"Settarxan Bayraxî" serkone kira

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 13 Gulan 2022 - 22:12

  • Ew xizmetaneman we la na u le bîrman kirdin. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(124)

Wutuwêjî nameyî legel hawrê Baqir Murtezewî Xusrewşahî

3- Le duway rûxanî rêjîmî seltenetî Iran û ragwêzranî hemû çalakîyekanî Sazmanî Înqîlabî bo Iran û duwaye pêkhatnî Hîzbî Rencberan, helwêstî êwe le ast bizûtnewey Kurdistan be taybetî le Kurdistanî Iran û bizûtnewey xoragrî gelî Kurd û rêkxirawe pêşengekanî le çaw salanî 1960kan û 1970kan betewawî gora û be şêweyek dekrê bilêyn sebaret be serkutkirdinî gelî Kurd le Kurdistanî Iran bêdeng bûn û tenanet Hîzbî Rencberan piştîwanîşî kird le cînayetekanî rêjîm le Kurdistan. Hoy serekî ew siyasete çi bû? Aya le nawxoy hîzbeke da dijayetîyekî cîdî legel ew rêbaze kira?

Wulam: Ewey ke gişt zehmet û fîdakarî dostan û hawrêyanî ême ke be salan têkoşan, destyan le ders û xwêndin û jiyanî asûde le Urûpa helgirt û bo xizmet be gelî sitem lêkrawî Kurdistan çûne wênderê, û ewey ke yekêk le gewretirîn xizmetekanî Sazmanî Înqîlabî le pênaw rizgarî gelî sitemlêkrawî Kurd û xebat be dijî ew serkute le layen r

êjîmî sitem şayî bû, duruste waye. Belam ewe layenêkî kêşekeye, layenêkî dîkey tirajêdî û karesatêkî gewre bû. Ême hengaw be hengaw le helwêste be pirênsîpekanî xoman dûr kewtînewe ke be salan bawerman pêyan bû û xebatman le pênaw da kirdbûn. Ew xizmetaneman we la na u le bîrman kirdin. Emin wekû sernûserî rojnamey Setarxan Bayraxî rexne le xom degrim ke le Tewrêz ewende le karubarî rêkxistin û siyasî hîzbîyewe gila bûm ke be tewawî le bîrm kird bû meseleyek be nawî meseley neteweyî bûnî heye. Rojnamekey ême le rastîda bibû be  wergêrawî "Rencber" organî Hîzbî Rencberan be zimanî Azerî. Numûneyek dehênmewe; Rencber estûnêkî kirdbuwewe bo xwênerewanî le jêr nawî "susyal empiryalîzmî Rûs binasîn”. Êmeş be çawlêkerî le "Rencber" ew estûneman saz kird bû û lew rojnameyewe werman degêra ser Turkî. Rojêkyan wutarêkî ew estûney Rencber awa bû "ba kirdewey sosyal empiryalîzmî Rûs le Êtyopî" binasîn. Kirêkarêk hate ufîsî Setarxan Bayraxî le xiyabanî şanazî cunûbî û daway minî kird  û wîstî wek sernûserî rojnameke qisem legel bika. Ew qisekanî awa dest pê kird; "Erê êwe le rojnameketan da boçî hîç le ser ême nanûsin?" min lêm pirsî êwe kên ke ême le ser êwe nanûsîn. Gutî min le kirêkaranî şîrketî tiraktorsazî Tewrêzm. D

ey emin demtwanî çi wulamêk bew pirsyare beheqe bidemewe cige lewey ke pêy lê binêm ke ême le tiraktorsazî Tewrêz da hewalnûsman nîye. Pêm wa bû wulamêkî çakim dawetewe be kabra, belam ew tewaw leserexo gutî; başe çone êwe le şaxî Efrîqa hewalnûstan heye û basî ewê denûsin, belam le Tiraktorsazî Tewrêz ke le bin gwêtane, hewalnûstan nîye û lewê kes nanasn? Cige lewey ke hestim kird berêzyan le nardirawanî Hîzbî Tûde ye û ême ew demî zor le jêr guşar û azar û ezîyet da bûyn le layen dijberanmanewe, be taybetî Hîzbî Tûde, belam qisey ew kabraye nek her mentiqî û durust bû, belkû piteyekîş bû ke her bûnewerêkî zîndûy xewtûşî wexeber dehêna, her ew demî bû ke hestim kird awarêkim beser da rûxawe. Le şerman nem dezanî bilêm çî.

Ême ew şiteman be pêkenîn û şoxî temaşa kird û lêy têperîn û we rûy mubarekî xoman nehêna. Ême le ser

dozî neteweyî tewaw geyiştbûyne duwayî xet û be tundî lêy dûr kewtibûynewe, le karubarî giştî Iran da têwegilayn û dozî neteweyî hîç cêyekî nebû le xebatî rojaney ême da.

Settarxan Bayraxî wek caran bilaw dekrawe tenanet hewtûy carêk deçuwe jêr çap belam be kirdewe bibû be rojnameyek bo karubarî giştî rojaney Sazmanî Înqîlabî û Hîzbî Rencberanî Iran.

Belam lemer beşî duwemî pirsyarekey êwe;

Ew qiseyetan duruste ke siyaset û boçûnî ême lemer bizûtnewe û xebatî gelî Kurd le Iran be tewawî gora û min le serewe be kurtî şîm kirdewe. Ew qiseyetan helbet heleşe û yan renge bew perî lutif û bezeyî çaw le Sazmanî Înqîlabî dekey û pirsyareke awa dehênîye gorê ke goya ême le duway damezranî Hîzbî Rencberan helwêstman gorîwe. Na, ewe wa nîye, ême ber le damezranî Hîzbî Rencberan be nawî Sazmanî Înqîlabî tîrebaranî xelkî Baneman nek her mehkûm nekird, belkû teîdîşman kird.

(Birwanne beyannamey Sazmanî Înqîlabî, Komonarekan û Sazmanî Yekêtî Xebat le Pênaw  Damezrandinî Hîzbî Çînî Kirêkar, 13-î Xezelwerî 1358 [4-î Novenerî 1979]) Ême ew demî nûsîman; "Le rojî cêjnî qurban da karwanêk le leşkirî yekem le katêkda xerîk bû be şarî Bane da tê deperî le layen darudeste dijî şoriş le Kurdistan, nacwanmêrane kewte ber hêriş û le akam da 33 nîzamî şehîd, 70 birîndar û 60 kes win bûn.

Dijî şorişî ser be empiryalîzm û sosyal empiryalîzm û hawpeymane goya çep û dêmokratyan ke şew û roj hawarî diroznaney ´azadîxwazî´ deken le rojî cêjnî qurban da destyan daye gewretirîn kuştubrrî duway şoriş û xwênî be deyan kes le serbazanî nîştmanperistî Iranyan rijand."

Dirêjey heye....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.