistefa û encumena destnîşankirî kir, piştre bi Mela Mistefa re ket axaftinê û jê re got: Cenab, her çend em dest nadin nav kar û barên we, lê têbîniya min ev e ku rêberî û şîretên serokkomar di wê lîsteya ku hate xwendin de reng nedaye. Gava Mîr Hac guhê xwe da vê yekê ku divê rêberî û şîret hebin û jê re nehatibe gotin, di cih de tevlihev bû, yekser nameya îstifaya xwe nivîsand û derket û venegeriya. Yekser vegeriya kampa ya leşkerî ya li ber kenarê deryayê. Çend roj piştî îstifaya Mîr Hac (Ebdulrehman Muftî û Mihemed Necîb Berawarî û Silêman Beg) jî qesra encumenê berdan û vegeriyan ba Mîr Hac, ber bi kenarê deryayê (Kaspî), piştî wan jî (Rehîm Qazî û Elî Gelawêj) ew cih berdan, ew dengê bilind kêm bû, şahî û kêfxweşî bû xemgînî.[Zirar Silêman r. 161-163]
Di pêwendiyê bi rêjeya endamên wê komîteyê de, cudahî heye di navbera lîsteya Zirar Silêman beg Dergelêyî û lîsteya Mesûd Barzanî ku behsa konferanseke giştî û hilbijartina 14 kesan ji bo serkirdatiya siyasî ya Kurd dike, yanî 7 kes ji Kurdistana Iraqê û 7 kes jî ji Kurdistana Îranê:
Ji Kurdistana Iraqê:
Mistefa Barzanî, serok, 2. Şêx Silêman Barzanî, 3. Elî Mihemed Sidîq, 4. Mîr Hac Ehmed Akrêyî, 5. Silêman beg Dergeleyi, 6. Ebdulrehman Muftî Amêdî, 7. Mihemed Necîb Berawarî
Ji Kurdistana Îranê:
8. Seyd Ezîz Seyd Ebdulla [Şemzînî], 9. Rehîm Qazî, 10. Mistefa Selmasî [Şelmaşî], 11. Hesen Hîsamî, 12. Rehman Germiyanî, 13. Seyd Kerîm [Eyûbî]. 14. Kak Murad [Rezmawer] [Mesûd Barzanî. R. 234].
Li gorî belgeyeke parastî di arşîvên Komara Azerbaycanê de, berevajî gotina Jîgalîna û Mesûd Barzanî, rêjeya endamên komîteyê ne 7 an 14 kes, lê 11 kes bûye û ev rêje zêdetir bi agahiyên Zirar Silêman beg re li hev dike.
Di raporta Hesen Hesenov û sê kesên din ji serkirdeyên Partiya Komunîst a Azerbaycanê ku wekî nûnerên dewleta Azerbaycanê beşdarî vê konferansê bûne, derbarê serkirdatiya komîteya hilbijartî û taybetmendiyên wan wiha hatiye nivîsandin:
Agahî
Derbarê karê Komîteya Kurd de
Komîteya Kurd ji 11 endaman pêk tê ku 4 ji wan Kurdên Îranî ne û yên din Kurdên Iraqî ne û Mistefa Barzanî serokatiya wan dike.
Piştî damezrandina komîteyê çend civîn hatine kirin û bi giştî tê de mijarên rêxistinî hatine gotûbêj kirin.
Çalakiyên pratîkî yên wê komîteyê ji alîkariya bi Demokratên Azerbaycanê re ji bo derxistina rojnameya "Azerbaycan" û amadekirin û belavkirina gotarên propagandayî û daxuyaniyan bi zimanê Kurdî pêk tê. Hemû van karan bi giştî ji aliyê Kurdên Îranî ve bi serperiştiya Rehîm Qazî têne kirin.
Grûpa Mela Mistefa beşdariyeke wiha di karê pratîkî yê komîteyê de nake.
Pêwendiya di navbera Mela Mistefa û Rehîm Qazî de heta îro hê xerab û ne xweş maye û xuya ye ev sedema nebûna Mela Mistefa ye ji bo beşdariya çalak di karên komîteyê de.
Mîr Hac Ehmed, yek ji nêzîkên Mela Mistefa, nerazî ye ji rewşê, li gorî şîroveya wî, ji aliyê me ve baldariya pêwîst jê re nehatiye dayîn û baweriya siyasî jê re nehatiye kirin, daxwaza xwe ji bo guhastina ber bi navçeyeke din a Yekîtiya Sovyetê ve haniye zimên.
Komîteya Kurd bi berçavgirtina wê rewşa ne asayî, hewceyê alîkariya pratîkî ya rojane ya me ye, herwiha divê Mela Mistefa ji vê yekê tê bigihîje ku pêwîst e pêwendiyên xwe bi Rehîm Qazî re baştir bike û di karên wê komîteyê de beşdar be.
