10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (234)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 17 Tebax 2024 - 00:28

Bizûtnewey Kurd le Turkiya (5)

Qazî: Wa bizanim eger le tarîxî modêrn da bas bikeyn nimûney awaman nîye ke dewletêkî modêrrn be şêwey zor aştîyane saz bû bê, meger lew salaney duwayîda ke Czechoslovakiya bû be dû dewletî Cizek û Slovak le yektirî ciwê bûnewe. Diyare ewe behsêkî dîkeye çunke ewan hebûn herdûkyan le dewletêk da.

Sîvan Se'îd: Ewey ke PKK ey ew kate lêy tênedegeyişt êsta KCK lêy têgeyiştûwe emeye bo nimûne aya Kemal Ataturk wekû damezrênerî ew wilate, wekû durustkerî dewletî Turkiya eger be nawî ewewe kira bêt qiseyekî meşhûrî heye ke delê: " dunya da bariş, êv de bariş" sulh le hemû dunya, sulh le male xoman. Wekû piratîk ke seyrî dekey dewletî Turkiya hewt dirawsêy heye legel hîçyan sulhî nîye. Ya kêşey aw, ya kêşey cugrafya, ya kêşey xak, ya kêşey êtnîkî kêşeyekî heye legel yekêk lew hewt dirawsêye da. We le naw malî xoşyan da sulhî lê nîye ta êsta Turkiya be sulh se'atêkî be ser nebirdûwe. Be qem' û be serkutkirdin nebê. Sê darbey gewre kirawe lem sed sale da, sê kudetay meznî 'eskerî kirawe. Eger PKK em xeyaley bikirdaye ewîş şitêkî wa durust bika le baştirîn haletî da deytuwanî ewe bikat leber çî, leber ewey naşinalîzm hatûwe dewletêkî durust kirdûwe be bê barhênanî xelik bo ewey ke ew dewlete çon bêt. Etuwanim min ewe bilêm beşî xom. Ew kesaney ke qurbanî dewletî netewey Turkîn le naw Turkiya da. Çende Kurdekan û xeyre Turkekanin, Turkekan ziyatir. Çunke zulmeke be nawî ewanewe kirawe ewaney ke be esil Turkin ziyatir ewan mezlûmtirin be bawerî min heta Kurdekan.

Qazî: Yanî mebestit eweye ke ew alugorey ke kirawe, bilêyn be komelayetî bûnî giştî bizûtneweke bûwe ewe legel xoy red kirdnewe ya be şêweyek le şêwekan refzî konsêptî dewlet neteweşî legele wa nîye? Demewê şitêkî dîş pirsim bo ewey cuwantir rûn bêtewe. Debînîn wextêk basî Kurdan dekrê degutrê Kurd gewretirîn netewey bêdewletî dinyaye, ca pirsî min eweye ew dû meseleye çon beyekewe girê dedrê. Eger Kurd formêk le deselatî hebê û bitwanê be ser çare nûsî xoy da zal bê formekey eger dewlet nebê çi gelaleyekî dîke le tîorîyekî awa da debîndirêtewe?

Sîvan Se'îd: Ca min wîstim ewe tekmîle bikem, dû rêge heye hengawî yekem binêy înca duwem  ya le pêşda hengawî duwemit nabê wirde wirde yekem xoy durust bibê. Eger komelêk naşinalîst bên dewletêk durust biken.

Qazî: Mebestim eweye le qalibî kitêbeket da bas bikey.

