Ji ber ku ev mijara Avşara Êzdî bi vê herema pîroz KANDAHAR /Wanê ya rast a ku di bîr û baweriya gelê me de zindî ye û bi mîrîtiya Kok Axayê Êzdî re têkildar e, her wiha belgeyek ji bo baweriya gelê me ya qedîm e, ez ê îro weke nivîseke awerte vê mijara „Avşara Êzdî“ vekim. Hetanê em erdnigariya ku çand û baweriya me li ser pelqijiye, xweza û mejî xemilandiye baş nasnekin, emê nikanibin rastiyên xwe jî baş têbigihîjin. 

Ev Avşara (şelale) Êzdî li bakurê bajarê Bergirî/Muradiye yê ye. Dema mirov 4 – 5 km ber bi Çaldiranê ve diçe, berê bigîhîje keleha qedîm ya Bergirî, li ser piyê rastê pira dîrokî ya li ser çemê Bendermahî heye. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, gelê herêmê ji vê pireyê re „Pira Êzdî û Pira giyana xirab“ jî dibêjin. Hin xortên bi hestên netewî jî bi zanistî û bîra netewperwerî jê re „Pireya Tawisîmelek“ dibêjin. Gava mirov berbi gundê Mûçê /Moca (Kemerköprü) ve diçe, piştî derket dîharê girê li ser pireyê re, kanyoneke mezin (Baxirên hêrifî /Kendên zinarîn) li bakurrojavayê gundê Muçê xuya dike. Avşara Êzdî li ser wê kanyonê ye.

Ava avşarê tenê biharan û dema baran dibare gelek gurr û bi dengek bilind çir dike, havînan gelek caran tê ber miçiqandinê. Ava wê ji berpalên Çiyayê Êzdî dertê. Çiyayê Êzdî berbi rojava dirêj dibe, tere digêhêje çiyayê Kesrokê (Esruk). Ev çiyayê Êzdî hê jî di nava gelê herêmê de pîroz e. Gelek kesên li herêmê dijî, bi taybetî di meha Newrozê de (21 adarê roja Newrozê dest pê dike -18 nîsanê piştî Çarşemiya sor diqede) derdikeve ser girên Çiyayê Êzdî û dirozên (duayen) xwe bi baweriyeke giyanî digîhînin pîroziyên ezmanan. 

Kanyona ku baxirê avşarê li ser diherike jêr bi awayekî tîpa „V“ ya vekirî ye, çep, rast bi qasê 300 metreyî dirêj dibe. Ava avşarê di navenda  wê „V“ yê de ji 40 metreyî wekî çirika aş tê xwarê. Cîhê ku av dadikeve erdê jî golekê pêkhatiye. Her çendî gelê herêmê bûye misliman jî hê jî hin ji gelê me yê heremê bawer dike ku kî xwe di bin wê ava vşarê de bişo, ji gunehên xwe paqij dibe. Li gel wê tê bawerkirin ku periyên giyanpaqij xwe di bin wê avşarê de dişon. Yanê ji pîroziya dema bav û kalan ti nirxeke xwe wenda nekiriye. Bes gelê me yê xwediya baweriya Êzdayetî hê vê rastiyê nizane. Li gel wê rastiyê divê ev jî teqez bê gotin: Mixabin ku hin meleyên bi mejiyê diyaneta tirk jî ji bo avşara bi rengê dîroka me, dibêjin ji ber ku ev cihê perestina Êzdiyan e, vê Avşarê ziyaretkirin ne durist e, guneheke herî mezin e.

Hêjayê gotinêye ku mirov bêje, Ew newala ava Avşara Êzdi tê re tê, berbi bakurrojava dirêj dibe, hetanî Geliyê Sor yê di navbera çiyayê Kesrûk û Çiyabizê (Tirk „Kêçîkiran“ dibêjin, hin kesên heremê gotin em jê re „Çiyabiz“ dibêjin. Dibe Çiyasor jî be.) dirêj dibe. „Li ser pirs ev navê sor ji ku tê? Çima sor?“ Hin gundiyan gotin ev nav ji dema komkujiya Kurdên Êzdî yên salên 1830 -1850, hinan jî gotin; „Na ev ji komkujiya Rûsan û çeteyên wan maye. Yanê li vir xwîn herikiye, lema jê re „Geliyê Sor“ dibêjin. 

Niha dewleta tirk bi fermî navê „Avşara Êzdî“ guheriye, kiriye „Yaşar Kemal şelalesî“ Navê gundê bavê Yaşar Kemal (Kemal Sadik Gökçelî) Ernis e. Ew jî gundekî Muradiyeyê ye û di devê Deryaça Wanê de li ser rêya Ercişê û li ber Çiyayê Sor (Çiyabizê) e. Gundê Ernîsê li Rojavayê Avşara Êzdî ye. Navbera Ernîs û Avşara Êzdî bi pîvana hewayî bi qasê 12-15 kilometreyî ji vir dûr e. Jixwe dagirkeran navê hemû newal gelî, gund, kevir û darên me guherîne. Lê ya baş ev e, ji bo vê şelalê navê Yaşar Kemal hê jî rûneniştiye û wê rûnene jî.

Gelek zelal e ku baweriyên gelê me, hem bingehê giyana xwe ji xaka me digire, hem jî ji serdema Girê Mirazan (12000 sal berê) heta vê roja me rengê xwe neguheriye tenê dewlemend bûye û berfireh bûye. Bes xwerû jî di serdema vê dagirkeriyê de bi baweriya ereban gelek tiştê me guherîne. Ji bo ku cardin li ser wê xakê şîn nebe, ne tenê demografya, hewldane ku xwezayê jî biguherînin. Bi hêviya vê rastiye têgîhîştinê û em bikanin bi hev re bi awayekî bijûn bigihîjin gotara li ser kelaheke din, bimînin di nava xweşiyê de.