Civak û komunalbûna fikir

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 29 Îlon 2026 - 07:30

  • Civaka demokratîk û komunal; ne ûtopyayeke dûr e, ew paşeroja ronî bixwe ye ku em ê ji îro de hêdî hêdî bihûnên, bi hev re hilberînin û bi adilî parve bikin.

KURDISTAN LEZGIYEVA

Civak, ne tenê komela ya kesên hatine cem hev e; berevajî wê, organîzmayeke zindî ye ku ji aliyê hafizayeke hevpar, xewnên kû hatine parvekirin û gavên ku bi hev re hatine avêtin ve hatiye afirandin. Di dirêjahiya dîrokê de mirovan lêgerîn di nav modelên civakî de kirine da ku piştevaniya xwe xurt bikin, edalet û azadiyê li ser zemînekî jiyana hevpar berbelav bikin. Yek ji berteka herî zelal, herî mirovî û herî kûr a vê lêgerînê, xeyala "civaka demokratîk û komunal" e.

Civaka demokratîk û komunal; şêwazeke hebûnê ye ku dîwarên sar ên hiyerarşiyê derbas dike, qalibên teng ên desthilatdariyê dişikêne û goşeya jiyanê vediguherîne îradeyeke hevpar. Demokrasiya ku li vir behsa wê tê kirin, ne tenê mekanîzmayeke şiklî ye ku mirov navber bi navber diçe ser sandoqê û raya xwe dide. Berevajî wê; di taxê de, di zeviyê de, di atolyeyê de, di meclisê de û di her demarê de ku jiyan lê diherike, çandeke zindî ye ku gel qedera xwe bi xwe diyar dike û bi awayekî rasterast tevlî biryaran dibe. Azadî, ne destûreke tekane ye ku mirov bi xweperestî biparêze; lê belê di nav komûnê de, yanî di nav civakê de, peymana pîroz e ku bi têkiliya piştevaniyê ya bi yê din re mezin dibe û wateyê qezenc dike.

Ruhê komunal, mirov ji tiştekî xerîbbûyî yê xwezayê û civakê derdixe û wî dike kirdeyekî çalak yê gerdûnê û jiyana civakî. Komûn; ew sifreya mezin e ku hilberîna hevpar, parvekirina adil, hezkirin û ked lê tên strandin. Li ser vê sifreyê kes ne axa ye, kes ne kole ye. Hêz, ne amûra avakirina tahakkumê ye; lê belê dibe wesîleya bedewkirina jiyana hevpar û girtina destê hevdu.

Meşîna ber bi civaka demokratîk û komunal ve, di heman demê de bi xwezayê re dîsa lihevhatin e. Berevajî cîhana modern ku ji ber pîşesazîbûn û hêsîriya qezencê kor bûye, zanebûna komunal mafê jiyanê yê axê, avê, hewayê û her zindiyê li ser diparêze. Mirov dema di nav komûnê de azad dibe; komûn jî bi bîr tîne ku ew parçeyek ji xwezayê ye û digehîje hevsengiyeke gerdûnî û ekolojîk.

Ev rêwîtî, ne tenê veguhertineke sazûmanî ye, berî her tiştî şoreşeke hişmendî û wijdanî ye. Avakirina paşerojeke wetadar e ku dawî li tahakkuma mirov li ser mirov tîne, azadiya jinê dike kevirê bingeh ê azadiya civakî û piştevaniyê dike prensîba bingehîn.

Komunalbûna fikir; rêwîtiya veguherîna çirûskeke tekane ku di hişê mirovekî de geş bûye, ji bo meşaleya hevpar a civakê ye. Pêvajoya geşbûna fikrekî razber e ku qalib û sînorên ferdî derbas dike û vediguherîne ruhekî kolektîf, jiyaneke parvekirî û rastiyeke şênber.

