10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (240)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 28 Îlon 2024 - 00:57

Brêgzît (5)

Sîvan Se'îd: Eweşyan dîsan teqsîmî dû bûwe. Wekû xelik meselen partî Labour be zorî birwayan wa bû ke bimênnewe, xelkêkî kemîşyan le rayedarekanyan pêyan wa bû birone derewe. Belam ewaney ke dengderî Labourin be taybetî le Bakûrî Brîtanya dengêkî zor dirawe, lewaney ke çendîn sale deng deden be labour partî dengyan dawe be royiştne derewe be'eksî partîyekeyan û serokekeyan. Yanî bû be şêweyek ke em helbijardne helbijardinêk bû nek le ser esasî ewey ke dengderî Labour ya torî belkû dengderî royiştinî/hatnederewey yan manewey muşkîle nîye ke to ser be çi partîyekî ya çi partîyekit xoş dewîst ew kate dengit bo deda. Eme way kird ke le naw Unionkanîş da, le naw trade union, sendîkakanîş eweş her teqsîm bûwe. Nîqabey kirêkaran dayme rayedarekanyan pêyan wabû ke nexêr belam ewaney ke xelkî zehmetkêş û ewen le xuwarewe, le bedeney xuwarewey Brîtanyan be taybetî working class dengêkî zorî ewane bo hatne derewe bûwe çunke dîbeyteke weha bû leber çawyan da eger ewan bêne derewe qazancêkî baştirî abûrî deken. 

Qazî: Dekrê hêndêk be amar bas bikeyn. Netîcekan/akamekan eger hêndêk be amar bas bikey.

Sîvan Se'îd: Be tewawî le hemû Brîtanyay gewre da amareke weha derçû ke nizîkey hefta lesed berew jûr beşdarîyan kird lem rêfrandomeda ke eme le helbijardinekanî pêşûtir da wa nebûwe. 33 mîlyon xelik dengî dawe le katêkda 46 mîlyon xelik mafyan hebûwe deng biden. Şanizde le sed gutûyetî na, le seda hevde gutûyetî belê. Ewe her dûkî 33 mîlyon deka. 46 mîlyon xelk boy hebûwe deng bida. 16 mîlyon xelik le waney ke boyan hebûwe deng biden û mafyan hebûwe neçûn bo deng dan û ewey tirîşî mindal bûwe çunke Brîtanya nifûsî her 65 mîlyon kes e. Ca eme zor leyekewe nizîke 52 be 48. 52 pêyan waye biroyne derewe û çûne derewe û le seda 48 pêyan waye ke bimênnewe. Eme wekû her çuwarparçeke belam wekû parçe gewreke ke Inglende/ Ingilîstane le seda 53-i xelik belêy bo çûne derewe dawe û leseda 47tîş bo ewey ke bimênnewe. Le Wales/Kamrî lewêş 52 be 48e teqrîben û le Bakûrî Irlend ewey ke zor întirêstînge, çunke dû poyintî qurs heye lew babetewe. Ewan le seda 56yan pêyan wa bûwe ke bimênnewe başe û le seda 44 tenha ke pêyan wabûwe ke birone derewe. We Scotlanda ke le hemûyan zortirî hênawe eweye ke le seda 62 wîstûyane ke bimênnewe û le seda 38 wîstûyane der kewin. Le şarî London le seda 59 poyint 9 xelik pêy wa bûwe bimênnewe. Leberçî? Pirsyareke eweye bo wa bûwe. Ew şarane û ew şwênaney ke zankoy têdaye û xelkî gencî têdaye, xelkêkî têdaye ke ziyatir serukarî heye legel derewey Brîtanya da dengyan dawe be belê bo ewey bimênnewe, dengyan dawe be manewe le Yekêtî Urûpa da. Ew şaraney ke working calss-i zore û xelkî masîgrî zore wekû şarekanî ser behrekan bo numûne Hull ke yekêk lewane, Middlesbrough lewane dengêkî zor dirawe be royiştne derewe leber ewey dîbetyan ewe bûwe ke ewaney ke awaren em wilateyan naxoş kirdûwe, îşekanyan le ême sendûwe boman nîye ême be asanî masî bigrîn wekû caran, awekanî ême Yekêtî Urûpa dagîrî kirdûwe, masîyekanî degrin. Ewane hemû ew dîbeytanen ke hemûyan eger koy bikeytewe dîsan rebtî be îqtîsadewe heye û rebtî be agayî xelkewe heye lewey ke Yekêtî Urûpa yanî çî, qazancyan çende. Zereryan çende. Boye ew şwênaney ke zankoyan têdaye bo numûne şarî Exeter le seda 55 dengî dawe be manewe leber ewey zankoyekî têdaye ew zankoye nizîkî teqrîben rub'êk le danîştuwanî xelkeke le zankoye û serukarêkî zoryan heye legel derewey dunya da, ewey kirdûwe. Lewe muhîmtir be lay minewe eweye ke ew rêfrandome rêfrandomêk bû ke kes tewequ'î nedekrid encamekey weha bê. 

