Bayê azadiyê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 01:50

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê bayekî azadiyê tê. Ew jî bayê Partiya Çep a Kesk e. Namzetên parlementeriyê û xebatkarên partiyê bi şev û roj li qadan dixebitin. Atmosfereke zindî û performanseke bilind heye. Coşa gel a hilbijartinê jî di asta herî jor de ye. Dema mirov li dîmenan dinêre, dikeve nava wî bayê azadiyê. Ew bayê azadiyê xwe li me jî digerîne. Namzetên vê carê pirraniya wan jin û ciwan in. Ruhekî nû û mejiyekî ciwan diçe meclîsa Tirkiyê. Beriya bi 20 yan jî 30 salan li meclîsa Tirkiyê ciwanek jî tinebû. Dema ku me li meclîsê temaşe dikir, tenê kal û pîr hebûn. Lê bi siyaseta Kurdan re meclîsa Tirkiyê jî guherî. Parlamenterên herî ciwan ji partiya Kurdan çûn meclisê. 

Kevneşopiya siyaseta Kurd gelek tişt guherandin. Rengê siyasetê û birêveçûna wê guherî. Êdî siyaset bûye karê ciwanan. Ev yek jî bi saya siyaseta Kurdan bi pêş ket. Partiyên Kurd bi siyaseta xwe cih da tevahiya rengên Tirkiyê. Ji her beşa civakê, ji her nasname û baweriyê nûner li meclisê bi cih kir. Ev yek tenê bi destê HDP'ê pêk hat. Beriya wê tiştekî bi vî rengî tinebû. HDP'ê di heman demê de ruhekî şoreşgerî bi pêş xist. Heger îro partiyên çepgir karibin têkevin meclîsê, ew jî bi saya HDP'ê ye. HDP'ê ew cesaret daye wan partiyan û îro ew jî dikevin hilbijartinê. Siyaseta Kurd di vê oxirê de gelek berdêl dan. Endam û rêveberên wê hatin qetilkirin. Parlamenter û şaredarên wan hatin qetilkirin. Tiştek nema ku bi serê siyasetmedarên Kurdan neanîn. Hin ji wan hê jî girtî ne, hin ji wan jî sirgûnkirî ne. Bi saya vê, ked û fedekariyê ye ku siyaseta Kurd gihiştiye merheleya serketinê.

Kesên îro di siyaseta Kurd de cih digrin, divê zanibin bê li ser mîrateyeke çawa ne. Di vê riyê de gelek kes hatin û çûn. Hin ji wan ji destpêkê heta niha bi partiyê re ne. Hin ji wan veqetiyan û ketin ser riyeke din. Hin ji wan xwe dan alî. Lê dîsa jî ev têkoşîn nesekinî. Yên vê têkoşînê li ser piyan digrin jî mirovên herî fedekar in. Di rojên zor û zehmet de jî xwe nedan alî. Heger îro ew ciwan ji vê partiyê dibin namzet, divê hay ji vê kevneşopiyê hebin. Dema ku di vê mijarê de baldar bin wê bêhtir karibin serketî bin. Na heger tenê ji bo parlementeriyê kar dikin, wê demê temenê wan jî wê ne dirêj be. Siyaset karekî giran e û berdêl jê re divê. Ew kesên îro bûne namzet, dibe ku sibê di girtîgehê de bin. Ji ber ku mînakên wê hene. Yên di vê riyê de dimeşin, berdêlan didin. Divê van tiştan jî bînin ber çavê xwe. Siyaset ne tenê çûyîna meclisê ye. Kesên dixwazin xizmetê bikin, her qad cihê xizmetê ye. Tenê bila ji dil bin, ew bes e. 

Partiya Çep a Kesk jî li ser kevneşopiya siyaseta Kurd, berê xwe dide meclisê. Lê vê carê mesele ne tenê çûyîna meclisê ye. Li aliyê din têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî heye. Heger Partiya Çep a Kesk bi hêz biçe meclisê, wê desthilatdariya faşîst jî têk bibe û bibe muxalefeta sereke. Wê demê li Tirkiyê em dikarin qala demokrasî, edalet û azadiyê bikin. Tenê siyaseta Kurd dikare qedera Tirkiyê biguherîne. Ew partiyên din û kesên derdikevin jî dewama Erdogan in. Zêhniyeta wan û siyaseta wan yek e. Ji bo wan divê Kurd bindest bin û dengê xwe dernexin. Yanî li gorî wan tevbigerin. Lê êdî ew dem derbas bû û kesek nikare bêyî Kurdan hesabê xwe bike. Coşa niha ya li qadan jî nîşaneya wê ye. Kurd êdî bi xwe bawer in û dizanin ku bi wan tiştek çêdibe. Kurd dizanin ku dikarin qedera Tirkiyê destnîşan bikin. Ev yek di hilbijartinên derbasbûyî de jî îsbat bû. Îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bayekî azadiyê tê û kî têkeve ber vî bayî, ew jî ber bi azadiyê ve dimeşe. Va ye Partiya Çep a Kesk tê. Qefle bi qefle tên û wê dawî li vê pergala faşîzan a Tirkiyê bînin. Bi siyaseta Kurdan re Tirk jî wê tehma azadiyê bikin. Çawa ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe beriya bi 41 salan gotibûn, bijî biratiya gelê Kurd û Tirk, îro jî heman gotin hene. Partiya Çep a Kesk li ser şopa wan çepgiran û şoreşgeran dimeşe. Îro jî xeyalên wan pêk tîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.