Dema fikrek ji dayik dibe, bi giştî aîdî ferdekî ye. Hişê ferdî, navciya yekemîn a fikir e. Lê belê ji bo ku fikrek bibe komunal, gava yekem a ku divê bê avêtin ew e ku ji "ya min"bûnê derkeve û bibe "ya me". Vekişîna ferd ji îdîaya mulkiyeta ser fikir, fikir azad dike. Fikir dema ku di dilopa hevpar a civakê de tê berdan, êdî di sînorên hişekî tekane de heps nabe; bi destçûna pir hiş, ezmûn û hestan dewlemend dibe, şiklê xwe diguherîne û digehîje pênasînê.

Komunalbûna fikir ne tenê qebûlkirina mentiqî ye, lê belê avakirina peywendiyeke hestyarî û çandî ye. Ji bo civakîbûna fikrekî, divê ew fikir dest bide nirx, hêvî û pêdiviyên civakê. Dema ku fikir ji bo zimanê hevpar ê civakê tê wergerandin; her ferdek di nav wî fikirî de dengê xwe, derdê xwe û paşeroja xwe dibîne. Fikir, bi vê yekê ji teoriya razber derdikeve û vediguherîne "pêdiviyeke hevpar" a ku nayê veqetandin.

Tiştek bi tenê bi axaftinê komunal nabe. Komunalbûn, pêvajoyek e ku di nav pratîkê de tê ceribandin û şekil digire. Ji bo ku fikrek şêwazeke komunal qezenc bike, divê di dorfirehiya wî de îrade û çalakiya hevpar şekil bigire. Fikir, di meclis, civîn û sohbetên komûnê de bêyî hiyerarşiyê tê nîqaşkirin. Bi tevkariya her kesî ji nû ve tê hilberandin.

Di pêvajoya pêkanîna fikir de berpirsiyarî û ked bi awayekî adil tê parvekirin. Keda hevpar, fikir dike malê resen û şêwazê jiyan ê civakê.

Fikrê ku dibe komunal, xwedî hêzeke wisa ye ku hesabên berjewendiyên ferdî dişikêne. Ew êdî ne ji bo îqbala kesekî yan çînekî ye, ji bo qenciya hevpar, berjewendîya giştî a hemû komûnê xizmetê dike. Dema ev veguhertin pêk hat, fikir ne tenê dibe projeyek; dibe mîna wê kerpîçê ku civakê li hev digire, edalet û piştevaniyê xwedî dike.

Fikrê komunalbûyî, ne doktrînek e ku ji jor de ber bi jêr ve tê sepandin yan jî rêze-rêgezên hişk in. Berevajî wê, di nav dilê jiyanê de, ji jêr ber bi jor ve bi awayekî organîk şîn dibe. Bi demê re ew fikir; diçe nav kevneşopiyan, rîtuelên rojane, têkiliyên hilberînê û şêwazên parvekirinê. Êdî ferd wî fikirî ne wekî "rêgezek ku neçar in bişopînin", lê wekî "parçeyeke xwezayî" a jiyana xwe ezmûn dikin.

Komunalbûna fikrekî, guherîna hevoka "Min fikirî" ber bi îfadeya "Em dijîn" ve ye. Fikir dema ku ji milkê ferdî derkeve û bibe wijdan û çalakiya hevpar a civakê, digehîje hêza xwe ya herî mezin; ji ber ku êdî tiştê ku wî bijî bi tenê mêjîyeke nîn e, bi hezaran dilên ku bi hev re lêdixin e.

Niha, di nav mij û dûmana kesayetparêzî û xerîbbûna ku ev serdem aniye de, dema wê ye ku em rûyê xwe ji nû ve bizivirînin ber bi hevparî, piştevaniyê û parvekirinê. Civaka demokratîk û komunal; ne ûtopyayeke dûr e, ew paşeroja ronî bixwe ye ku em ê ji îro de hêdî hêdî bihûnên, bi hev re hilberînin û bi adilî parve bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.