10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (236)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:11

Brêgzît (1)

Brêgzît (derkewtinî brîtanya le yekêtîy Urûpa)

Wutwêj legel  Dr. Sîvan Se'îd le zankoy Exeter le nawçey Devon le Birîtanya sebaret be Brêgzît (derkewtinî Birîtanya le Yekêtîy Urûpa) û encamekanî. Em bernameye êwarey yekşeme -17-î July 2016 rastewrast le têlêvîzonî Sterk bilaw kirawetewe.

Hesen Qazî: Bîneranî berêz bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da legel berêz Dr. Sîvan Se'îd ke le zankoy Exeter le Birîtanya kar deka û pêştirîş diyar e êwe le bernamey Rawêj da dîwtane basî akamî ew rêfrandome yan ew hemû pirsîye dekeyn ke le 23-î mangî rabridû le wulatî Birîtanya berêwe çû û renge êwe agadar bin ke akamî ew rêfrandome, akamî ew hemû pirsîye bû be ewe ke zorbey dengderan yanî ew kesaney ke mafyan hebû le dengdan da beşdarî biken dengyan bo ewe da ke Birîtanyay mezin ya United Kingdam, Şanişînî Yekgirtû le Yekêtî Urûpa bête derê.

Diyar e ew meseleye, ew biryare layenî cor be corî heye, hem leser wez'î xudî Yekêtî Urûpa û hem le ser wez'î Birîtanya û hem le ser wez'î cîhanî le buwarî cor be corî abûrî, însanî û siyasî. Her çonêk bê ew akamaney ke lew biryare dekewnewe heta êsta hemû layenekanî rûn nîye. Lem bernameye da legel berêz Dr. Sîvan Se'îd ême hewil dedeyn hêndêk le layenekanî ew meseley Brêgzît ya derkewtinî Birîtanya le Yekêtî Urûpa bas bikeyn, diyare eger katîşamin mayewe le duwayî bername da basî ew alugorane dekeyn ke bew kudeta nafercamey ke pêrê şewê le Turkya berêwe çû lewaneye rû bida gelêk bexêr bêy mamosta Sîvan Se'îd.

Dr. Sîvan Se'îd: Sipas êwaretan baş.

Qazî: Ber le hemû şitêk wekû basim kird le " Brîgzît " ra dest pê bikeyn. Wek dezanîn wuşeyeke le " Britain  " û " exit “ wate derkewtin ra durust bûwe. Dezanî ke pêştir derkewtinî Yonanîş lew yekêtîye hate gorê û duwaye eweyan be corêk cê be cê kird wate Yekêtî Urûpa siyasetî xoy be ser Yonan da tehmîl kird. Boye wuşey " Grêgzît " îş hate gorê. Pêt waye ew meseleye le rûy dewlemend kirdinî henbaney wuşey zimanî Îngilîsî tesîrî heye, nîye, çone?

Sîvan Se'îd: Pêşekî sipas bo ew derfetey cenabit dawete be min. Brêgzît wuşeyeke ke zortirîn bekar hênanî bo kirawe le dû mangî rabridû da u be taybetî le çuwar heftey rabridû da duway ewey ke Brêgzît rûy da. Îdî Brêgzît be me'na derkewtin birê + êgzît bû be brêgzît we rîşekey lewewe hat bû be nimûneyek ewey ke pêştir Grêgzît Grek +êgzît durust bû. Belam êsta wuşeke bûwe be wuşeyekî ewende me'mûlî ke hemû kes be karî dehênê asayî, rojanewe bûwe be rojevî şew û rojî xelik be taybetî le naw Îngiltera, le naw Şanişînî Yekgirtû da. Eger bilêm tesîrêkî loxewî heye yan ekewête qamûsewe ewe renge bibê be beşêk le mêjû, le dîrok legel zimanî Îngilîzî da hatbêt. Belam akamekanî lewe gewretre ke ême tenya le ser ziman rawestîn.

