Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 296[14]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî Belgeya 9. Nameya Desteya Nivîskarên Rojnameya 'Kurdistan' ê ji Bakû bo Komîteya Navendî ya Hizba Komûnîsta Azerbaycanê derbarê rakirina navê Hizba Demokrata Kurdistanê ji rêza avakirina Hizba Yekbûyî ya Marksîst a Karkeran li Îranê
Bo Komîteya Navendî ya Hizba Komûnîst a Azerbaycanê
Kopî bo Komîteya Navendî ya Hizba Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê
Kopî bo Komîteya Navendî ya Hizba Tûdeya Îranê
Kopî bo Komîteya Navendî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê.
Hevalên ezîz!
Wekî ku hûn dizanin, ji sala 1953’an û pê ve, bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera hêzên demokratîk ên Kurdistan û Azerbaycanê de, name nivîsîna domdar di navbera Hizba Tûdeya Îranê û Firqa Demokrata Azerbaycanê de hebûye.
Di wê têkiliyê de, yekem belge nameyek e ku Hizba Tûdeya Îranê ji Firqa Demokrata Azerbaycanê re derbarê yekbûyîna rêxistinî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê û Hizba Demokrata Kurdistanê nivîsandiye.
Hizba Tûdeya Îranê di vê nameyê de pêşniyar dike ku Hizba Demokrata Kurdistanê û Firqa Demokrata Azerbaycanê, digel parastina komîteyên xwe yên navendî li Azerbaycan û Kurdistanê, di bin serkêşiya Hizba Tûdeya Îranê de kar bikin.
Di bersiva wê nameyê de, Firqa Demokrata Azerbaycanê pêşniyar kiribû ku, li şûna ‘yekbûyîna’ rêxistinî ya Hizba Demokrata Kurdistanê û Firqa Demokrata Azerbaycanê û çalakiyên wan di bin serkêşiya Hizba Tûdeya Îranê de, baştir e ku Firqa Demokrata Azerbaycanê û Hizba Demokrata Kurdistanê serxwebûna xwe bi temamî biparêzin, û li şûna wê, ew sê partî bi hevkarî tevgereke hevpar damezrînin û ji bo pêşxistina wê, komîteyeke kargêrî ya hevpar bi beşdariya nûnerên komîteyên navendî yên her sê hizban pêk bînin.
Di nameyeke paşê di sala 1957’an de ji aliyê Komîteya Navendî ya Hizba Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê ve, ku ji Komîteya Navendî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê û Komîteya Navendî ya Hizba Tûdeya Îranê re hatibû şandin, behsa wê yekê hatibû kirin ku ji bo xurtkirina helwesta hêzên demokratîk li Îranê, pêwîstî bi kombûneke hevpar a nûnerên wan sê hizbên bira heye, yanî kombûna desteya siyasî ya Komîteya Navendî ya Hizba Tûdeya Îranê, desteya kargêrî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê, û nûnerên Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê wekî karekî baş tê dîtin.
Wekî ku ji nivîsa jor diyar e, ji destpêkê ve û ji seretaya hatina vê pirsê, di hemû belgeyên têkildar ên têkiliyên Hizba Tûdeya Îranê, Firqa Demokrata Azerbaycanê û Hizba Demokrata Kurdistanê de, ev pirs hatine nîqaşkirin
Lê belê, tevî van hemûyan, di nameya Komîteya Navendî ya Hizba Tûdeya Îranê de ku di 26’ê Tebaxa 1957’an de ji Komîteya Navendî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê re hatibû nivîsandin, bi awayekî neçaverêkirî navê Hizba Demokrata Kurdistanê hatibû rakirin û di pêkhateya beşdarên wê kombûnê de, navekî nûnerên vê hizbê tune ye.
Xwezayî ye ku ev danîştina şêwirmendî ya destpêkê dikaribû di çarenûs û dahatûya hêzên demokratîk li Îranê de rolekî hebûya, û rakirina Hizba Demokrata Kurdistanê ji aliyê Hizba Tûdeya Îranê ve, di her rewşê de, çi ji aliyê îdeolojîk ve be yan rêxistinî, karekî şaş e.
Ji ber vê yekê, em pêwîst dibînin ku van xalan ji we re ragihînin:
Hizba Demokrata Kurdistanê duwazdeh sal berê, li ser bingeha daxwaz û hêviyên girseyî yên gelê Kurd hatibû damezrandin û wekî hizbeke dijî faşîst û dijî emperyalîzm, di nav agirê têkoşîna mafxwaz a wan de serî hilda ye û hizbeke şoreşger û marksîst-lênînîst e.
Hizba Demokrata Kurdistanê, ku reh û rîşeyên wê yên kûr di nav gelê Kurdistanê de hene, ji hemû rêxistinên din baştir ji pêdiviyên wê têdigihîje û, di wextê xwe de, dixwaze ji bo dabînkirina van pêdiviyan alîkariya şoreşa çekdarî ya wan bike.
