Peymana civakî ya ji sînorên yasayê wêdetir
Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —
Sêşem 18 Tebax 2026 - 07:30
- Herodot ê ku di sedsala 5'an b.z. de jiyaye, di berhema xwe ya navdar "Dîrok" de wiha dibêje:"Di aştiyê de zarok dê û bavên xwe dispêrin axê; di şer de dê û bav zarokên xwe dispêrin axê."
Rêzkirinên legal û gotarên yasayên bingehîn, mekanîzmayên bingehîn in ku têkiliyên di navbera dewlet û kes de birêve dibin. Lêbelê, civakek bi wateya rastîn di nav aramî, edalet û hesta aîdiyeta hevpar de bijî, tenê bi rêgezên hişk ên hiqûqa pozîtîf pêkan nabe. Yasa çarçoveya teknîkî xêz dikin; lê vîzyona hevpar, baweriya dualî û hesta wekheviyê bi "peymana civakî ya hestyarî û civaknasî" ku ji sînorên yasayan wêdetir tê avakirin, gengaz e.
Astengiyên ku di têkiliyên Kurd û Tirkan de, ku dînamîka herî kûr û diyarker a Tirkiyeyê ye tê jiyîn, ji wê yekê tê ku ev pirs pir caran tenê di nav paranteza "ewlehî" an "zagonan" de tê bisînorkirin. Ev nivîs, vîzyona nû ya jiyana hevpar a ku ji sînorên yasayan derbas dibe û li ser zemîna wijdanê civakî û welatiya wekhev ava dibe, digire dest.
Rêgezên hiqûqê ji ber xwezaya xwe ferman dikin, bisînor dikin û cezayan pêk tînin. Lêbelê aştiya civakî, ji cîbicîkirina fermanekê zêdetir, pêvajoyeke erêkirin û razîbûnê ye. Maddeyên di destûran de hatine nivîsandin, bi tenê nikarin baweriya ku kes ji hev re hîs dikin ava bikin.
Her çend îfadeya "di ber yasayê de wekhevî" li ser kaxezê hebe jî, heta ku di jiyana civakî de cihê xwe nebîne, hesta aîdiyêtê birîndar dike.
Ezmun û tecrubeya dewlet-neteweyê ya ku ji sed salî zêdetir e nîşan daye ku, metnên hiqûqî yên ku cihêrengiyan tune dihesibînin an pênaseya welatiya yek-reng ferz dikin, di avakirin an sazkirina entegrasyona civakî de têrê nakin. Di vê nuqteyê de tişta ku hewcedarî pê heye; ne redkirina yasayan e, belkî lihevkirineke wijdanî ye ku naveroka yasayan tije dike û giyan dide wan.
Ji bo Kurd û Tirkan peymaneke civakî ya li derveyî yasayan, ne li ser maseyên saziyên fermî; di jiyana rojane de, di civaka sivîl de û di hafizeya hevpar de tê avakirin. Divê ev peyman li ser sê stûnên bingehîn raweste:
Welatiya wekhev a adil û bi rûmet
Wekhevî, ne tenê mafê dengdanê an berpirsiyariya bacê ye. Ew e ku kes bi nasname, ziman û hebûna xwe ya dîrokî re, di qada giştî de bêyî ku rastî ti cihêkarî, guman an duyemînkirinê bibe, hebe. Têgihîştinek ku Tirkbûn an Kurdbûn ji ya din re serdestiyê çênake û aîdiyet ne tenê bi "dilsoziya ber bi dewletê ve" lê bi "rêza ku dewlet û civak ji kes re digire" tê pîvandin.
Xwezayîbûna mafên çandî û zimanî
Ziman û çand, nikarin wekî mijara bazara hiqûqî an lutfekê werin dîtin. Zimanê dayikê û mafên çandî, ji mafên hebûnî yên mirovan in. Peymana civakî ya ji yasayan bêtir, pêşbînî dike ku Kurdî û çanda Kurdî wekî hêmaneke eslî û dewlemendker a vê erdnîgarî ji aliyê hemû civakê ve bê pejirandin. Ev rewş, ji neçariya hiqûqî zêdetir, etîka xwişk û biratiya civakî ye.
Di zemîna hafizeya hevpar û empatiyê de başbûn
Zelalkirin û fêmkirina dualî ya êş, mexdûriyet û trawmayên ku di rabirdûyê de hatine jiyîn şert e. Fêmkirina fikarên ewlehiyê û hesasiyetên dîrokî yên Tirkan; bi heman awayî hîskirina birîndariya Kurdan di lêgerîna nasnameyê û edaletê de. Başbûn, bi wijdanekî ku êşa ya din wekî êşa xwe dibîne dest pê dike.
Ne veqetîn, yekitiya bi dilê xwe
Kurd û Tirk bi sedsalan e heman erdnîgarî, têkiliyên cîrantiyê, girêdanên peywendiya malbatî û dîrokeke hevpar parve dikin. Lêbelê mîrasa rabirdûyê, nikare bibe garantiya paşerojê. Dahatû, bi biryareke yekitiya dilxwazî û adil dikare domdar bibe.
"Peymana Civakî ya Ji Sînorên Yasayê Wêdetir", hêza dewletê bisînor dike û di heman demê de xwebawerî û piştevaniya civakê zêde dike. Yasa dikarin biguherin, hikûmet dikarin biguherin; lê dema ku aştiya wijdanî ya ku civakê di nav xwe de ava kiriye kûr bibe, ti alozîyeke siyasî nikare vê girêdanê hilweşîne an carek din biêşîne.
Aştî û aramiya rastîn ji bo Kurd û Tirkan; berî îmzeyên ku di salonên dadgehan de an di korîdorên meclîsê de tên avêtin, bi gavên ku dê di hiş û dilê mirovan de werin avêtin ve girêdayî ye. Hiqûq divê vê pêvajoyê hêsan bike û biparêze; lê îmzekarên eslî yên peymanê, her du gel bi xwe ne ku hevdu wekî rêhevalên wekhev, birûmet û azad bipejirînin.
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Birîna kûr a dîrokê
4 tebaxê
Illûmînatî û teoriyên komployê
28 tîrmehê
Melîkeya baxçeyên rawisayî û fîlên sexte
21 tîrmehê
Taca Împaratoriya Brîtanî
14 tîrmehê
Şerê propagandayê yê li Romaya Kevn
30 hezîranê