Melîkeya baxçeyên rawisayî û fîlên sexte

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 21 Tîrmeh 2026 - 07:30

Semîramîs
  • Navê melîkeya Babîlê ya kevnar Semîramîs, bi saya Baxçeyên Rawisayî (Asma Bahçeler) ku wek yek ji heft ecêbên cîhanê tê qebûlkirin û navê wê hildigire, nemir bû. Lêbelê, lêkolînerên nûjen bawer dikin ku çîroka Semîramîsê, jînenîgariyeke bi efsaneyan hatiye guhertin a melîkeya rastîn Şammûramat e, ku di navbera salên 811–806 b.z. de serweriya Mezopotamyayê kiriye.

 

Şammûramat, naîbeya (cîgira) kurê xwe yê piçûk bû. Heta ku kurê wê gihîşt temenê rûştê, bêyî ku guh bide şîretên esîlzade an jî mezinên welat, welat bi tenê bi rêve bir. Li gorî teoriya herî populer, avakirina baxçeyên rawisayî yên navdar di serdema wê de dest pê kiriye. Li gorî qeydên perestgehan, piştî ku kurê wê bû padîşah jî, Şammûramat di qesrê de wek fîgureke bi bandor ma. Lêbelê, derbarê wê û karên ku kirine de, agahiyên pêbawer ên ku gihîştine roja me pir kêm in.

Sedsalan şûnde, jiyana vê naîbeya kevnar bi mît û efsaneyan hate pêçandin. Li gorî lêkolîneran, di van çîrokan de rûmeta serwerê rastîn, bi karakterên mîtolojîk ên mîna xwedawenda Babîlê Îştar û tewra xwedawenda Yewnanî Hera re tevlîhev bû. Dîroknasê kevnar ê Sîsîlyayî Dîodoros, ku heşt sedsal şûnda jiyaye, ev efsane birêkûpêk kirin û vegotinên li ser Melîke Semîramîsê bi giranî bi riya veguhestina wî gihîştin roja me.

Şervana kevokan mezin kiriye

Semîramîs, keça xwedawenda derya’yê Derketo û zilamekî (mirbar) bû. Dayika wê ew li daristanê hiştibû û li wir kevokan keçika piçûk xwedî kiribûn û xwarin dabûnê. Şivanê qesrê Sîma ew dît û mezin kir û navê Semîramîs ku tê wateya "kevok" lê kir.

Keçika ciwan ewqas bedew mezin bû ku Onnes, yek ji generalên Padîşahê Asûrê Nînûs, pê re zewicî. Fermandar ev bedewa ciwan bi xwe re bir şer; Semîramîs di dema dorpêçkirina keleyekê de bi xwe serkêşiya êrîşekê kir û hişt ku Asûrî serkeftinekê bi dest bixin.

Padîşah Nînûs gava ev şervana bedew dît, ji Onnes daxwaz kir ku hevjîna xwe bide wî û di berdêla wê de keça xwe pêşkêşî general kir. Generalê evîndar ev pêşniyar red kir. Li ser vê yekê, serwer gef xwar ku ew ê çavên fermandar derxe. Generalê ku nekarî dest ji hevjîna xwe ya hezkirî berde, xwe darve kir. Ev encam bi temamî li gora dilê padîşah bû û wî tavilê jina bî ya ciwan wek hevjîna xwe girt.

Melîkeya nû berdewam kir ku derkeve seferên leşkerî. Di dema yek ji van seferan de ji Nînûs re kurekî bi navê Nînyas anî dinyayê. Piştî demekê, dema ku Rojhilata Nêzîk hema hema bi temamî hatibû fethkirin, padîşah di dema dorpêçkirina keleyekê de bi giranî birîndar bû û mir. Di nava germiya şer de, ji bo ku moralê leşkerên Asûrî bilind bimîne, Semîramîsê li ser navê kurê xwe yê piçûk dest bi şandina fermanan ji artêşan re kir. Piştî serkeftinê, Semîramîsê xwe bi fermî wek naîbe îlan kir û ragihand ku ew ê polîtîkaya hevjînê xwe yê rehmetî bidomîne.

Fîlên sexte û sefera Hindistanê

Melîkeyê bi rastî jî şerê xwe berdewam kir. Di serdema xwe ya dirêj a naîbîtiyê de (ku li gorî Dîodoros ev dem 42 salan dom kiriye), Semîramîsê Lîbya û Etiyopya bi dewletê ve girêdan û ji bo fethkirina Hindistanê ket rê. Lêbelê, li wir Asûrî rûbirûyî pirsgirêkek nedihatin-hêvîkirin bûn: Di cebilxaneya artêşa Hindistanê de fîlên şer hebûn.

Semîramîsê biryar da ku çavê Hindiyan bitirsîne. Wê ferman da ku hezar gayên reş bên serjêkirin û çermê wan li ser îskeletên darîn hatin tewandin. Bi vî rengî maketên dêwasa ku ji dûr ve dişibiyan fîlên mezin hatin çêkirin. Ev cenawirên li ser tekeran ji aliyê karwanên deveyan ve dihatin livandin. Êrîşa yekem bi ser ket, lê Hindî û fîlên wan ên rastîn piştî demekê bi komîkbûna rewşê hesiyan û êrîşkar belav kirin. Wan melîke bixwe jî birîndar kirin û Asûrî neçar kirin ku ji Hindistanê birevin.