Sîvan Se'îd: Belê ewem bas kirdûwe, em dewlete durust biken duwayî xelkî bo durust biken, kirasekeyan durust kirdûwe û xelkî têdeken, Cilekey dekene ber wekû ewe ke dewletî Turk kirdî an êste ewey KCK deykat. KCK êsta xelik durust dekat, corêkî tir le xelkî niwê durust deka, zêhnîyetêkî ciyawaz. Zêhnîyetêk ke xelk yektiryan qebûl bê lewêda nek yekangîr bikrên yanî be 'eksî faşîzmeweye meselen êsta HDP heye temaşay ekey hemû şitêkî têdaye belam yek amanc emaney ko kirdûwetewe ke ewîş amancî azad bûnî hemûyane. Eme şitêkî cuwane, eme le ser binemay xeyal û tîorî KCK eme durust bûwe. Ye'nî raste rast etuwanim bilêm ber mebnay KCK durust bûwe be 'eksî faşîzmeweye ke faşîzm deyewê hemûman yekangîr bika, hemûman  yek reng bika. Ye'nî hengawî dûwem emeye ke xelik xoy durust bibê ew kate berêz Ocalan ke emin şeş hewt kitêbî ewm be kar hênawe bo refrence lew babete da, for time being, der halî zemane xelik ke amadegî nîye nazanê xoy çî dewêt dewletî bo durust keyt yan boy durust nekeyt xelik her ebê araste bikrêt. Ewey ke dewletî Turk kirdî xelkî araste kird bo şitêk ke serî kêşa bo faşîzm. Min xelik bituwanim durust bikem duwaye xoyan dewletyan dewê, xoserî dêmokratîkyan dewê, herçîyekyan dewê ba ew wexte xoyan biryar biden. Ye'nî xelik ewey êsta be hele têgeyiştûwe le sîstimî KCK ke pêyan waye dewletyan refze, dewlet refiz nîye, le hemû wextêk da pêwîste komelêk xelik îdarey ême biken îtir nawî denêy dewlet nawî denêy her şitêk, deselat. Belam bîltehdîd dewletî netewe ke dewletêke yekangîr kirdine, yek netewe, yek ala, yek xelik, yek reng, yek dîn, yek mezheb emey ke êsta le Turkiya da metrehe eme refze le naw sîstimî KCK da. Ew katey ke PKK hebû eger eme durust kirabaye memnûn bûn êsta eger ewe durustîş bikrê nayanewê çunke dilnyan le rastîda hîç wextêk baştir nabê le dewletekey êstay Erdoxan ya dewletî Beşar Esed ya dewletî Sedam Husênî pêşû ya yekêk lemane.

Qazî: Ewey ke bo min pirsyare mumkîne bo bîneranîş pirsyar bê ewîş eweye ew formasyone, yanî ew saxte, ew hebûney ke debête zemîne û helgirî ewey ke Kurd bituwanê deselatî xoy be dest xoyewe bigrê çi nêwêkî lê dendirê? 

Sîvan Se'îd: Ekrê nawî dewlet bê. Nawî dewletî dêmokratîk bê, nawî komarî dêmokratîk bê çunke komar yanî republic eger be îngilîsî lêkî deynewe yanî xelik. Ebê xelik hêzî hebê hêzêk le bedenewe, bottom up, le bedenewe deselatyan hebê ke çarenûsî xoyan diyarî biken îdî ew çarenûse nawî enêy dewlet, nawî enêy le naw konfêdralîzm da bê ya le naw dewletêkî fêdralî da bêt. Muhîm eweye mirovêk bituwanê be rûmetî xoy, be xeyalî xoy bituwanê bijî  pêy nelên. Eme le naw tîorî komelayetî da etuwanîn ferqêkî pê bikeyn; nation state heye on onw hand;  û dewletî netewe, dewletî national state heye eger be îngilîzî bîlêm yanî dewletêk ke hînî xelke. Hînî hemû xelke, hînî gele. Bo numûne êsta le Birîtanya national state heye, to detuwanî Hîndî bî, detuwanî 'Ereb bî, Pakistanî bît herçî bît be reng û bon û tam û dîn û mezhebî  her şitêkî xot ke hete hîçkesêk rêgrît lê nakat.

Qazî: Belam le rûy nerîtîyewe ferhengêk be ser ferhengêkî dîke da xal bê.  Eger temaşay ferhengî Birîtanyay mezin be giştî bikey her çonêk bê ferhengî Ingilîsî  xalibe.

Sîvan Se'îd: Ferhengî Ingilîsî xalibe, ewe bîltehdîd xalib nîye bew şêweye ke bîlêyn  belam neyçrî/ suruştî şwêneke way kirdûwe çunke ew şwêne şwênî Ingilteraye, î xelkî Ingilîze to wekû awareyek hatûyte ewê, ke xakî Pakistan nîye, xakî Kurdistan nîye, belam hemû ew azadîyaney ke lewê heye ye'nî le şwênêkî tirî wekû Turkya da eme nakrêt. 

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.