Di dîroka gelê Kurdistanê de, ew Hizba Demokrata Kurdistanê bû ku yekem car hikûmeteke cemawerî ya Kurdistanê damezrand, û ji bo salekê serkêşiya wê kir.
Êrîşa xiyanetkarane ya artêşa Îranê li ser Kurdistanê bi piştgiriya emperyalîstan û darvekirina serkirde û têkoşerên Hizba Demokrata Kurdistanê, nekarîbû vê hizbê têk bibe.
Hizba Demokrata Kurdistanê zêdetirî 10 sal in, digel rêberiya gelê Kurd, di rewşeke pir dijwar û metirsîdar a desthilatdariya kevneperest û terorê de, têkoşînên xwe ber bi pêş ve dibe.
Beşek ji belgeyên berdest, jiyan û têkoşîna berê û niha ya Hizba Demokrata Kurdistanê piştrast dikin.
Gelê Kurd li Îran, Iraq û Sûriyê di bin navê Hizba Demokrata Kurdistanê de têkoşîna xwe ber bi pêş ve dibe, ji ber ku Hizba Demokrata Kurdistanê hêj jî wekî berê, sembol û nîşana baştirîn hêvî û daxwazên baş ên gelê Kurdistanê ye.
Yek ji belgeyên berdest bi zelalî çalakiyên Hizba Demokrata Kurdistanê li derveyî Kurdistana Îranê nîşan dide. Ev belge posterek e ku di dawiya sala 1956’an de ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistanê ve bi zimanê Kurdî li Qahîreyê hatiye çapkirin û belavkirin. Nusxeyek ji vê posterê gihîştiye destê me.
Piştî êrîşa artêşa Îranê li ser Kurdistana azad, rêxistina Hizba Demokrata Kurdistanê û endamên wê, çi li Kurdistanê û çi li derdorê, çalakiyên xwe berdewam kirin.
Bi taybetî, ew endamên Hizba Demokrata Kurdistanê yên ku koçî Yekîtiya Sovyetê kiribûn, çalakiyeke berfireh ji bo vejandin û ji nû ve sazkirina Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê di sala 1947’an de kiribûn.
Ji bilî vê, divê em behsa çalakiya propagandayê ya berfireh a Hizba Demokrata Kurdistanê bikin ku bandoreke mezin li seranserî Kurdistanê hebûye.
Nêzîkî deh sal in rojnameya Kurdistanê, organa Hizba Demokrata Kurdistanê, bi awayekî domdar û bi rêkûpêk tê çapkirin û belavkirin.
Her çend Komîteya Navendî ya ku ji endamên Hizba Demokrata Kurdistanê li sirgûnê pêk hatibû ji ber hin sedeman hilweşiya be jî, lê belê çalakiya propagandayê ya Hizba Demokrata Kurdistanê hêj berdewam e.
Ew xalên ku di rêzikên berê de hatine behskirin, nîşan didin ku Hizba Demokrata Kurdistanê, wekî hizbeke siyasî ya serbixwe, hêj zindî û çalak e.
Bêguman xurtkirin û yekparebûna hêzên demokratîk ên Îranê alîkarê pêşxistina têkiliyên birayane yên gelan û hevkarîya hevpar di navbera me de ye bi rêya gihîştina azadiyê. Em bi dil û can piştgirî [ji vê rêyê] dikin û hêviya serkeftinê jê re dixwazin.
Xwezayî ye ku nebûn û nebeşdarbûna nûnerên Hizba Demokrata Kurdistanê di wê danîştina şêwirmendî de nîşana wê yekê ye ku ew danîştin nûneratiya hemû hêzên demokratîk ên civakê nake û ji ber vê yekê jî, ev danîştin ne şiyana pejirandina ti biryarnameyeke bi navê Hizba Demokrata Kurdistanê ye.
Ev mesele dikare bibe sedema neserketina kombûna şêwirmendî. Ji ber vê yekê, ji bo pêşxistin û xurtkirina têkilî û hevkarîyên hevpar ên hizbên bira, em pêşniyar dikin ku nûnerên Hizba Demokrata Kurdistanê ji bo wê kombûna şêwirmendî bêne vexwendin.
Desteya Nivîskarên Rojnameya “Kurdistan”, Organa Hizba Demokrata Kurdistanê
Wetemîşî Sultan imze
Rezmawer Ebdulla imze
Qazî Rehîm imze
Gelawêj Elî imze
Mehmûdzade Qadir imze
didome…
wêne ya hinek ji endamên redaksyona Kurdistanê 5’ê Îlona 1957’an
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
11 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
5 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
23 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
16 tebaxê