Di siyaseta aboriya şer de jinên Rûs

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 25 Tebax 2026 - 09:00

KURDISTAN LEZGIYEVA

Şerê li Ukraynayê di struktura sosyo-polîtîk û dînamîkên zayendiya civakî yên Rûsyayê de ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve veguhêztina herî radîkal pêk aniye. Bi sed hezaran mêr ji ber seferberiyê, peymanên leşkerî, windahiyan û koçberiya neçarî ji çerxa hilberînê hatin kişandin, ku ev yek bû sedema krîzeke kûr a hêza kar Adi welat de.

Li hemberî vê rewşê Kremllin; ji aliyekî ve hewl dide bi gotinên ultra-muhafazakar jinan daxe rola "dayik û hevjînê", ji aliyê din ve jî ji bo ku aboriya şer li ser piyan bihêle berê jinan dide qadên kevneşopî yên di bin kontrola mêran de, ji pîşesaziya giran heta sektora parastinê.

Zexta siyasî û razînebûnê

Li Rûsyayê mekanîzmayên biryardanê bi piranî di bin kontrola mêran de ne. Rêjeya nûnertîya jinan di Dumaya Rûsyayê û Meclisa Bilind de di astên %17–18’an de asê maye. Di vê hawîrdorê de ku rejimê muxalefeta kevneşopî bi tevahî bêbandor kiriye, derketina siyasî ya herî berbiçav a bi navenda jinan tevgera "Put Domoy" (Rêya Vegera Malê) bûye.

Vê tevgera ji binî ku ji hevjîn û dayikên leşkerên ku bi seferberiyê hatine şandin ser xeta eniyê pêk tê, rasterast li dijî şer dernekeve jî, daxwaza derçûna (terhîs) nêzîkên xwe û vegera wan a malê dike, ku bi vê yekê zexteke ciddî ya raya giştî li ser Kremlin çêdike. Lê dewlet hewl dide bi rêya sîxurî, cezakirin û qedexeyên li ser raya giştî vê tevgerê biçewisîne.

Zêdebûneke berbiçav di hejmara rojnamevan, aktîvîst û welatiyên jin de ku bi sûcdarkirina "têkdana rêzgirtina artêşê" û "propagandaya li dijî şer" hatine binçavkirin an jî cezayê girtîgehê li wan hatine birîn, hat qeydkirin.

Zexta sosyo-demografîk

Krîza demografîk a ku li Rûsyayê kûr dibe û daketina rêjeya jidayikbûnê ji bo astên herî nizim yên dîrokî (nêzîkî 1.36), bûye sedem ku Kremlin kontrola xwe ya li ser mafên hilberînê yên jinan bi hinceta ewlehiya neteweyî zêde bike.

Ev zext û neçarkirina klînîkên taybet ku lîsansên xwe yên kurtajê bide dewletê (li herêmên wekî Kirim, Nijniy Novgorod, Tver û Mordovya), xetereya berêxistina jinan ber bi rêbazên neyasayî û ne-ewle zêde dike.

Kompleksa leşkerî-pîşesaziyê

Ji aliyê sosyolojîk ve nakokiya herî kûr di bazara hêza kar de tê jiyîn. Bi daketina rêjeya bêkariyê ji %3’î kêmtir û şikandina rekorên dîrokî re, lîsteya "pîşeyên qedexekirî" ya ji serdema Sovyetê ku rê li ber karbûna jinan digirt û ji 400î zêdetir pîşe di nav de bûn, bi lez hate tengkirin.

Dabînkirina hêza kar a navneteweyî

Di qadên krîtîk de ku hêza kar a hundirîn jî têrê nake, serî li rêyên tedarika navneteweyî tê dayîn. Wekî nimûne, ji bo kargehên hilberîna ÎHA/SİHA’yên ji cûreyên Shahed ku li Herêma Aborî ya Taybet a Alabuga ya li Tataristanê de ne, bi rêya bernameyên wekî "Alabuga Start" jinên ciwan ên di navbera temenê 18–22’yan de ji welatên wekî Efrîqaya Başûr, Botswana û Nîjeryayê bi sozên karên otêlvaniyê û avahîsaziyê têne kişandin, lê gava digihêjin wir di xetên montajê yên dronan de têne xebitandin.

Tundiya civakî û ‘bara duqat’

Jina Rûs, tevî vê rola xwe ya krîtîk a li ser aboriyê, bi nakokiyeke sosyolojîk a mezin re rû bi rû ye:

Dewlet ji aliyekî ve ji jinê dixwaze ku vegere malê û 3-4 zarokan bîne cîhanê, ji aliyê din ve jî rêvebirên kargehan jinan bangî rejîmên xebata zêde ya giran dikin.

Bandora bêsûchesibandina tundiya nav malê ya di sala 2017’an de berdewam dike; di heman demê de hebûna leşkerên ku ji eniyê vedigerin û bi astengiya stresa piştî trawmayê dikişînin û kesên ku ji girtîgehan af girtine û vegeriyane, fikarên zêdebûna bûyerên tundiya nav malê zêde dikin.

Nirxandin tê kirin ku rola serdest a jinan di hêza kar de, bi berçavgirtina windahiyên li ser xeta eniyê û struktura artêşê, ne demkî ye lê veguhêztineke strukturî ya demdirêj e.

Jina Rûs îro ji aliyekî ve ji pêvajoyên biryardana îdarî û siyasî tê îzolkirin û bedena wê di bin kontrola tund a dewletê de tê hiştin, ji aliyê din ve jî bûye hêza sereke ya aboriya şer û çerxa hilberînê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.