Qazî: Êsta bigeyne encamekan. Rojî 24-î June, yan rojêk duway ewe serokwezîr le kobûnewey House of commons, meclîsî 'ewamî Brîtanya basî ewey kird gutî ême debê mil rakêşîn bo qerarî ke xelik dawyetî 52 le sed wek berêzit basit kird zurbe qerarî dawe û debê rêga xoş keyn bo ewey Brêgzît ser bigrê. Ca bew mebeste ray geyand hetakû sê mangî dahatû û heta katêk ke kongirey partî Parêzgaran/ partî Tory berêwe deçê ew le wezîfekey da demênêtewe û lew maweyeş da debê rêga xoş bikrê bo kesêk ke bê cêgay ew bigrêtewe û ew keseş ke cêy wî degrêtewe ew qerarey ke xelik le hemûprisî da dawyane cê becê bika. Ewe boçûnî ew bû. Le layekî dîke ew meseleye ew qeyraney ke be ruwalet le partî Kirêkar da hebû, le partî labour da hebû eweşî ziyatir kird bew me'naye ke cema'etêk wîstyan kudetayek biken le rêberî êstay partî Kirêkar ke be dengêkî zorî xelik helbijêrdirawe, ke pêşîney nebûwe rêberêk le partî Kirêkar da ew rêjeye le deng bênêtewe, hewlêkî awayan da ke be şêweyek le şêwekan le ser karî laberin. Le partî Tory da meseleke bewe cêbecê bû ke ew kesaney ke xoyan kandîda kird bû leber ewey de mawey ew sê mange da riqeberî yektirî biken bo ewey bizandirê kêheyan serdekewê, hemûyan la çûn be qazancî yekêkyan û grûpî parlimanî î partî Toryş zorbey zoryan dengyan da be xanimî Theresa May ke wezîrî nawxo bû de wê wextî da û le pêş rêfrandomekeş da layengirî manewe bû de Yekêtî Urûpa da. Ew xanime leber ewey ke hîç reqîbî nebû destbecê Çuwarşemey rabridû ew meseleye cêbecê bû û berêz Cameron le ser kar laçû û ew karî bedestewe girt çuwe lay meleke. Melekeş erkî pê espard ke bibête serokwezîr û wa diyare leber ewey ke ewe be helbijardin nebûwe belkû rêberêk gorawe le naw partîyek da ke ekserîyetî heye îhtyac bewe nebû ke dengî parlimanî legel bê belkû ew meseleye bew şêweye qubûl kira. Ewel karîş ke ew kirdî hat sê kes le rêberanî serekî kempeynî derkewtin le Yekêtî Urûpay de kabînekey xoyda cê kirdewe û wezaretxaneyekî taybetîşî dana be nawî wezaretxaney Brêgzît be mebestî derkewtinî Brîtanya le Yekêtî Urûpa. Le layekî dîkewe êsta partî Kirêkarîş wez'êkî na me'lûmî heye lemer ewey ke helbijardinî rêberekey çon debê. Pêm xoş bû basî ewem legel bikey hêndêk ke eger ew meseleye cêbecê bêt tesîrat û kardanewekanî çon debê? Yanî betaybetîş le rûy abûrîyewe. Pêt waye le kurtxayen da ew tesîrate çon debê? Çunke zor şit hêşta narûne. Ke temaşay çapemenî û mêdyaş dekey zor şit heye be rûnî basî lêwe nacre.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.