Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(60)



Beşêk le hewpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere



Şewket: Ke wa bê êwe le xanuwe wêranekanî Hîzbî Şîw'î 'Êraq da penatan girt?
Keşkolî: Le heman kat da debû serinc bideyn xanuwekan le gundekan nizîk nebin bo ewey eger hêrşî hewayî rûy da, sedemeyek we xelkî nekewê. Nuxteyekî dîkeş ke bo dûr bûn le gundekan girîngî hebû, meseley pêşmergan bû. Xalbe dehate pêşî ke pêşmergekan naçar bûn be mangan be bê hebûnî pêwendî cînsî le çîyakanda bijîn. Boye hewil dedra ta xanuwekan le gundekan nizîk nebin nekû weswese bin û karêk biken ke bibête hoy abrû çûnî girûpekeyan. Ladêyekanîş le wey ke rast nizîk nebin le pêşmergekan, hestyan be asûdeyî zîyatir dekrid û bo wêne le kanî aw hênan yan hat û çû le naw dê da. 
Helbet ewe hengawî ewto bûn ke wekû nerîtêkî giştî le konewe le berçaw degîran, û hemwan be pirênsîpêkî pejrêndiraw û tebî'yan dezanî. Bew manaye demewê bilêm tobzêtîyek le kar da nebû û pêşmergekan eger wîstbayan, deyantuwanî biçne gundekanî dewr u ber. Ne kes pêşî kesî degrit û ne îradêk degîra. Takuteray girûpe sîyasîyekanîş ke rê u şwênêkî exlaqî qursyan hebû ke le îdêolojîyekeyan awî dexwardewe, gîrugiriftî lew çeşneyan nebû. 

Şewket: Bo sazkirdinî xanuwekan debû serinctan dabaye ser çî?
Keşkolî: Xanûwekan debwaye le naw dar û dewen û be mîçî kurt saz bikrên. Ewe bo dapoşînî xanûwekan girîng bû, boye katêk demanewîst biçîne naw xanûwekan, debû dabêynewe. Terkî xanûwekeş ta radeyek jêr zewî bû, wate zewîman dekolî , dena derfetî rawestan nedema. Le dewrî xanûwekanîş cogeman saz dekrid bo ewey eger befir twayewe yan baran barî, xanûweke aw daynepoşê û şêy kemtir bê. Odekan tak tak bûn û holêkî gewreşman bo pêkhênanî kobûnewe saz kirdbû.

Şewket: Ajeldarîştan dekrid?
Keşkolî: Ajeldarîman ne dekrid, belam çend mirîşk û kelebabman hebû.

Şewket: Ey rizqtan çon amade dekrid?
Keşkolî: Le Qasmereş hemû şit hebû. Qesabî û nanewayî û dûkanî cor be cor saz kira bû. Kebabî û core hemamêkîşyan saz kirdbû û kalay qaçaxîş defroşra û dekirdira.

Şewket: Aya ew bazare le ber bûnî girûpe sîyasîyekan saz bibû?
Keşkolî: Na, lew bazare da qaçaxçîye Êranî û 'Êraqîyekan kalay xoyan bo firoş dadena. Le 'Êraqewe kelupelî êlêktironî, wek radyoy tranzîstorî û meşrûb û konsêrv bo Êran radegwêzra û le Êranîşewe parçe, kewş û poşak radegwêzra bo 'Êraq. Pêşmergekan yek le kiryare serekîyekanî ew şwêne bûn û ladêyekanîş lew bazare şityan dekrî yan berhemî gundaney xoyan lewê bo firoş dadena. Hêndêk le ladêyiyekanîş le bazarî Qasmereş kalayan dekrî û le Serdeşt yan şwênekanîtirî Kurdistan deyan firoşt û lew rêgayewe dirawêkyan dest dekewit.

Şewket: Ladêyîyekanî 'Êraqîş her ew şwênaneyan bekar dehêna?
Keşkolî: Le Nawzengî 'Êraqîş bazarêkî hawşêwey bazarî Qasmereş durust kirabû. Lew bazare da çekîş defroşra û dekirdira, belam le jêr çawedêrî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî Êran û Yekêtî Nîştimanî Kurdistanî da. Wate le her dû bazareke da beşî asayîşî her dû girûpeke çawedêryan dekrid be ser hemû şit da. Ewan gûmirgyan le qaçaxçîyekan destand û beşêk le dahatyan lew rêgayewe dabîn dekrid.

Şewket: Ew dirawey karî pê dekra çi bû?
Keşkolî: Riyalî Êranî û dînarî 'Êraqî. Mark û Dolarîş destawdest dekra û serafîş hebû bo gorînewey pare.

Şewket: Bernamey jiyanî êwe çon bû û şew u roj çitan dekrid? Aya tefrîh û rabwardinêkîştan hebû?
Keşkolî: Le serubendî ciyawaz da ciyawaz bû. Merheley yekem merheley xanû durustkirdin bû ke zîyatir le dû mangî pê çû û hemûman pêwey xerîk bûyn. Êstir û espman kirê dekird û ew daraneman pê degwêstnewe ke bo mîçî xanûweke kirîbûman. Yek dû kes demanewe û şorbaw û aş yan nîskêneyan lê dena û ewanîdîş xerîkî xanû durustkirdin bûn. Car car rojêk pişûman deda û cil u bergman deşt û hemamman dekrid. Cil u bergekanman le ber hetaw heldexist û her lewê demaynewe heta wişik debûnewe. Deberman dekirdnewe û degeraynewe.
Yekêk le hawrêyan berpirsî kirîn û amade kirdnî rizq bû. Cewanêkî Kurd bû be nawî Sîyaweşî Muderesî ke le Feranse xwêndbûy û bawkî le nîzamîyekanî payebilîndî erteşî Êran bû, Sîyaweş payekî şel bû kerêkî hebû pêy deçûwe Qasmereş û lewê rizqî bo girûpekeman amade dekrid.


Şewket: Legel zimanî Kurdî çitan dekrid?
Keşkolî: Kurdîş fêr debûyn. Çuwar kes le endamanî girûpî ême Kurd bûn û ewanîdîş hewlyan deda Kurdî fêr bin. Hêndêkan çak fêr bûn, belam ew kare be sistî deçûwe pêşewe, çunke ew Kurdaney ême ser u karman legelyan bû, hemû deyanwîst Farsî fêr bin. Her eweş debuwe hoy ewey ke karî Kurdî fêr bûnî takuteray girûpeke be kundî birwate pêşê.

Dirêjey heye…