Taca Împaratoriya Brîtanî

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 14 Tîrmeh 2026 - 07:00

Taca Împaratoriya Brîtanî/wêne:AFP
  • Bi taca împaratoriyê kesî naxin ser text. Elizabetha II ew tenê di dema vekirina rûniştina salane ya parlamenê de dida serê xwe. Û em hemû hêvî dikin kû dîrok xwe dûbare neke û tu duk û tu Cromwellê nû wê neşikîne û perçe neke.

 

Guneh e ku nîşanên împaratoriya Rûsya’yê gilî ji qedera xwe bikin: derbaskirina dema teqawidbûnê di silametî û parastîbûnê de, û nihêrîna li geştyaran ji vitrîna Fona Almasan ne ew çend trajîk e. Ji vê xerabtir jî heye. Îngilîzên nîvê sedsala XVII’an, piştî ku monarşî betal kirin, taca qraliyetê şikandin, mirwarî û kevirên hêja jê derxistin û zêrê wê helandin. Her tişt bi hezar poundî hat firotin.

Lê ji xeynî vê çalakiya vandalîzma siyasî, taca îngilîzî gelek tişt dîtin. Heta niha jî bi temamî ne diyar e ka gelo ew taca ku ji aliyê şoreşgeran ve hatibû rûxandin, taca resen a pîroz Edward bû, yê ku dawîn qralê bêguman ê Anglo-Saksonan bû; ew taca ku ji bo wê di sala 1066’an de duka Normandî William di ser Lamanşê re derbas bû û li Hastingsê bi ser ket. Rîwayetek heye ku dibêje di sala 1216’an de, Johnê Bêerd (John Lackland) yê ku birayê piçûk ê Richardê Dilşêr, dijminê Ivanhoe û Robin Hood bû, dema ku li welat digeriya, tevahiya xezîneya xwe bi karwanekî şandibû û erebeyên giran di dema rûçûna deryayê de noq bûn. Tac jî winda bû. An jî dibe ku qral ew li cihekî veşartibe (firotibe, spartibe, guhertibe?). Johnê fenek, her çend "Magna Carta" dabû Îngilîstanê jî, ji bo her cûre hîle û xapandinê amade bû.

Ev hîn ne hemû ye. Di çar sedsalên piştî wê de, taca pîroz Edward her kesî li gora dilê xwe guherand. Xeleka sade ya bi xaç û sosinan re ji jor de girtin û mîna ya împaratoran bi gogeke cîhanê xemilandin, hinek kevirên giranbiha bi yên din re guhertin, giran kirin û sivik kirin. Û Henry VIII ê evîndar ewqas li pey evîna Anne Boleyn ket ku, piştî zewaca pê re, ew ne bi tacekî asayî ya şahbanûya-konsort, lê bi taca pîroz Edward bi awayekî skandal da ser text. Lê belê, di demeke kurt de, neçar man ku Anne ne tenê ji tacê, lê ji serê wê jî bêpar bikin. Wext dê derbas bibe, û keça ku ji vê zewaca bahozî ji dayik bû, Elizabetha Mezin, dê bi vê taca dîrokî bibe xwedî text.

Wekî ku me jixwe fêm kiriye, şûngirên Tudoran, anku Stuart, nekarîn taca pîroz Edward hilgirin, û Oliver Cromwell, yê ku bi ser Charles I ket, di sala 1642’an de jê re got «sembola serhişkî û sitemkariya qraliyetê ya kirêt» (symbol of detestable royal tyranny) û ferman da ku were rûxandin. Piştî hejdeh salan, Charles II hem xanedaniya xwe hem jî sembola wê vegerand. Tacek nû hat çêkirin, xweşik û bi awayekî sembolîk kêmtir giran (ji 3,3 kîloyên berê tenê 2,2 kîlo man). Lê Stuart dîsa ketin; xizmên Hollandî û Alman hatin û dest bi xeyalkirina li ser taca padîşah kirin. George û Williaman gelek serpoşên xerîb çêkirin, heta ku Şahbanû Victoria di sala 1838’an de dawî li vê lîstikê anî û tacek nû, ya dewletê (împaratoriyê) ava kir. Lê qederê ferman dabû ku piştî heft salan, di dema vekirina rûniştina parlamenê de, duka Argyll, yê ku li pêşiya şahbanûyê dimeşiya û tac li ser balîfekê hildigirt, lingê wî şemitî û ev sembola rûmetê ya bedew li erdê xist. Victoria di rojnivîska xwe de nivîsand ku tac êdî dişibiya «pastayekî pelixandî».

