Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (75)
Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî  1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Muwafeqetî kird?
Keşkolî: Belê, biryar dira  emin bême Bexda û ew le Feransewe hengaw helênêtewe ta kû sefarîtî ewê  le Bexda  belgey pêwîstim bo der ka bo çûnî Parîsê.

Şewket: Le Kerkûk Ebû Êhsan serokî îdarey îstîxbaratit dît?
Keşkolî:  Ewim le Kerkûk dî û lebîrim çû amajey pê bikem sê roj le Kerkûk bûm û çawman beyek kewit, çunke debû îznî seferî min bo Bexda der bka. Ew deyzanî ser be 'eşîretekanim û 'Êraqîyekan, yanî berpirsanî Hîzbî Be's, hurmetêkî zorî 'eşêretekanyan le bere. Le cêda ewan zor xoşyan le hîzb û hîzb wazî naye û ziyatir rêz le nîzamîyekan degrin.

Şewket: Sebaret be cwêbûnewe le Hîzbî Rencberanîş qiset legel kird?
Keşkolî:  Leber ewey debû hoy çûnim bo Bexday pê bilêm, legel ew zor be giştî lew bareyewe qisem kird. Be ruwalet bûnim yan nebûnim le Hîzbî Rencberan da boyan bê tefawet bû. Belam eger be gwêyan geyiştba ke le hîzb cwê bûmetewe û hoyekî dîkem hêna ba gorê bo çûnim bo Bexda û lewêwe bo Feranse, dirdong debûn û lewane bû pêş be derçûnim bigrin. Boye pêm gut ke le hîzb cwê bûmetewe.

Şewket: Hîçî negut?
Keşkolî: Bawerî pê nekirdim û gutî: "Kake Simayil emin  siyasetî komonîstekan baş dezanim û be salan legelyan gewre bûm. Êwe bibir bibir nexşe û bernameyekî dîketan dariştuwe û leber ewey helumerc gorawe, detanewê be şêweyekî dîke çalakî biken."

Şewket: Ke wabû be biryarî toy zanîbû ke detewê le pêwendî legel 'eşîretekan da çalakî bikey?
Keşkolî: Ewe aşkra bû. Ew deyzanî ser be 'eşîretekanim û eger le jêr poşişî Hîzbî Rencberanîş da çalakî nekem dest le siyaset helnagirim.
Ber le malawayî, lemer qisekanî min gutî: "Ewane meseley xotane.  Belam le ser meseley Qeşqayiyekan hercore yarmetîyekî bitanewê amadeyn û le layen dewletî 'Êraqewe deselatî tewawim dirawetê rabgeyênim eger le layen xêlî Qeşqayiyewe, xanimî Huma Bî Bî legel çend nefer le Qeşqayşyekan bêne 'Êraq û dîdenîyek le wulatî ême biken, be baweşî awalewe weryan degrîn. "
Bew pêye karekey minî xêratir cê be cê kird û dîsan her wek rabirdû, be utumbîlêkî şexsî ke çend gerokî 'eskerî êskortyan dekird le Kerkûkewe hatme Bexda.

Şewket: Xirap nîye hêndêk le ser hoy cwê bûnewey to le Hîzbî Rencberan yan ewey lêy mabuwewe rawestîn. Serkoney rabirddu, ewîş le ser binemay be salan ezmûn be pêwîstî nêgatîv nîye. Ême zor car bo helênanewey her hengawêk pêwîstîman be pasawhênanewey têorîk buwe. Yekêk detuwanê kar kirdin legel Qeşqayiyekan bikate pasawî têorîkî hewcêyek ke dinederî rasteqîney wîstî cwê bûnewe le teşkîlatêk yan ew nirxaneye ke bawerî pêyan hebuwe û ewîdîş dirêje dan be wez'êkî bê serencam tenê leber ewey ke nelên destî le xebat helgirtuwe, pasawêkî dîkey bo dedozêtewe. Ewey mebestî mine, têgeyiştinî ew rastîyeye  ew katey ke Kurdistanit becê hêşt, dirêje danî çalakî be arastey berewpêşbirdnî xebatî Qeşqayiyekan, çi radeyek bû bo serpoş danan le ser diney rasteqîney to?
Keşkolî: Min le Kurdistan gutim ke îtir endamî Hîzbî Rencberan nîm û leber ewey endamî defterî siyasî bûm, eger wîstbam demtuwanî çi lewê û çi le Urûpa hemîşe legel jimareyek dirêje bidem be çalakî hîzbî  Rastîyekey eweye ke demzanî le naw Qeşqayiyekanîş da nedekra karêk bikrê, belam nemdewîst xoşim berperç bidemewe û hîwadar bûm renge bikrê le dahatû da karêk bikrê. Belam bo Qeşqayiyekan û bew araste da û nek le çuwarçêwey hîzb û karî hîzbî da. Emin rabirdûy xom berperç nademewe. Hemû jiyanim le gişt ew salane da legel hawrêyanim buwe û bizûtnewey çep binemaley mine. Cwêbûnewe le Hîzbî Rencberan yan ewey lêy mabuwewe, be rastî bo min be êş û jan bû, çunke bîst sal le pênaw Sazmanî Îqîlabî û Hîzbî Rencberan da şew û şewnixûnîm kêştibû. Belam îtir bê fayde bû. Legel eweşda hêşta dilim legel ew hawrêyaneye û arezûme biyan bînim. Belam ew car azadane û serbexo. Her kes be fikr û ramanî xoyewe ne ewey kesêkî dîke qisey xoy be sermanda zal ka.

Şewket: Katêk le Kurdistanî 'Êraq bûy hîç xeberêkit wergirt sebaret be çarenûsî hawserit û mindaleketan?
Keşkolî: Le Urûpawe dostan xeberyan nard bû le zîndan dan û hawserim be 10 sal zîndanî helpesêrdiraw hukim dirawe. Yek lew şitaney bom girîng bû ewe bû hewil bidem bo rizgarî ewan. Ber lewey 'Êraq be cê bêlim, legel Huma Bî Bîş pêwendîm kird û pêm gut ewe xerîkim berew Urûpa dêm. Zor xoşhal bû û gutî wextêk geyiştme Urûpa pêwendî pêwe bikem.

Şewket: Meseley pêşnyazî Ebû Êhsanit legel bas kird lemer bangihêştinî bo 'Êraq?
Keşkolî: Belê. Belam Huma Bî Bî gutî: Emin bême 'Êraq çi bikem? Ewane nîştimanî êmeyan bombaran kirduwe. Lew şere da be mîlyon neferyan birîndar kirduwe û kuştuwe. Emin çi karim be 'Êraqîyekan dawe? 

Dirêjey heye…