- Lêborîna civakî ne têkçûn e; ew hunera tamîrkirina hafizaya birîndar, cesaretkirina rûbirûbûna şaşiyan û rizgarkirina paşeroja hevpar a nifşên sibê ye.
KURDISTAN LEZGIYEVA
Têkoşîna civakekê bi sêber û paşxana xwe re, di seranserê dîrokê de çalakiya herî giran lê belê herî veguherîner e. Daxwaza lêborînê; di asteke ferdî de wekî rûmet û nazikiyekê bê dîtin jî, dema ku di asteke girseyî de pêk tê, vediguhere muhasebeya wijdanê û hatina vejînek (renasans) civakî.
Lê belê, daxwaza lêborînê ya civakî ji daxuyaniyeke hişk, protokolên fermî an jî hevokên xemilandî yên ku ji ser dikan deng vedidin gelekî wêdetir e. Ew, hunera tamîrkirina dilşikestinên ku di tevna demê de hatine hûnandin û bûn amûrê dermankirina birînên kûr ên di hafizeya hevpar de ye.
Dergehê yekem ê lêborîneke civakî, redkirina rehetî û reva ji berpirsiyariyê ye û xuyakirina şaşiyê ye. Di berekên rehet ên jibîrkirinê de li cihê ku mirov biherike, hilgirtina giraniya şaşiyê wêrekiyeke mezin dixwaze. Hesta herî bingehîn a ku mirovên ku bi hev re jiyane û lingên xwe dane ser heman axê deyndarê hev in, pejirandin e. Bi dengekî bilind anîna ziman a êşa mezlûmî, birîndariya gel an beşekî, danîna hevîrê yekem ê edaletê ye. Ji ber ku neheqiya ku nayê pejirandin, mîna jehreke bêdeng a ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe, paşerojê jî jehrî dike. Birînek, heta ku hebûna wê bê înkarkirin baştir nabe; berovajî wê, kûr dibe û laş ji hundir ve rizî dike.
Lê belê peyv, di wan demên ku dilsozî û çalakî li pişta wan rawenewestin de, bi hêsanî difirin û diçin. Îfadeya pasîf a "em xemgîn in", ji bo tamîrkirina dilên şikestî têrê nake. Lêborîneke rastîn, bi veguhertina wateya ku li ziman hatî barkirin ji bo çalakiyê bersivê dibîne. Çêkirina abîdeyên ku hafizê zindî bihêlin, nûkirina bernameyên perwerdeyê ku rûbirûyî şaşiyên rabirdûyê bibin, dabînkirina edaleta ku zirara çêbûyî telafî bike û ya herî giring jî avakirina nizam organîzasyonî û wijdanî ku ew şaşî careke din dubare nebe... Ja van gavên berçav in ku lêborînê ji jesteke demkî derdixin û vediguherînin helalkirineke daîmî.
Aliyê herî edebî û kûr ê lêborîna civakî jî paqijkirina ziman ji quretî û kibrê ye. Îradeya ku daxwaza lêborînê dike, divê ne bi helwesteke ji jor ve nêrîn an lutfkirinê, lê belê bi nazikiya şermezarî û dilnizmîyê bîne ziman. Ji ber kû lêborîn ne têkçûnek e, berevajî wê hamleya herî esîl e ku ji bo rizgarkirina paşeroja hevpar hatî kirin. Ji qalibên teng ên siyasetê û pragmatîzma rojane derketin û gihîştina zimanê hevpar ê mirovahiyê ye. Ev gihîştin, ne girtina dergehên rûpelên tarî yên dîrokê ye, lê belê ronîkirina wan rûpelan bi rastiyê ye ku careke din venebin.
Wekî din, muhatabê lêborîneke civakî ne tenê mexdûrên rabirdûyê ne, nifşên paşerojê yên ku hêj nehatine dinê ne jî. Berpirsiyariya ku îro nayê girtin, barekî giran e ku ji bo zarokên sibê re wekî mîrat tê hiştin. Ji bo hiştina rûpelekî paqij ji paşerojê re, xwendina bi wêrekî ya rûpelên qirêj ên duhî hewce ye. Civakek ku bi xwe re ne di aşitiyê de be, nikare bi cinarê xwe an bi cîhanê re jî aşitiyê ava bike. Ji ber vê yekê, lêborîna civakî nîşana herî ronî ya paqijbûna hundirîn û gihîştinê ye.
Wekî encam; piştî karesateke civakî, neheqî an jî şikestineke mezin daxwaza lêborînê ya civakî, her çend rabirdûyê neguhere jî, rêça paşerojê ji wêraneke neyê telafîkirin rizgar dike û vediguherîne hêviyê. Saziyên ku xeletiyên xwe di bin xalîçeyê de vedişêrin mehkûmî rizînê ne; berevajî wê, civakên ku bi şaşiyên xwe re rûbirû dibin û hembêzkirin û helalkirinê dizanin, ber bi paşeroja xwe ve bi ewlehiyeke gelekî bihêztir dimeşin. Mezinahiya civakekê, ne di serkeftinên ku pê serbilind dibe de, lê belê di wêrekiya barkirina şermezariya xwe û di hêza tazmînkirina wê şermezariyê ya bi edaletê de veşartî ye.
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Meşa di bin sîya nirxan de
1 îlonê
Di siyaseta aboriya şer de jinên Rûs
25 tebaxê
Birîna kûr a dîrokê
4 tebaxê
Illûmînatî û teoriyên komployê
28 tîrmehê
Melîkeya baxçeyên rawisayî û fîlên sexte
21 tîrmehê
Taca Împaratoriya Brîtanî
14 tîrmehê