Amojgaryekanî Mam Celal bo Keşkolî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 11 Kanûn 2020 - 23:46

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (58)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Legel Talebanî çitan hêna gorê?
Keşkolî: Talebanî dîsan amajey kird be rabirdû, be wey ke Hîzbî Rencberan ta ew zemaney ke be aşkira nekewtibuwe ber guşar û serkutî Cimhûrî Îslamî, her wa berdewam bû le ser dîfa' le hukûmet. Ew lêy zîyad kird û gutî, ew helsukewte kardanewey nerênî lê kewtuwetewe le lay girûpe opozîsyone Êranîyekan. Tesîrêk ke ta maweyekî zor berdewam debê. Be bawerî Talebanî, Hîzbî Rencberan debû be derecey yekem rexne le sîyaset û kirdewekanî xoy le rabirdû da bigrê û serkoneyan ka.
Şewket: Aya le ser ew bawere bû ke rexne le rabirdûy Hîzbî Rencberan bese bo goranî helwêst û bîrî rêkixrawekanî opozîsyon le ser êwe?
Keşkolî: Na be hîç cor. Talebanî deygut, le her derfetêk da sebaret be ême legel Qasimlû qisey kirduwe. Belam Qasimlû tenanet amade nîye bo muzakere legel Hîzbî Rencberan danîşê, çi dega bewey ke yarmetî ew hîzbe bida. Le ser ew binemaye, Talebanî le ser ew bawere bû ême debê be qûlî be rabirdûy Hîzbî Rencberan da bêynewe û nek wek karêkî taktîkî û ruwaletî. Ew deygut be taybetî hêzêk heley kirduwe ke aşnayî hebuwe legel Kurdistan û mêjûy xebatî gelî Kurd û hawşanî ewan xebatî kirduwe. Hêzêk ke bê tecrube û xerîbe nebû le gîrugriftekanî gelî Kurd ca boye tûşî heleyekî zor qurs hatuwe.
Şewket: Cige lewe çi pêşnyarêkî konkirêtî hebû?
Keşkolî: Deygut debê helumercêk pêk bihêndirê ke Hîzbî Rencberan bituwanê legel Qasimlû muzakere bika û boxoşî be hemû hîzî xoy bo pêk hênanî helumercêkî ewto tê dekoşê. Duway ewe debê legel Komeleş giftugo bikrê û legel Şêx 'Êzedîn Husînîş bo ewey be kirdewe û hengaw be hengaw nizîkî saz bê.
Şewket: Sebaret be pêwendî legel girûpekanî dî bîr u ray çi bû?
Keşkolî: Deygut girûpekanî dîke dekewne merheleyekî dîke. Ewey ke girînge başbûnî pêwendî Hîzbî Rencberan legel ew dû hêze gewreyey Kurde.
Şewket: Sebaret be pêwendî legel  'Êraq pêşnîyarî çi bû?
Keşkolî: Le ser 'Êraq bawerî wa bû tewawî hêze Êranîyekanî ke le Kurdistan amadene, pêwendîyan heye legel ew wulate û le 'Êraq yarmetî malî û çek u çol werdegrin û ew pêwendîye rêkxirawe Kurdekanîş weber degrê. Be ray Talebanî ewe şitêkî asayî bû, çunke hêzekanî opozîsyon legel zor dijwarî berewrû bûn û debû le nakokî nêwan Êran û 'Êraq kelkyan wergirtba le ser ew binemaye pêşnîyarî Talebanî be ême ewe bû legel dewletî 'Êraq pêwendî bikeyn.
Şewket: Ray êwe çi bû?
Keşkolî: Le rabirdû da, wate le seretay damezranî Sazmanî Înqîlabî û salekanî duway ew, katêk ke le Kurdistan xebatman dekird, dijî helênanewey hengawêkî ewto bûyn. Pêman wabû ême rewtêkî şorişgêrîn û dewletî 'Êraq hêzêkî koneperiste û bew pêye pêwendî legel 'Êraqman weduwaye dedawe. Lew tarîxewe be salan tê perîbû. Helumerc gorabû û êmeş gorabûyn. Leweş derçê le helkewtêkî xirap da bûyn û deman dî rewtî behêztir le ême ke îmkan û deretanyan zor le ême zîyatir bû, be pêy îdî'ay Talebanî legel 'Êraq pêwendîyan heye.
Şewket: Belam êwe pêştirîş legel dewletî 'Êraq pêwendîtan hebû û radyotan wergirtbû!
Keşkolî: Ême radyoman wernegirtbû. Belkû 'Ebbas Sabîrî ke le sinûrewe helatbû, le 'Êraq legel Sazmanî Înqîlabî kewt û le radyoy 'Êraq da  bernamey Farsî hebû.
