Pencereya li bin sîya rastîyê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 6 Cotmeh 2026 - 07:30

  • Sînema û televizyon, ji roja ku hatine afirandin û vir ve, bi sozê ku dê dest bidin giyannasî û demarên zirav ên civakê, girse efsûn kirin. Sêhra dîmenê, di saloneke tarî de an jî di wê ekrana biçûk a ku li odeya rûniştinê ya malê de dibiriqî de gihîşt hev û ji temaşevan re soza ku dê di neynikê de xwe bibîne hat dan.

Kurdistan LEZGIYEVA

Lê belê divê em bi dilşikestineke bêdem re rûbirû bibin: Îro tiştê ku li ser perdeyê û ekranê xûya dike, ne rastiya civakê ya zindî, bi goşt û xwîn û tijî cefa ye; tenê xeyalek e ku ji parzûna fikarên bazirganî, xeyalên xemilî û jiyanên sterîl bûye. Huner ji ber xuyaya xwe xwediyê wê hêzê ye ku jiyanê bîne zimên an jî wê ji nû ve ava bike, lê sektora rêzefilm û fîlman a îro, li dewsa ku rastiya civakî nîşan bide, ew kiriye malzemeyeke vitrînê ku serê wê dipêçe.

Toza kolanan, êşên hebûnê yên mirovan, milên ku ji ber giraniya debarê xwar bûne û çalên kûr ên cudahiya çînan; li bin ronahiyên geş ên sînemaya endustriyel û rêzefilmên navendî winda dibin diçin. Jiyanên ku em li ekranê temaşe dikin, ji wê axa ku mirovê rastîn pê li ser dike dûr dikevin. Çîroka bi milyonan mirovan ku bi mûçeya herî kêm têkoşîna jiyanê didin û li tenişta bajar hewl didin bi jiyanê ve bizeliqin, di nav qesrên bi dîmena Bogazê, korîdorên mezin ên holdingan an jî di nav luks heşebirî de dihelin û winda dibin. Derdên karakteran jî rastiya esasî ya civakê tenê fîtikan lê dixin; di nav sêgoşeyên evînê yên razber, çêkirî û xeyalî de, di nav hesretên vala de têne hepskirin. Têkoşîna mirovî ya jiyanê ji bo fikarên estetîk ji sehneyan tê paqijkirin; xizanî bixwe jî wekî tiştekî romantîk an jî wekî hêmaneke melodramê ku divê bi lez derbas bibe tê pêşkêşkirin.

Pênaseya vê dûrbûnê di bingeh de bi du sedemên mezin girêdayî ye: Ya yekem ferzên endustriyel in, ya duyem jî daxwaza gêjkirina girseyan e. Sektora medyayê ku bûye parçeyekî kapîtalîzma gerdûnî, temaşevan ne wekî "şahideke" an "kesekî ku difikire", tenê wekî "têkbir" (tuketici) dibîne. Ew berhem ku dê ji têkbir re bê pêşkêşkirin, nikare êş, xizanî an jî rexneya sîstemê di nav xwe de bihewîne; ji ber ku rastiyên kûr ên civakî aramiya mirov xerab dikin, nerehet dikin û hişên ku di pey birevê de ne diwestînin. Ji ber vê yekê senaryo, bi birîna goşeyên tûj ên rastiyê re tên nivîsandin da ku ji mirovan re "xeyalên firotanê" pêşkêş bikin. Girseyên ku dixwazin ji bo çend saetan jî be ji barê giran ê jiyanê birevin, xwe radestî mebesta vê îllusyona xemilî dikin. Lê ev rev, li gel xwe biyanîbûneke civakî ya giran tîne. Temaşevan dema hesreta wê jiyana li ser ekranê dike, ji rastiya xwe ya sade biyanî dibe; xeyal dike ku derdên civakî tenê yên wî ne û bi vê yekê re bi tenê dimîne.

Lê belê dîroka sînemayê tijî eynikên mezin e ku karibûne bibin neynika civakê. Piştî wêranbûna Şerê Cîhanê yê Duyem, kamerayên ku Realîzma Nû ya Îtalî avêtin ser kolanan, xizanî, bêçarî û hewldana gel a ji bo jiyanê bêyî fîltre anîn ser perdeyê. Ew bêçariya sade û bandorker ku Vittorio De Sica di fîlmê Dizên Bisikletê (Ladri di biciclette) de hest pê da kirin, ne tenê ji ber senaryoyê bû, rastiya tam a Îtalyaya wê demê bixwe bû. Bi heman awayî sînemaya Yılmaz Guney; ji kûrahiya Anatoliyê, ji êşên koçberiya ji gund ber bi bajar ve û ji xwêdana çîna karker xwedî dibû. Karakterên di wan fîlman de nefes distandin, êş dikşandin û qedera civaka ku tê de dijiyan li ser milên xwe hildigirtin. Îro ev kûrahî cihê xwe daye diyalogên çêkirî, cîhên sterîl û karakterên ji kartonê ku bi temamî ji rastiyê qetiyane.

Wekî encam, illûsyona ku sektora fîlm û rêzefilman a îro pêşkêş dike, li dewsa ku bibe neynika civakê, wekî lorîkeyekê ku civakê radizîne kar dike. Hewldana "nerehetkirin", "pirskirin" û "li heqîqetê gerîn" ku ji mîsyonên herî bingehîn ên hunerê ne, ji bo rêjeyên reytingê û dahata gişeyê hatine qurbankirin. Di nav vê zincîra berheman de ku rastî tenê tê derbaskirin û pirsgirêk tên sivikkirin, mirov ne dikare dengê xwe bibihîze ne jî dikare êşa cîranê xwe bibîne. Ev xapandina mezin ku heta tarîbûna wê cîhana rengîn a li ser ekranê berdewam dike, dema ku ronahî vedibin me li navenda wê jiyana civakî ya ku em jê reviyan, ji rûbirûbûna wê tirsiya bûn lê rastiya me ya bi tenê ye, bi tenê dihêle. Heta ku sektor hunerê wekî afyona birevê pêşkêş bike, rengê li ser perdeyê dê tenê ji dereweke mezin pêk bê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.