Siyaseta Jîngehê ya Welatên Asyaya Başûr

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:30

Welatên Asyaya Başûr-rojhilatê xwedan ekosîstemên yekta yên xwedî pirrengiya biyolojîkî ne. Lêbelê, zêdebûna bajarvanî û pîşesazîbûna herêmê dibe sedema zêdebûna metirsiyên jîngehê. Asta kêm a pêşketina aborî ya gelek welatên li Asyaya Başûr di fînansekirina însiyatîfên hawirdorê de dibe sedema dijwariyan. Welatên Asyaya Başûr-rojhilatê bi avahiyek hevsengiya enerjiyê ya kevneşopî ya bi serdestiya komirê ve têne cûda kirin û pîşesaziya wan a bilez dê tenê bibe sedema xirabûna rewşa jîngehê. Lêbelê, welatên herêmê çend hewldanên pêkan ên ku rewşa jîngehê sivik dike û bandorên xisar ên faktora antropogenîk sist dike, pêk tînin.

Asyaya Başûr ji bo çareserkirina nehevsengiyên hawirdorê gelek însiyatîfa pêşxistiye: stratejiyek rêveberiya peat bog* ji bo şerê li dijî dûmanê, bernameyek parkên mîrasê ji bo parastina daristan û cihêrengiya biyolojîk, û bernameyek bajarên domdar ji bo kêmkirina şopa karbonê ya çalakiyên mirovan di atmosferê de.

Di qonaxa pêşketinê ya heyî de, ji bo dewletên Asyaya Başûr-rojhilatê dijwar e ku pabendbûna bi tevahî dekarbonîzekirina aboriyên xwe yên neteweyî bikin, lê ew tevkariyek gengaz di rojeva cîhanî de dikin. Hikûmetên neteweyî yên welatên ASEAN soz dane ku heya sala 2025’an para çavkaniyên enerjiyê yên nûjenkirî di tevliheviya enerjiyê de ji sedî 23 zêde bikin.

Pirsgirêka sereke ya di pêkanîna rojeva "kesk" a welatên ASEAN de ew e ku di çarçoveya kêmbûna fonên derve û navxweyî de pêk tê. Kêmbûna çavkaniyên darayî di pêkanîna gelek çavkanîyan de dibe sedema têkçûn an jî astengiyan. Fînansekirina derve di qonaxa destpêkê de bi rêya strukturên wekî UN, UNEP û UNDP hate peyda kirin. Pişt re welatên herêmê li ser esasê dualî bi DYA, Kanada, Awustralya û Zelandaya Nû re dest bi avakirina hevkariyê kirin. Li ser rojeva jîngehê ya herêmê ji hêla aktorên din ve zêde bal hat kişandin: bi taybet Yekîtiya Ewropî û Rûsya. Lêbelê, para çavkaniyên derveyî ji sedî 10-12% ji veberhênana tevahî di projeyên hawirdorê de derbas nebû. Wekî din, pirsgirêkên bi binesaziya nepêşketî, tevlêbûna karsaziyê ya kêm di rojeva "kesk" de û paşveçûna teknolojiyên neteweyî û qanûnên hawirdorê hene.

Di lûtkeya dawî a ASEAN de, ku di îlona 2023’an de hat lidarxistin, hejmarek belgeyên stratejîk di warê rojeva "kesk" de hatin pejirandin: "Daxuyaniya Rêberên ASEAN li ser Pêşketina Berdewam", "Daxuyaniya Rêberên ASEAN li ser ASEAN wekî navenda mezinbûnê", ku dewlet plan dike ku "rojeva ji bo misogerkirina berxwedêriya li hember guherîna avhewayê di hemî warên hevkariya ASEAN’ê de" û hwd’de hat eşkere kirin. Bi vî rengî, di warê avakirina kesk û kordînasyona wê de di navbera hemî beşdaran de xebatek sîstematîk tê meşandin. 

*Peat bog ekosîstemeke biyolojîkî ye ku li ser bingeha torfê an depoyên torfê pêk tê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.