- Tê qebûlkirin ku ji hevalbendên duh xetertir tu dijmin tune ne. Şerê propagandagerîyê yê ku di navbera Oktavyan (Octavian) û Antonî (Antony) de qewimî, vê yekê bi tevahî piştrast dike. Zewaca Antonî bi Kleopatrayê re di vî şerî de bû yek ji xalên sereke.
Divê were gotin ku ev yekîtî hem mirov şaş dikir hem jî aciz dikir. Antonî û Kleopatra pir bi zanyarî serdestiya xwe ya li ser hemû cîhanê nîşan didan. Mînak, navên zarokên wan: Roj û Heyv (Helios û Selena). Di sala 34'an beriya zayînê de (b.z.), piştî seferberiya Ermenistanê, Antonî serkeftina xwe ne li cîhekî din, lê li Îskenderiyeyê pîroz kir, mîna ku bixwaze destnîşan bike ku ev her tişt ji bo wê, ango şahbanûya Misrê ye. Dîroknasê Romayî Dion Kassiyos (Dio Cassius) weha nivîsiye:
"Ew li ser erebeyekê ket nav bajêr; piştî ku her tiştê din diyarî Kleopatrayê kir, padîşahê Ermenistanê jî tevî malbata wî di nav zincîrên zêrîn de anî ba wê. Ew li nîvê elaletê li ser kursiyeke zêrîn ku li ser platformeke bi zîv hatibû xemlandin rûniştibû. Barbaran bi hêsrên çavan lava jê re nekirin û li ber wê serê xwe netewandin, her çend ji bo vê yekê pir hatibûn neçarkirin û bi hêviyan hatibûn xapandin."
Ev her tişt û gelek tiştên din pir zû li dijî Antonî hatin bikaranîn. Çimkî rûbirûbûna wî ya bi Oktavyan re sal bi sal eşkeretir dibû û êdî rê li ber şerê navxweyî venebû.
Tu ji min re, ez ji te re
Dîroknasê Îngilîz û edîtorê "Dîroka Kevn a Cambridge" Martin Charlesworth destnîşan dike ku bûyerên şerê navxweyî, ku di encamê de Oktavyan bi ser ket, heta îro jî ji bo me bi tevahî ne zelal in. Û ev ne tenê ji ber dûrahiya demê ye. Hem Oktavyan hem jî Antonî xebatên propagandaya çalak dimeşandin. Her çend armanca wan avakirina wêneyekî guncan ê cîhanê di çavên hemdemên wan de bû jî, nifşên paşerojê îro jî nikarin fêm bikin ka bûyer bi rastî çawa pêş ketine.
Martin Charlesworth weha dewam dike: "Ji bo pêxistina şerxwaziya pêwîst û avakirina coşa hewce, her du aliyan neçar bûn ku ji bo berjewendiya xwe propagandayan bikin û di demên kevnar de propaganda pir caran wekî heqaretên kesane û buhtan derdiket pêş".
Bi zimanê îroyîn, her du dijminan bi avêtina zanyariyên sexte (dezenformasyon) temaşevan "germ dikirin". Hûn bixwe biryarê bidin. Gelek gotinên Antonî di berhemên dereng ên nivîskar û dîroknas Suetoniyos (Suetonius) de hatine parastin. Heпук em ji wan bawer bikin, Antonî li ser hemû eniyan êrîş dikir. Wî digot ku diya Oktavyan ne pir mîrzade bû, û kalikê wî yê mezin an dukanek an jî nanpêjxaneyek birêve dibir. Her weha digot ku sêserok (triumvir) ne wêrek bû.
Oktavyan jî, ji aliyê xwe ve, Antonî bi bêexlaqiyê (berî her tiştî ji ber têkiliya wî ya bi Kleopatrayê re) sûcdar dikir. Antonî sê qat bersiv dida: Oktavyan bi pozbilindî, fêlbazî û daxwazên nefsewî sûcdar dikir.
Hevrik deyndar nema
Di sala 32'yan b.z. de, dema ku Antonî ji hevjîna xwe ya fermî (xwişka Oktavyan) re nameya berdanê şand, Oktavyan derbeke giran li dijberê xwe xist: wî wesiyeta Antonî ya ku li cem Vestalan qeşeyên xwedawenda Vesta dihat parastin, eşkere kir. Di wê wesiyetê de, Antonî ferman dida ku ew li Misrê tevî Kleopatrayê were veşartin û her weha milkên ku dabûn wê, ji bo wê piştrast dikir.
Karê Oktavyan hemû rênmayiyên heyî binpê dikir, lê ev yek ji wî re hat bexşandin: tiştê ku Romayiyan ji wesiyetê hîn bûn, ew pir zêdetir şok kirin. Niha her tiştê ku diqewimî li dijî Antonî dizivirî: dilsoziya wî ya ji bo Kleopatrayê wekî xwestek û amadebûna îxaneta li Romayê dihat dîtin.