Baxçeyên rawisayî

Piştî vegerîna ji sefera bêserkeftin, Semîramîs bi plansaziya bajêr ve mijûl bû. Yek ji hewldanên wê, dê tuneleke di bin Çemê Firatê re bibe ku her du aliyên Babîlê dighîne hev. Projeyeke din a wê jî baxçeyên rawisayî bûn ku wek yek ji ecêbên cîhanê navdar bûn.

Li gorî vegotinên Dîodoros, ev der qatên terasên pir-asî bûn ku li ser wan riwekên çiyayî şîn dibûn. Baxçe bi ava ku ji Firatê bi taybetî ber bi jor ve dihat pompekirin, dihatin avdan. Bilindahiya avahiyê dighîşt 60 metreyî û tebeqeya axê ya li ser her terasê ewqas stûr bû ku dar bikaribin rên xwe bi kûrî berdinê. Hin zanyarên nûjen guman dikin ku gelo ev avahî bi rastî hebûye an na; ji ber ku hemû çavkaniyên behsa wê dikin aydî Serdema Antîk a Dereng in û ji kolandinên li cihê ku tê texmînkirin baxçe lê ne, tu encamên teqez nehatine girtin.

Efsaneya Ermenî û Arşelaq (Ara) ê Bedew

Li gorî efsaneyeke Ermenî, Semîramîs (Ermeniyên kevnar jê re digotin Şamîram), heyranî bedewiya padîşahê wan, Ara yê Bedew (Araê Geghetsik) bûbû. Wê nameyeke ku tê de pêşniyara zewacê û yekbûna her du dewletan hebû ji wî re şand. Lêbelê serwerê Ermenî ev pêşniyar red kir. Li ser vê yekê, Semîramîs-Şamîramê li dijî Ermenistanê şer îlan kir.

Melîkeyê ferman da ku Ara zindî bê girtin, lê padîşah di şer de bi giranî birîndar bibû û wekî mirî anîn ber konê wê. Padîşahê Ermenistanê di konê Semîramîsê de mir. Semîramîsê qet xwe xira nekir. Wê ferman da kahînê qesrê ku Ara zindî bike. Kahîn ji bo ku birînên wî bi lêstina zimanê xwe qenc bikin, dest bi bangkirina cenawirên serî-se (segser) kir, lê padîşah her çawa be zindî nebû.

Li ser vê yekê, Semîramîsê ji Ermeniyan re ragihand ku padîşahê wan dijî û qebûl kiriye ku pê re bizewice. Wê Ara ji dûr ve nîşanî gelê wî da; lê di rastiyê de, fîgura padîşahê mirî ji aliyê yek ji evîndarên Semîramîsê ve dihat lîstin. Ev hîle bi ser ket û Ermenî vegeriyan malên xwe...

Mirina Melîkeyê û rûmeta wê

Efsaneyên serdema destpêka Xiristiyantiyê, îcadkirina rêbaza xesandinê û kembera dildariyê (iffet kemeri) dispêrin Semîramîsê û bi gelemperî daxwaza wê ya zêde ya li ser şehwetê derdixin pêş.

Li gorî guhertoyeke çîrokê, Semîramîs bû qurbana komploya kurê xwe yê ku ji paşguhxistinê aciz bibû. Hatibû gotin ku kahînekî hişyarî dabûyê ku ew ê bi destê kurê xwe bimirî, lê melîkeyê guh neda vê pêşbîniyê. Di vê navberê de, serwerê qanûnî yê ku êdî ne ciwan bû (kurê wê), bi yek ji xesandiyên ku sedemên wî yên eşkere hebûn ku nefretê ji Semîramîsê bike re li hev kir û bi hev re melîke kuştin. Bi vî rengî, Nînyas di dawiyê de bû serwerê xwedî desthilatdariya tam.

Di Serdema Navîn û piştî wê de, navê vê melîkeya kevnar a Babîlê êdî bi temamî bi bêexlaqiyê re hate girêdan. Di berhema Dante Alighieri ya bi navê "Komediya Îlahî" de, Semîramîs di qata duyem a Dojehê de, di nav giyanên şehwetperest de xuya dike. Gelek lêkolînerên nûjen bawer dikin ku koka vê helwesta neyînî ya li hember melîkeya kevnar digihîje nivîskarên destpêka Xiristiyantiyê yên ku paganên navdar bi eşkere reş dikirin. Melîkeya ku wekî nîv-xwedawend dihat qebûlkirin, ji bo van kampanyayên reşkirinê armanceke pir guncav bû.

Lê di Serdema Nû de, ev helwesta li hember serwerê kevnar nerm bû. Ronakbîrê mezin ê Fransî Voltaire, trajediyeke bi navê "Semîramîs" nivîsî. Dema ku wî Împaratorîçeya Rûsî ya Duyemîn Katerîna, ya ku pê re name dişandin, wekî "Semîramîsa Bakur" bi nav kir, Voltaire teqez behsa jiyana taybet a çarîçeyê nedikir, lê hêz û zanyariya wê pesndirand.

Di encamê de; dîrok ne pirtûkeke dersê ya statîk e; pêvajoyeke zindî ye ku bi berdewamî tê nûkirin û mîna detektîfiyê şop li ser tê ajotin. Ji ber vê yekê, di xwezaya vî karî de heye ku ew tiştên ku em îro jê re dibêjin "rastiya teqez", sibê bi belgeyeke nû ya arşivê biguherin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.