Şewket: Mebestit le goranî helumerc çi ye? Aya be têperînî zeman bibûne 'mentîqî'  û hîç lemperêktan le ber xo nededî bo hawkarî kirdin legel rêjîmî konepersitî 'Êraq?  Aya Talebanî deyewîst bew îmkanatey heybû le nêwan êwe û dewletî 'Êraq da pêwendî saz ka?
Keşkolî: Ew hatinî minî be helkewtêkî baş dezanî bo ew kare û aşnayî minî legel hêndêk le wezîre Kuredekanî kabîney 'Êraq û her weha legel yekêk le cêgirekanî serokkomarî 'Êraq ke Kurd bû, wek hokarêkî erênî bo berewpêşbirdinî ew amance denirxand.
Şewket: Aya ew aşnayîye girîng bû bo wergirtinî yarmetî le 'Êraq yan ewey ke ew wulate her çonêk bê nakokî hebû legel rêjîmî Êran û amade bû yarmetî hêze opozîsyonekan bida?
Keşkolî: Tebî'î bû ke ew amadeyîye hebû. Belam aşnayî le gel hêndêk le kesanî be nifûz le 'Êraq  bê girîngî nebû. Sîstimî polîsî 'Êraq be şêweyeke ew core aşnayîyane car car detuwanin lemperî gewre le ser rê laberin. Le 'Êraq carî waye dête pêşê ke eger kesêk nenasî û be helkewt dirdongît lê bikrê, le heman gundî yekemî ke le xakî ew wulate pêy tê denêy degîrêy û kesîş be dadit ra naga. Lew nimûnane le 'Êraq kem nebuwe.  Her çonêk bê Talebanî pêkêşî kird ke le rêgay Hîzbî Dêmokratewe bo min helumercêk pêk bênê ta biçme Qeladizê û lewê legel 'Êraqîyekan pêwendî bikem.
Şewket: Qeladizê le xakî 'Êraq daye?
Keşkolî: Qeladizê lew nawçeyey ke êmey lê bûyn nizîktirîn şarî Kurdistanî 'Êraq bû. Hîzbî Dêmokrrat le zorbey sinûrekanî Êran û 'Êraq binkey hebû û xalbe birîndarekanî radegwêst yan xwar u bar û çekî dehêna. Çûnî Qeladizê be bê yarmetî Hîzbî Dêmokrat ne delwa, çunke gişt ew nawçeye le jêr kontirolî hîzb da bû.
Şewket: Boçûnî Muhsîn Rîzwanî û endamekanî tirî Hîzbî Rencberan ke le Kurdistan bûn çi bû sebaret bew pêşnîyare?
Keşkolî: Talebanî pêştir legel Muhsîn qisey kirdbû û ewîş ew meseleyey legel hawrêyanî hîzbî hênabuwe gorê. Ewan legel bûn, tenya çaweruwan bûn min bêm û hengaw helênmewe.
Şewket: Kameyek le wezîrekan yan rêberanî derece yekî 'Êraqit denasî?
Keşkolî: Kak Muhyedîn, cêgrî serokkomarî 'Êraqim denasî. Ew le dîplomate konekan û le duway kotayî şerî duwemî cîhanî maweyek konsûlî 'Êraq bû le Taran. Maweyekîş sefîrî 'Êraq bû le Îtalya û yek dû car ke le Rom çawim be Talebanî kewit, ew êmey banghêştin kirdbû bo mîwanîyekey xoy û her lewê bûyne dostî yektirî. Muhyedîn Farsî baş dezanî û pêy xoş bû dirêje bida be dostayetîyekey legel ême. Her lew çawpêkewtinane da ew legel hawrê Xusrew Sefayî zor bibû be dost û Muhsîn Rîzwanîşî denasî.
Şewket: Aya wek cêgrî serok komar deselatêkîşî hebû yan ew pileye ziyatir pileyekî teşrîfatî bû?
Keşkolî: Zîyatir teşrîfatî bû. Her le ber ewe bû ke gutbêtyan Kurdêk cêgrî serokkomare. Ew hêştaş ew pileyey parastuwe. Kesêkî dîkeşim denasî be nawî Mela 'Ebdula ke be Mela Mator be nawbang bû. Kirêkarêkî sade bû ke endamî hîzbî Talebanî bû û duway helweşanî hîzbekey Talebanî le kabîney 'Êraq da bû be wezîr. Be derecey yekem ewyan le ber kurdbûnekey kirdbuwe wezîr û deselatêkî nebû. Kurdêkî dîkeş be nawî Şêx Setar le kabîney 'Êraq da bû be wezîr. Piley wîş her teşrîfatî bû. Her çonêk bê Talebanî pêşnîyarî kird le ber pêşîney nasyawî legel ew kesane, erkî pêwendî legel dewletî 'Êraq be estowe bigrim. Biryar dira yekêk le hawrêyanîş lew sefere da legelim bê. Rojî duwatir, ber lewey ke meqerî Talebanî be cê bêlîn, kak 'Umer, fermandey hêzekanî Talebanî, çekekey xoy ke Kilaşnîkofêkî Rûsî bû be resmî dostî be dîyarî damê.

Dirîjey heye…


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.