Dewleta Tirk, ev nêzî du hefteyan e ku êrişên gelekî giran dibe ser Rojava. Vê carê jî yekser cih û warên sivîlan dike hedef. Çiqas deverên jiyanî hebin, wan deran bombe dike. Mesele jî ew e ku xelkê bide koçberkirin. Ji bo ku xelk zanibe li Rojava aramî tineye û dev jê berde. Armanca van êrişan tinekirina şoreşê ye. Şoreşa ku beriya bi 10 salan dest pê kir û gelek hêvî bi xwe re anîn. Di encama vê şoreşê de jiyaneke azad û aram li Rojava peyda bû.
Dewleta Tirk ji bo ku vê aramiyê tine bike dest bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê kir. Çiqas çete hebin, berê wan da Rojava. DAIŞ bi rêxistin kirin û bi ser xelkê de şand. Vê fêde nekir, vê carê jî berê xwe da Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta Tirk ew bajarên aram, dagir kirin. Eger hûn li rewşa Efrînê tenê jî binihêrin, hûnê bibînin bê derdê dewleta Tirk çi ye. Yek Kurd jî nikare biçe bajarê xwe Efrînê. Efrîn veguherandine bajarê çeteyan. Bi riya wan çeteyan, dizî û talanê dikin. Vê yekê dinya alem dibîne û di raporên Netewên Yekbûyî de jî cih digire.
Di rewşeke wiha de çawa dinya êrişên nû qebûl dike. Li şûna ku ji dewleta Tirk re bê gotin; ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derkeve, destûra dagirkeriyên nû tê dayîn. Dewleta Tirk jî bi zanebûn vê yekê dike. Ji bo ku rêveberiya Rojava Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nexe rojeva xwe, vê yekê dike. Her carê hewl dide rojevê biguherîne. Di rojevê de şer û aloziyê zindî digire. Derdê vê dewleta hov jî ew e ku her tim tirsê têxe dilê mirovan. Tişta ku li Tirkiyê dike, dixwaze li welatên derdora xwe jî pêk bîne. Bi vî rengî dagirkeriya xwe pêş dixe. Hewl dide ku xelk her tim di tirsa koçberiyê de bin. Ji xelkê re dibêjin, em ê wir dagir bikin, lewma jî ti xeyaleke jiyaneke azad ji xwe re çênekin. Lewma jî bi şev û roj televizyonên tirkan şerekî taybet dimeşînin. Her carê dibêjin, “va ye em ê têkevin Rojava û em amade ne. Kêlî bi kêlî nûçe û agahiyên şerê taybet radigihînin.”
Kesek jî dernakeve û nabêje; ma çi karê me li Rojava heye. Li Tirkiyê rewş di asta felaketê de ye. Nan tine ye ku xelk bixwe û qeyrana aborî di asta herî jor de ye. Divê xelkên li Tirkiyê vê pirsê ji wê desthilatdariya faşîst bikin. Dewlet jî dibîne ku kes li ber ranabe, lewma jî şerê xwe yê taybet bi dijwarî didomîne. Ji bo ku civakê bixapîne û pê bide qebûlkirin her tiştî dike. Weşana xwe û daxuyaniyên xwe li ser vî esasî dimeşîne.
Emerîka û Rûsya jî ji rêveberiya Rojava dixwazin ku dev ji şoreşê berde û xwe teslîm bike. Li gorî Emerîkayê, divê hêzên eskerî yên Rojava xwe 30 kîlometre vekişînin. Ma ne beriya bi 3 salan bû, dema ku daxwaza vekişandina 5 kîlometreyan kiribûn. Hêzên eskerî wê demê xwe 5 kîlometre vekişandin. Çiqas çeper û deverên xweparastinê hebûn xera kirin û ji wan deran derketin. Lê piştre çi bû? Dewleta Tirk yekser êrişî wan deverên 5 kîlometreyî kir. Vê carê jî 30 kîlometre dixwazin. Yanî dixwazin 30 kîlometreyên din dagir bikin. Di rewşeke wiha de jî Rojava namîne. Her kes dizane ku meseleya 30 kîlometre çi ye. Îro heger hêzên eskerî 300 kîlometreyan jî vekişin, dewleta Tirk dîsa jî pê qayil nabe. Derdê dewleta Tirk dagirkerî ye û ji wê dagirkeriyê jî têr nabe.
Li şûna vê yekê rêveberiya li Rojava divê meseleya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têxe rojevê. Li qada navneteweyî û li her derê vê yekê bîne ziman. Bêje ku ez 30 metreyan jî venakişim û ez doza Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dikim. Heger ne bi vî rengî be wê heta hetayê dagirkerî di rojeva dewleta Tirk de be. Derdê dewleta Tirk bi Kurdan re ye. Meseleya wan ne eskerî ye. Ew dixwazin Rojava jî wekî Başûrê Kurdistanê di bin kontrola wan de be. Heger îro rêveberiya li Başûr serê xwe netewandiba, ev tişt wê li Rojava neqewimîba. Ji ber vê yekê heger îro Rojava jî serê xwe bitewîne, wê dor bigihîje deverên din ên Kurdistanê.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh