Barudoxî Bêhdaştî u wez’î jinan le ladê

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 5 Mijdar 2021 - 23:23

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî, 
Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd Şewket, Çapî yekem:1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî    

Şewket: Xelik çi core nexoşîyekyan hebû?
Rîzwanî: Duktur Aram deygut: "Zorbey nexoşekan mindal û jinanin. Mindalekan zigeşoreyane û jinekanîş nexoşî cînsî û kargî. Nexoşî cînsî lew ruwewe ke hêndêk le pêşmergekan katêk deçûne şarekan legel leşifiroşan cût debûn û tûşî nexoşî cînsî debûn. Le hatnewe da, eger hawserêkyan bû ba nexoşîyekeyan bo ew radegwêst. Belam nexoşî kargî le naw jinan da ziyatir bû le nexoşîye cînsîyekan û derman kirdinîşî dijwartir bû. Hoy ewe bû awedest degmen heye. Jinan, be taybetî şewane le tewîlekanda mîz deken ke terkyan pire le tepaley ga û mer û teb'en baktirî û mîkrobî cor be cor. Nizîk bûnewey bedenyan le terkî erzî û ew terşuhey dekrê, xalbe debête hoy girtneweyan. 'Îlac kirdin be dermanîş faydeyekî ewtoy nebû, çunke dîsan deyangirtewe û le akam da nexoş dekewtin."

Şewket: Ew çi rîgaçareyekî pêşniyar dekird?
Rîzwanî: Duktur Aram pêy wa bû, baştirîn rêgay pêşgîrî, durust kirdinî awdest bo ladêyiyekane ke bo ew kare be dercey yekem rakêşanî rezayetî melay dê pêwîst bû. Ke wabû ko bûynewe û legelî çûyne dîdarî melay dêyeke û şitekeman bo şî kirdewe. Katêk qisekanî duktur Aramî bîst, kemêk rama û gutî: "Êwe rast deken, belam be dûrî dezanim, xelik awdestî giştî bekar bênin, legel eweşda min qisem nîye, eger pêtan waye, ewe yarmetî deka dest be kar bin". Her awaşman kird.

Şewket: Hîç netîceyektan wergirt?
Rîzwanî: Hîç netîcey nebû û ew awdestaney durustman kird, kes dekarî nekird, piyawan le heway azad û jinan le naw tewîle seretyan da be ser xizmete leşsaxîyekanî ême da. Katêk le piyawekanman depirsî boçî awdest dekar naken, wulamyan ewe bû ke "le heway azad da xoşîyekî tirî heye".  Legel jinanîş nedekra basî ew core şitane bikrê.

Nimûneyekî dî dû kanî bû ke yekyan jinan û ewîtir piyawan kelkyan lê werdegirt. Awî kanîyekan hêndêk xwartir derja cogeleyek. Yek le serewe hemamî dekird û yekî dîke le xwarewe qap û qaçaxî deşut. Hewzêkî piçûkîşyan durust kirdbû ke be ruwalet awekey şîrewgerim bû. Qa'îde wa bû piyawan duway dest têkel kirdin beyanan zor zû lew hewzokeye da xuslyan der dekird û kemêk direngtir nore degeyişte jinan. Le sermay zistan ya germay hawîn da ew resme her wa hebû. Nuxtey serincrakêş ewe bû xawlîyan nebû. Cilkekanyan da dekend, deçûne naw aw, dehatnewe derê û her heman cilubergyan deber dekirdewe.  Emin le tewawî Kurdistan bo nimûne xawlîyekîşm nedî.

Şewket: Pêwendî êwe legel ladêyiye kurdekan çon bû?
Rîzwanî: Le yekêk le dêyekan legel jinêk aşna bûm ke nanî depêşt. Yekem qisey eme bû ke wek kurdekanî dî deywîst jinim bo bênê. Deygut: "Bihêle ba jinêkî başit bo peyda kem, çêştit bo lê denê, cilkekanit deşwa, kurit bo dezê û lebert heldestê." le Kurdistan her ewe bes bû lêw bibzêwî û bibye xawen jin.

Jiyanî jinan le ladêye kela kewtûwekan musîbetêkî seyr bû. Peyta peyta mindalyan debê û agadarî le mindalan û ga u merumalat deken. Mindal xistnewe bo sazkirdinî hêzî kar girîngîyekî zorî heye û ta hêzyan deber dabê mindalyan debê û mindalekan eger kiç bin, hêşta mindalin ke mindalyan debê. Jinanî awa debînî le temenî bîst û çend salî da didanêkîşyan de zarî da nemawe, ke be pêy qisey duktur Aram, ewe le ber mindal bûnî berdewam, û nebûnî kalsîyom e. Pêştin û nan lênan û qap û qaçax şutin û hênanî awridû û êzîng be estoy ewane.

Webîrm dê carêk mindalêkî piçûkim le baweş kird û le cogeyek perandmewe. Lepir jinêkî kurd pêy gutim: "Kak 'Elî ewe karî to nîye, bo wa dekey? Ewe karî piyawan nîye". Nerît şikênî le Kurdistan le kifrî îblîs xiraptir bû.

Carêkî dîke le jinêkî ke demnasî pirsyarim kird "xuşkê, boçî mêr deket hewêy be ser hênawî?" Le wulam da gutî: "Bo xom bom hêna, le ber ewey îdî ew hemû karem pê nedekra. Hewelê ke zewacman kirdbû, cige le çend ser ga û mer û xanûyekî piçûk hîç şitêkî dîkeman nebû. Belam êsta wez'man zor baştir buwe. Nan pêştin, manga û mer doşîn, mast û penîr durust kirdin, qap şutin le ser çomî, cê raxistin û nwên kokirdnewey mîwan, gewre kirdinî 5 - 6 mindalî ser be koçke, karî bêstan û wîşk kirdnewey kûleke û bayincan û hezar u yek giriftî dîke natwanim be taqî tenê cê becê bikem."  Katêk ew qisaney dekird, bîrm kirdewe ta ew katey ke zordarî le ser jinan helnegîrê, Kurdistan rûyekî xoş be xoyewe nabînê.

Şewket: Rabwardintan çi bû?
Rîzwanî: Rabwardinî girîngî ême werziş bû. Beyanan zor zû rast wek rêwşwênêkî ke le serbazxaneyek da berêwe deçê, serî se'at le xew heldestayn û werzişî ser le beyanî destî pê dekird û şewaneş serî se'atêkî diyarî dexewtîn. Car car be tenîşt  cogele awêkewe agrêkman dekirdewe û le tenekeyek da awman gerim dekird û cilubergekanman deşut yan hemamman dekird ke çêjêkî zorî hebû. Car carîş deçûyne Qasmereş ke lew berî sinûr le 'Iraq helkewtibû û kebabêkman dexward ke xoşîyekî taybetî hebû. Rawe masîş herçend her carêk hel kewit le bîr nakrê.

Dirêjey heye ….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.