Pêwîst e bi Mîr Hac Ehmed re bê axaftin ji bo baştirkirina rewşa derûnî ya wî, di heman demê de dikare wekî kesekî ku baweriya bi xwe nîne bê dîtin.
Pêvek: Lîsteya endamên Komîteya Kurd û taybetmendiyên wan.
Îmza:Hesenov. H
Îbrahîmov. M
Yeqûbov. T
Îmîlyanov. S
20ê Adarê 1948
Lîsteya Komîteya Kurd
Agahî
1-Mela Mistefa Barzanî - Serokê komîteyê. Muçeyeke şexsî ya mehane bi 2000 rûbil ji bo wî hatiye danîn. Zimanê Rûsî dixwîne. Di bin serperiştiya wî de çend civînên komîteyê têkildarî pirsên rêxistinî ve hatine kirin. Ew, li gorî ku zêdetir girîngiyê dide çalakiya leşkerî ya li dijî kevneperestên Îranê, girîngiyê nade avahiyên rêxistinî.
Piraniya demê ew [Barzanî], Rehîm Qazî endamê wê komîteyê wekî lawêkî îhmal dike, ku tu ezmûn di jiyanê de nîne, herwiha xizmê nêzîkê serokê berê yê Kurd Qazî Mihemed e, ku Mela Mistefa pêwendiyeke xerab û ne xweş pê re hebûye.
Mela Mistefa di van dawiyê de dev ji axaftinên neyînî derbarê rewşa nebaş a xwe û Kurdên heveşîretê xwe berdaye.
2.Şêx Silêman Barzanî - Cîgirê serokê komîteyê. Muçeyeke şexsî ya mehane bi 1500 rûbil ji bo wî hatiye danîn. Pir mijûlê fêrbûna zimanê Rûsî ye. Beşdarî civînên komîteyê dibe. Di cîbicîkirina karên xwe de cidî nîne. Bi temamî di bin bandora Mela Mistefa de ye.
3.Rehîm Qazî - Berpirsê propagandaya komîteyê. Di medreseya partiyê de dixwîne û bûrsa xwendinê werdigire ku mehane 1200 rûbil dike. Bi çalakî beşdarî karê partiyê dibe, di nav de derxistina organa partiyê, rojnameya "Azerbaycan" (beşa Kurdî). Ciwan e û şareza nîn e û jêhatîbûna pêwîst di kar de nîne, bi berçavgirtina ku piraniya komîteyê ji grûpa Mela Mistefa pêk hatiye, ew di komîteyê de giraniyeke biryarder nîne.
4. Ezîz Şemzînî, - Berpirsê beşa rêxistinî ya komîteyê. Berê li zanîngeha bijîşkî dixwend. Niha dersê dide Kurdên eşîreta Barzanî, sûdê ji xwarina belaş werdigire. Heta sala 1948 bûrsa xwendinê bi 500 rûbil di mehê de ji Encumena Wezîran werdigire. Niha pirsa berdewamiya dayîna bûrsê jê re di proseya çareserkirinê de ye.
5.Mîr Hac Ehmed - Endamê komîteyê. Muçeyeke şexsî ya mehane bi 1500 rûbil ji bo wî hatiye danîn.
Beşdarî karê komîteyê dibe. Tu israr di karan de nîşan nade. Nerazî ye ji rewşa xwe û bi wê ramanê ku rewşa jiyana normal ji bo wî nehatiye dabîn kirin û ji aliyê siyasî ve bawerî jê re nayê kirin, bi eşkere daxwaza xwe ji bo guhastina ber bi navçeyeke din a Yekîtiya Sovyetê ve tine zimên.
6. Elî Gelawêj, 7., Kerîm Eyûbî – Endamên çalak ên komîteyên e. Ew her roj mijûlê karê partiyê ne û di medreseya partiyê de dixwînin û bûrsa xwendinê werdigirin û sûdê ji xwarina belaş werdigirin. Herdu jî pêşerojeke hêvîdar hene.
8. Ebdulrehman Muftî, 9. Mihemed Necîb [Berawarî], 10. Elî Mihemed [Sidîq] 11. Silêman Beg Bekir [Dergeleyî]
Endamên komîteyê ne, tu îsrar di karên xwe de nîşan nadin. Bi temamî di bin bandora Mela Mistefa de ne û fermanên wî bi cih tînin. [Her yek] muçeyeke mehane bi hezar rûbil ji bo wan hatiye danîn.
Hesenov, H
Îmîlyanov S
Yeqûbov T
20ê Adarê 1948
[ji bo deqa rûsî binehêre belgeya hejmar 8]
didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
13 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
3 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
19 kanûnê
Berevajî kirina Rastîyê
13 kanûnê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 kanûnê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
29 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
22 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
15 teşrînê