Mînaka berpirsiyarî di navbera hebûn û tunebûnê de

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 23 Hezîran 2026 - 10:00

Berxwedan/foto:MA
  • Ev ruhê berxwedana civakî ya ku bi heqîqetê re dibe yek wekî yekane mift (kilît) ji bo paşvekişandina faşîzmê û qezenckirina azadiyê ye li ser bingeha civaka demokratîk.

 

Berxwedan, ne tenê helwesteke siyasî ye; ji çêbûna gerdûnê heta berdewamiya jiyanê, şertekî bingehîn ê hebûnparêziyê ye. Her hêmanekî di xwezayê de (striya gulekê an jî têkoşîna jiyanê ya gêrikekê) bi mekanîzmayên parastina hebûna xwe li ber xwe dide.

Di dîroka mirovahiyê de şiklê berxwedanê yê herî biwate wekî *civakîbûnê* derketiye holê. Komên destpêkê yên klan û qebîleyan, bi xezîna parastina li dijî bandorên derva û şertên xwezayê hatine cem hev; di pêvajoya neolîtîk de jiyana komunale ya ku li dora dayik-jinê şêwaz girtiye, mînaka herî xurt a vê hişmendiya parastin û berxwedana hevpar ava kiriye. Ji ber vê yekê, bûyîna civakê rêya yekta ya qezenckirina şerê hebûnê ye.

Parastina çandê; ziman, ol, exlaq ango hemû nirxên madî û manewî yên ku bi destê mirovan hatine afirandin dihewîne. Dema ku têkoşîna parastina van nirxan li dijî rejimên zext, mêtingerî û asîmîlasyonê bibe wekî herdemî, *çandeke berxwedanê* ya organîze derdikeve holê. Ev kevneşopiya ku di pêvajoya dîrokî de ji Mazdekan, Babekan û zincîra Hesinkar Kawa heta roja me ya îro dirêj dibe, bi berdêlên ku li dijî xeta teslimiyetkar hatine dayîn pîroz bûye.

Yek ji sembolên herî berbiçav ên vê sekinê, felsefeya "Berxwedan Jiyan e" (an jî "Jiyan Berxwedan e") ye ku di berxwedanên zindanan de şênber bûye û ji dirûşmekê wêdetir, veguheriye nasnameyeke civakî. Ji ber wê serîdaxistina li ber zextan dibe sedema mirina çandî, lê berxwedan bi parastina bîr û xwebûnê (cewhera xwe) mirov dibe serkeftinê.

Ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo Jina Kurd asta herî giran û sembolîk a çanda berxwedanê, di kesayetiya Zeynep Kinaci (Zîlan) de ku di sala 1996'an de çalakiya xwe pêk aniye, tê şênberkirin. Zîlan, wekî fîgûreke ku jiyana konforî û fersendên kariyerê yên ku pergala kapîtalîst pêşkêş dike red kiriye û çiya û jiyana azad hilbijartiye, tê girtin dest. Ev hilbijartin û çalakiya wê, ne bertekiyeke tesadûfî ye; encama bîrewerî û hişmendiyeke dîrokî ye.

Zîlan bi çalakîya xwe êş û komkujîyên Dêrsim û Zîlanê di kûrahîya dilê xwe de hîs kir, polîtîkayên asîmîlasyonê û konseptên îmhakirinê yên li ser nasnameya kurdî dît. Ev hemû di wî de veguherî raman û mîna madeyeke piçûk herkû çû gur bû û wê  ber bi teqîneke mezin a kû gerdûnê ava dike e bir, an jî mîna tovekî ku dibe bi hezaran bax û gul....

Têkoşîna ji bo parastina nasname û hebûnê hêj li ser axa me dewam dike. Em wek gelê Kurd fêrî ew çanda berxwedanê bûne, ji ber wê di dema ku windakirina vînê (îradeyê) li pêşberî pergalê tunebûnê tîne; bilindkirina agirê berxwedanê di her qadê de bi hişmendiya dîrokî, bi taybetî ji bo jin û ciwanan berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ev ruhê berxwedana civakî ya ku bi heqîqetê re dibe yek wekî yekane mift (kilît) ji bo paşvekişandina faşîzmê û qezenckirina azadiyê ye li ser bingeha civaka demokratîk.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.