Qazî: Ewe dezanim, esasî basekey ême basî zimanî nîye; belam eger rûdawêkî komelayetî rû deda, rûdawêk dête pêşê ewe detuwanê le ser zimanîş kar bika û be î'tîbarî ew zerfîyetey ke ziman heyetî detuwanê çemkî taze, şitî taze bafrênê. Bo numûne êsta eger ême bimanewê ew wuşeye be Kurdî wergêrîn debê bilêyn derkewtinî Birîtanya le kwê. Belam eger be Êngilîzî bilêy Brêgzît hemû kes têdega ke mebest lew dawxuwazî yeye  ke pêş rêfrandom hebû û le beranber ewaneş da bereyek hebû ke pêyan degutin “remainers” ewaney ke deyanewîst bimênnewe.

Sîvan Se'îd: Ya xud in and out, ewey ke demênêtewe û ewey ke deçête derê.

Qazî: Lew pêwendîye pêm waye hêndêk şit durust kirawe be mebestî galtecarî. dekrê hêndêk lew wuşane bas bikey.

Sîvan Se'îd: Xoy ew wuşane le kwêwe hatûn ewe eger munaqeşey bikeyn duwayî. Meseleke eweye qewetî Birîtanya, eger Birîtanya biçîte derewe le Urûpa ew yekêtîye îdî bew asanîye namênêtewe wekû ewey êsta heye û emaney tirîşî pêwe dête derewe. Meselen be portugal degutrî " diportugal" yanî deport kirdinî Portugal yan be Fenlandîyekan degutrê fînîş yanî tewaw ebin, ya îtalîv yanî royiştinî Îtalya. Ya bo Czek repulic degutrê çêks out , brone derewe. Her boxoşî bo her kamyan wuşeyekî awa durust kirawe belam bo romanya ke tazetirîn endamin, ew endamaney ke le 2004we hatûnete naw Yekêtî ke haletî abûryan xirape pêy degutrê remainia yanî demênêtewe. Yanî tenya ewan demênnewe û cokekeş lewe ziyatir derwa ke renge Turkyaş bête nawewe berew Yekêtî Urûpa belam wulate gewrekanî wekû Almaninya, wekû Holenda ewane ke deron ewe wekû wuşeyek wekû zerfêkî zimanî ke durust kirawe calibe be rastî.

Qazî: Zor başe êsta bêyne ser basî serekyamin, basî serekîş eweye diyare ême dezanîn ke ew hemûpirsîyey  kira û berêweberanî ew hemûpirsîye Partî Muhafezekar ya Torîyekan ke le ser karin ewane le manîfêstî, bernamey dewletekeyan da ke salêk û qusûr lewe pêş pêk hat ew meseleye hebû ke rû le bîruray giştî deken le pêwendî legel ew kêşeyey ke heyan bû legel Yekêtî Urûpa sebaret be wey ke pêyan wa bû be hebûnî ewan le Yekêtî Urûpa da hêndêk le qerarekan le ciyat ewey le West Minister, House of Commons  bîda ewe gwêzrawetewe Bruksêl û Sitrasburg be corêk. Pêş ewey ke bigeyne ew meseleye pêm xoş bû le ser back ground i babeteke bidwêyn. Çi salêk Birîtanya hate naw Yekêtî Urûpa û be çi şêweyek bû?

Sîvan Se'îd: Eger be pele her bilêm Yekêtî Urûpa çon durust bû, ewe dirêje renge pêwîst neka belam her be kurtî salî 1973 ew kate Yekêtî Urûpa nebû belkû komeley abûrî Yekêtî Urûpa hebû, Common market/ Bazarî Muşterrek. Ew kate Birîtanya beşdarî têda kird le 1973 dû sal duway ewe rêfrandom kira, hemûpirsî kira ke aya lem komeleye da bimênînewe ya xud na. Ewe le seda şest û hewtî dengderanî ew katey Birîtanya dengyan bo ewe da ke belê bimênînewe bo abûrî wultekeman başe, ew pêwendîyey ke durust kirawe başe. Îdî 43 salî xayand em babete belam le hemû wextêk da qise le

ser ewe bûwe, ew debate e hebûwe le naw wesetî siyasî û abûrî, nawendî siyasî û abûrî naw Birîtanya da ke ême qazancman nîye ke lewê bîn, belam meyl bo derkewtin ewende behêz nebû wekû ewey ke le 2000kan da be taybetî şepolî ew xelkey ke le de wulatî tazey Yekêtî Urûpawe berew Birîtanya royiştin dekate nizîkî dû mîlyon, sê mîlyon xelkêk.

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.