Monarşên Brîtanî yên sedsala XX’an dê dîsa bi taca kevn û qenc a pîroz Edward rûniştina li ser text pîroz bikin, lê di sala 1937’an de, ji bo çûna ser text a George VI, «pastaya duka Argyll» a împaratoriyê bi tevahî hat nûkirin. Di sala 1953’an de ji bo Elizabetha II ya ciwan hinekî sivik û «jinane» hat kirin, û bêyî guhertin heta roja me ya îro maye.

Taca împaratoriyê ya îro ji xelekek zêr, zîv û platîn a bi xaç û sosinan pêk tê, ku li ser kofiyeke (şewqeyeke) qedîfe ya mor ku bi kurkê herdelê (ermine) hatiye hûnandin, rûniştiye. Du kevan bi xelekê ve girêdayî ne, ku di xala gihîştina wan de goga cîhanê ya bi xaç heye. Ev tac bi 2,868 almas, 273 mirwarî, 17 safîr, 11 zûmrûd û 5 yaqûtan hatiye xemilandin. Digel vê dewlemendiyê û bilindahiya xwe ya 31 santîmetre, giraniya wê tenê hinekî ji kîloyê zêdetir e.

Kevirên herî hêja yên taca împaratoriyê sembolîk in. Di navenda xaça jorîn de safîra ku ji tiliya (gostîlka) pîroz Edward hatiye derxistin heye, ku qralên Sakson tîne bîra mirov. Li ser xaça pêşiyê yaqûta Mîrê Reş (Black Prince) heye, ku di sala 1366’an de ji aliyê mîrasgirê şervan ê Edward III ve ji qralê Kastîlyayê, Pedro yê Zalim, wekî berdela alîkariyê hatibû girtin. Tê gotin ku Henry V ev yaqût li ser lihevkirê (kumzirhê) xwe xistibû û wê di şerê Agincourt de jiyana qral parastibû. Ev kevir li ser wê taca ku ji aliyê şoreşgeran ve hatibû şikandin û firotin hebû, lê alîgirekî veşartî yê monarşiyê ew kirî û wekî diyarî da qralên «vegeriyayî». Zêrkerên îroyîn «Mîrê Reş» ne yaqût, lê wekî şpînel (spinel) dihesibînin, lê dîsa jî ew bîranîneke xanedaniya Plantagenet e.

Elizabetha Tudor bi çend mirwariyan tê temsîlkirin ku ji guhertina xanedaniyan û şoreşê rizgar bûne. Li ser beşa pêşî ya tacê berê safîra Stuartan a ji taca qralên Skotlandê hebû, ku ji aliyê James II ê sirgûnkirî ve ji Îngilîstanê hatibû birin û neviyê wî yê kardînal wekî nîşana lihevhatina neteweyî ji George IV re wesiyet kiribû. Lê di destpêka sedsala XX’an de ev kevir birin pişta tacê û di cihê wî de «Cullinan II» bi cih kirin. Ev duyemîn parçeya herî mezin a almasa herî mezin a cîhanê ye, ku li Afrîkaya Başûr hatibû dîtin û ji ber şeqeke kûr hatibû birîn.

Bi taca împaratoriyê kesî naxin ser text. Elizabetha II ew tenê di dema vekirina rûniştina salane ya parlamenê de dida serê xwe. Û em hemû hêvî dikin kû dîrok xwe dûbare neke û tu duk û tu Cromwellê nû wê neşikîne û perçe neke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.