Elmasên lanetkirî yên ji warên xwe qutkirî
Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —
Sêşem 11 Tebax 2026 - 07:30
- Li gorî afsaneyeke kevnar a Hindî, gava padîşahê cinan Bala bi birûska Xwedayê Îndra hate kuştin, bermayî’yên wî elmas bûn. Di van kevirên binirx de hêzeke giyanî û agirîn heye: heger xwediyê kevîr dilpak be, elmas wî diparêze; lê heger xwedî çavbirçî be, ew hêz dibe sedema tunebûna wî.
Çîrokên li pişt hin perçeyên kevirên giranbiha de ewqas tirsnak û ecêb xuya dikin kû, mîna ku ji hêla mîstîkekî ve hatibin îcadkirin. Lê em dizanin kû li pişt her çîrokekî jî perçeyekî heqîqetê jî heye...
Li gorî afsaneyeke kevnar a Hindî, gava padîşahê cinan Bala bi birûska Xwedayê Îndra hate kuştin, bermayî’yên wî elmas bûn. Di van kevirên binirx de hêzeke giyanî û agirîn heye: heger xwediyê kevîr dilpak be, elmas wî diparêze; lê heger xwedî çavbirçî be, ew hêz dibe sedema tunebûna wî.
Elmasa şîn a bi navê Hope (ku bi îngilîzî tê wateya *omîd*), nimûneya herî naskirî ya vê baweriyê ye. Dîroka wê ya bixwîn ji sedsala 18'an dest pê dike, gava bazirganê fransî Jean-Baptiste Tavernier ew ji Hindistanê anî û da padîşahê Fransayê Louis XIV. Tê gotin ku ev kevir ji peykerê xwedawenda Sitayê hatibû dizîn û xezeba xwedayan bi xwe re anî Ewropayê.
Ji wê rojê û şûnde, kevir ji kê re bû mal, rewşa wan a gîyanî û derûnî xirab bû. Çend ji wan mînakan evin:
Louis XIV piştî bi kar anîna kevir zû mir, malbata Bourbon kete nava belayan û Louis XVI û hevjîna wî Marie-Antoinette bi giyotînê hatin kuştin.
Bankerê îngilîz Thomas Henry Hope kevir kirî, lê piştî demeke kurt mir û malbata wî feqîr ket.
Qralê Brîtanyayê George IV piştî kirîna kevir kete nava alkol û dînîtiyê; sultana dawî ya Osmaniyan, Ebdulhemîdê II, salek piştî kirîna kevir ji text hate xistin.
Kurekî wan di bin tirombêlê de ma, keçika wan bi dozaja zêde ya dermanan mir û bavê wan jî dîn bû.
Dawiyê de, zêrker Harry Winston ev kevir kirî û di sala 1958'an de di nava kaxezekî sade de şand ji Înstituya Smithsonian re. Îro kevir li wê derê di pişt cama guleyan de tê parastin û êdî nikare zirarê bide kesî.
Çiya’yê Ronahîyê û Derya’ya Ronahîyê
Afsaneyek din dibêje ku elmasên Deryanûr (Derya’ya Ronahiyê) û Kûhînûr (Çiya’yê Ronahiyê) di eslê xwe de perçeyên yek elmasê mezin bûn. Çaxê sê kurên sultanê Hindî li ser vî kevirî bi hev ketin, Xwedayê Shiva birûskek avêt kevir û ew kir sê parçe. Piştre, ji bo ku felaket ji ser gelê wan rabe, ew kevir di nav çavên peykerê Shiva de hatin bi cih kirin.
Piştî êrişa Nadir Şahê farsî, ev kevirê pembe kete destê xanedana Zand a Îranê. Dîroka vî kevirî hinekî aramtir e û îro di Banka Navendî ya Îranê de li Tehranê tê parastin.
Ji ber wê li gelek deveran dihat gotin kû, tenê "jin an jî xudê" dikarin vî kevirî bê tirs hilgirin; ji bo mêran, ew tenê xwîn û xiyanet anî.
Kûhînûr bû sedema gelek şer û xiyanetan:
Padişahê Mongolan Aurangzeb ji bo vî kevirî bavê xwe heft salan di zindanê de girt.
Nadir Şah piştî girtina kevir dîn bû û ji aliyê kargêrên xwe ve hate kuştin.
Neviyê fondatorê Efxanistanê, Zaman Mîrza, ji bo ku cihê kevir nebêje hate kor kirin; birayê wî Shuja jî bi heman qederê re rûbirû ma.
Di sala 1850'î de, elmasa Kûhînûr kete destê Îngilîzan û hate diyarî kirin ji bo Qralîçe Victoria. Ji ber ku ew jin bû, nifira kevir bi ser de nehat û qralîçeyê ew xiste ser tacê xwe. Îro ev kevirê dîrokî beşek e ji xezîneya qraliyeta Brîtanya’yê ye.
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Birîna kûr a dîrokê
4 tebaxê
Illûmînatî û teoriyên komployê
28 tîrmehê
Melîkeya baxçeyên rawisayî û fîlên sexte
21 tîrmehê
Taca Împaratoriya Brîtanî
14 tîrmehê
Şerê propagandayê yê li Romaya Kevn
30 hezîranê
Çend gotin li ser Kurdbûnê...
9 hezîranê