Parlamento û parlamentarîzm

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 22 Îlon 2026 - 07:30

  • Dîroka mirovahiyê çîroka meşeke dirêj û bi êş e ku ji odeyên tarî yên ku hêz tê de di destê kesekî de dihate civandin, dirêjî qadên ronî yên ku biryar bi aqilê hevpar têne girtin dibe. Li dilê vê rêwîtiya dîrokî, du stûnên nehejiyayî yên demokrasiya nûjen bilind dibin: Parlamento û Parlamantarîzm.

KURDISTAN LEZGIYEVA

Di nêrîna yekem de ev her du peyv mîna dengvedana hevdu rawestin jî, bi rastî di navbera wan de cudahîyeke ewqas diyar heye mîna cudahiya di navbera mîmarî û ruhê ku di nav wê mîmariyê de dijî. Yek cîwarê berşêwaz ê kevir, hiqûq û temsîliyetê ye; ya din jî felsefeya jiyana siyasî, hevsengî û karkirinê ye ku ji wî cîwarî zayîn dibe.

Mala mebusan: parlamento

Parlamento, ku koka wê ya peyvê xwe dispêre peyva Latînî ‘parlare’ (axaftin), di wateya xwe ya temam de tê wateya "cihê ku tê de tê axaftin". Lêbelê vir ne tenê eywaneke ku gotinên hişk tê de deng vedidin e; ew rengê berşêwaz ê îrade, daxwaz û wijdanê gel e. Parlamanto, şanoya demokrasiyê ye. Ji avahiyên kevirî, kursî û sindoqên dengdanê wêdetir; ew banekî yasayî û saziyî ye ku beşên cuda yên civakê dengê xwe tê de dide bihîstin û serwerî bi rêya nûneran tê de pêk tê.

Parlamentoyek, bêyî ku bi rengê hikûmetan ve girêdayî bibe dikare hebe. Di dewleteke ku bi sîstema serokatiyê tê rêvebirin de jî, di ya nîv-serokatiyê de jî parlamentoyek heye. Ji ber ku parlamento di bingeha xwe de ‘organekî yasadanîn û temsîliyetê’ ye; ew metbexa ku yasa tê de tên pêjandin û meclisa ku aqilê hevpar ê neteweyê tê de peyda dibe ye.

Felsefeya rêvebirinê: parlamentarîzm

Li dijî vê yekê, ‘parlamentarîzm’ çandeke rêveberiyê û sîstemeke siyasî ye ku di nav wê avahiyê de giyan dibîne. Eger parlamanto bixwe sehneyê bide nîşandan, parlamentarîzm senaryoya wê lîstika hevseng e ku li ser wê sehneyê tê pêşkêşkirin.

Di cewherê parlamentarîzmê de nermî, diyalog û berpirsyarî heye. Di vê sîstemê de organê birêvebirinê (hikûmet), rewayiya xwe ne ji ezmûn û ne jî ji îradeya tekane kesekî, lê rasterast ji baweriya parlamentoyê distîne. Serokwezîr û wezîr ji nav wê meclisê derdikevin û di her gava ku davêjin de mecbûr in ku hesab bidin wê meclisê. Parlamentarîzm di navbera birêvebirin û yasadanînê de dîwarên derbasnebar çênake; berovajî vê yekê, wan di nav pêwendî û hevsengiyeke domdar de digire. Hikûmetên ku bi dengê baweriyê çêdibin, dikarin dîsa ji hêla wê meclisê ve bi dengê nebaweriyê bişewite û dakevin.

Xeta zirav a di navbera wan de

Têgihîştina cudahiya di navbera van her du têgehan de, têgihîştina tevna siyasetê ya nûjen e: Parlamento sazî û organek e; parlamentarîzm jî şêweyê rêveberiyê ye ku wê saziyê dide navenda xwe.

Di her sîstema parlamentar de bi neçarî parlamentoyek heye; lê li her dera ku parlamento lê heye, parlamantarîzm najî. Wekî mînak, li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê parlamentoyeke bihêz (Kongre) heye lê sîstema rêveberiyê ne parlamentarîzm e, sîstema Serokatiyê ye.

Parlamento tenê nûnertiya hêza yasadanînê dike; lê parlamentarîzm mîmariyeke felsefî ye ku girêdana organîk, pêwendiya baweriyê û parvekirina desthilatê ya di navbera yasadanîn û birêvebirinê de saz dike.

Di encamê de parlamento bedena demokrasiyê ye; parlamentarîzm jî ew bêhn û henase ye ku giyan dide wê bedenê û hevsengî û lihevkirina di navbera hêzan de pêk tîne. Yek ew qube ye ku dengê gel di bin de kom dibe, ya din jî hunera rêvebirina bi edalet e di bin wê qubeyê de.

Parlamentarîzma rasyonelîzekirî 

Parlamentarîzma rasyonelîzekirî (sîstema parlamentar a aqilîkirî), tevahiya mekanîzmayên destûrî ye ku ji bo rêgirtina li ‘neîstîqrara hikûmetan, hilweşîna koalîsyonan û astengiyên siyasî’ ku qelsiya herî mezin a sîstemên klasik ên parlamentar in, hatine pêşxistin.

Di serdemê navbera Şerê Cîhanê yê I. û Şerê Cîhanê yê II. de (bi taybet di nimûneya Almanyaya Weimarê de), ji ber ku hikûmet bi berdewamî ji hêla meclisê ve dihatin xistin û hikûmetên nû nedihatin avakirin, rêjîm diket qeyranê. Hiqûqnasên destûrî ku ji vê tecrûbeyê ders girtin, rêgezên hiqûqî yên wekî "xistina hikûmetê zehmet dike, ava kirin û karkirina hikûmetê hêsan dike" sêwirandin.

Parlamentarîzma rasyonelîzekirî, endezyariya destûrî ye ku ji bo jiholêrakirina "riska bêhikûmetmayînê" hatiye sêwirandin. Armanca wê ew e ku bêyî ku ji demokrasî û kontrola meclisê tawîz bide, bawerî û îstîqrarê bide organê birêvebirinê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.