- Salek berîya wê em wek gelê Kurd carek din li bendê bûn kû, roja reş 15’ê Sibatê pêşwazî bikin û carek din weke ku çarenûs be xwe li tarîtîyê bipêçin. Lê li ber çavê hemû cîhanê ew dirûşme gelê Kurd a ku dibêje ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ bi rastî jî cîhê xwe girt û şewqa ku ji grava Îmralî derket dil û mêjîyên gelê Kurd û gelên aştîxwaz ronî kir.
Şewq û tîrêjen Wî pir bi hêz bû, cîhan û bi taybetî jî raya Kurd jî kir du beş. Beşeke ku bi rastî bedel daye, ked daye, can û rihê xwe daye û her li benda wan rojan bû, yekser ev bang qebûl kir û hembêz kir. Carek din li dora Roja xwe bûn çeper û dilsozîya xwe nû kirin.
Lê beşek heye, ev ronî wan tarî dike, ji ber dil û mejî, rih û canê wan nikarin ew şewqa heyî hembêz bikin. Ev rewş di mijara olî de dişibe wek çûyîna cîhên pîroz. Heger mirov ji xwe bawer be dikare bi dilrehetî here cîhên kû pêwîst e tu paqij bî da ku hemû nêt û daxwazên te qebûl bibe. Ji ber ku bi rastî jî dema ku mirov ji kiryar û jiyana xwe bawer be, bê minnet û bê dudilî ye. Ji ber dil û mejî paqij e û tenê daxwaza başî û aramiyê dike.
Em werin ser mijara rewşa Kurd û Kurdistanê. Bi sed salan e Kurd bi rastî jî hêvî û bawerîyeke ku a niha heyî nedîtibûn. Zarokên wan her çiqas ne li gel wan be jî lê dizanin ku dijîn û li benda wê rojê ne ku wan hembêz bikin. Hûn dizanin ev hestekî çawa ye? Kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im wan hestan fem dike û heta dawî wateyê dide. Ez wek mirovek asayî dema ku min gotina dayikeke ku dibêje ‘ Li ku be bila bibe, bila bijî, bese min e’ gelek êşîyam û da ku carek din ew gotin û nalînan nebihîzim wek Kurdekê amade me di xizmeta gel û welatê xwe de bim. Ev hezkirin, welatparêzî û Kurdbûn e rast e. Kurdbûn tenê bi gotinê nabe an jî bi berzkirina çend dirûşmeyan. Kurdbûn ew e ku, tiştekî ji destê te neyê jî êş û hêvîya gelê xwe parve bikî û hewl bidî di dil û mejîyê xwe de Kurdistanê bikî yek beş.
Anîna ser ziman a rastî û heqîqetan ne propoganda ye. Em wek gelê Kurd pir caran yan di hin hevok û gotinan de an ji di hin agahdarîyên şaş de difetisin û nizanin çawa jê derkevin. Tevgera Apoyî bi rastî jî dîrokeke ku piştî sed salan were fêmkirin afirand. Cara yekê gelê Kurd bi yek dengî daxwaza yekîtî û aramiyê dikin. Bala xwe bidin ne behsa yek beş an jî tenê berjewendîyên xwe lê behsa pêşeroja xwe dikin. Nifşê nû ku tê êdî westîyaye ji bê statûbûn û nasname. Em li hemû cîhanê hene lê di welatê xwe de em tune ne. Ma ev ne êşa herî giran e? Ez derveyî welatê xwe wek Kurdistanê heme û fermî wek Kurd heme lê li welatê xwe nikarim bi heman nasnameyê bijîm û bi azadî biqîrim. Li derveyî welatê xwe dikarim bi dilrehetî û serbilindî bêjim navê min Kurdistan e û ez Kurd im, lê li welatê xwe bi dengekî nizm navê xwe dibêjim, ji ber ku qedexe ye.....
Hûn qebûl bikin an na lê gelê Kurd ev reşabayê ku li ser wî bû avêt û ti nêta wî nîne carek din xwe li reşayî bipêçe. Ew dilsoz û egîdên welatê xwe hinek ji wan bi xwîn lê hinek ji wan bi can û bedel ev rojên ronî anîn ji bo me hemûyan. Em deyndarê wan in û ti heddê me nîne em ji nedîtî werin ango êrîşî nirxên ku hatîye avakirin bikin. Wê dîrok me efû neke....
Heger em ji xwe re dibêjin Kurd wê demê em ê xwedî li Kurdbûna xwe derkevin û di xizmeta rojên geş de bin, heger na jî wê demê xwe bide kêlekê û zirarê nede. Kurd carek din ruxmê hemû zor û zehmetîyan pêşerojê dihûnin û ev pêl her ku diçe belav dibe, ji ber pêşya wan ronî ye û êdî kes nikare wê roniyê tarî bike!
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Doktrînên Pêşveçûnê: Trump, Xi, Putin, Modi
2 hezîranê
Marê ku kes nedît
26 gulanê