Di encamê de, şerê navxweyî yê di navbera Oktavyan û Antonî de bi fermî wekî şerê Romayê li dijî Kleopatrayê dest pê kir, ku qaşo milkên Romayê desteser kiribû. Di sala 32'yan b.z. de, pereyek (sikke) hate derxistin ku li aliyekî wê wêneyê xwedawenda Aştiyê û li aliyê din jî Oktavyan bi rimê di destê xwe de hebû. Di şerê ku armanca wî aştî li seranserê axa Îtalyayê bû, mafdariya Oktavyan guman nedihişt.
Bextreş, bêexlaq, biyanî
Oktavyan berdewam li xala herî hesas xist, li ser wê jina ku Antonî jê re îbadet dikir. Di berhemên cuda yên wêjeyî yên wê demê de, şahbanûya Misrê wekî xapînokeke fêlbaz dihat nîşandan, ku zilamên herî hêja jî dixist bin fermana xwe û wan ber bi xirabiyê ve dibe. Mînak, di epoda nehemîn a Horatiyos (Horace) de em weha dixwînin:
O leşkerê Romayî, — hûn zarok in, hûn bawer nakin!
Ketiye bin destê şahbanûyê,
Çek û daran hildigire: xizmeta jinikê dike
Û xesandiyên qurmiçî;
Di qada şer de, roj konê şermê dibîne
Konê ku mîna perdeyekê ye!
Ev epod piştî serkeftina Oktavyan a li ser fîloya Antonî û Kleopatrayê hatibû nivîsandin. Her çend navê şahbanûyê tu carî nehatibe gotin jî, fêmkirina ku kî tê xwestin ne dijwar e. Xapînoka fêlbaz ku leşkerê wêrek veguherandiye kesekî lawaz û girêdayî. Nexwe, dibe ku di windakirina şer de sûcê Antonî bixwe tune be? Û rewşa Kleopatrayê dikaribû hîn xerabtir ji ya rastî were nîşandan. Di odaya 37'an de Horatiyos nivîsandiye:
Lê heyecan ket — tenê keştiyek
Ji agir rizgar bû û hişê wê yê ku bi şeraba
Mareotîk hatibû davan,
Qeyser xist nav tirsiyeke rastîn.
Di rastiyê de, ji yekê zêdetir keştiyên Kleopatrayê mabûn, lê heger her tişt bi nebaşî bi dawî bûbe, çima rehmê li jineke belengaz bikin? Ne tenê Kleopatra bixwe, lê Misir bi gelemperî û her tiştê ku bi wî welatî ve girêdayî bû di ronahiyeke nebaş de dihat nîşandan.
Ji bo Romayiyan helwestek pozbilind li hember Misrê taybetmendî bû. Mînak, Sîseron (Cicero) di rûpela "Li ser Dewletê" (sala 51 b.z.) de nivîsandiye:
"Misirî, ku ji hemû gelan yê herî kevnar in û xwediyê kronîkên bûyerên gelek sedsalan in, gayekî ku jê re dibêjin Apîs wekî xwedawend dihesibînin. Mirovekî wusa dê li cem wan misiriyan gelek cinawirên din û heywanên cuda yên ku wan xistine nav rêza xwedawendan bibîne."
Hinek lêkolîner destnîşan dikin ku di wêjeya wê demê de Kleopatra (û bi wê re Antonî) dibûn sembola Rojhilatê û Oktavyan û Roma jî dibûn sembola nirxên Rojava. Bi vî rengî, şerê navxweyî êdî ne tenê şerekî du trîûmviran a ji bo desthilatdariyê bû, di heman demê de dibû bijarteyeke nirxan.
Di encamê de ne tenê Kleopatra, lê tevahiya Rojhilat winda kir. Em bi rastî di "Eneîda" ya Vergîliyos (Virgil) de vê yekê dixwînin:
Antonî bi hêza barbar û çekên rengîn bihêz e,
Serkewtiyê peravên Sorên Berbangê û eşîrên dûr:
Wî Misir, Rojhilat û Baktriyayên ji qonaxa gerdûnê anîn şer;
Hevjîna wî ya Misirî — o bêrûmetî! — bi wî re bi keştiyê hat.
Navê Kleopatrayê dîsa nayê gotin. Ji aliyekî ve pêwîstî tune ye, her kes fêm dike ku ev misiriya xayîn kî ye. Ji aliyê din ve, her weha heqareta li hember wê ya ku bûye sedema hemû belayên Antonî bi eşkere tê destnîşan kirin.
Rêzikên helbestî yên ku bi dehan hebûn, paşê helbest û çîrokên li ser Kleopatrayê hatin afirandin, ku qaşo şevek evîna bi wê re jiyana evîndarên wê hildida. Çima tenê ev mîtolojî herî zêde di dîrokê de jiya, her çend tu pêwendiya wê bi rastiyê re tune be jî.
Lê mirov dikare çi bike? Hêza propagandaya kevnar bi rengekî bêkêmasî li gor dema xwe xebitî û hêj em şopa wî di gelek mijaran de dibînin...
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Çend gotin li ser Kurdbûnê...
9 hezîranê
Doktrînên Pêşveçûnê: Trump, Xi, Putin, Modi
2 hezîranê
Marê ku kes nedît
26 gulanê