Têkoşîna "Em" û "Yê Din" a li trîbûnên Tirkiye’yê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Duşem 9 Mijdar 2026 - 07:30

  • Qutbûna nasnameyî û siyasî ya li trîbûnên futbolê yên Tirkiyeyê; neynikeke dîroka nûjenbûna welêt, tengezariyên navend, pirsgirêka kurd û pêşwaziyên di hafizeya civakî de ye.

KURDISTAN LEZGIYEVA

Êrîşên nijadperest ên ku van salên dawî de li dijî Amedsporê hatine kirin, di xala hevqetandina siyasetên nasnameyê, polîtîkaya civakî û futbolê de yek ji mijarên herî krîtîk û êşdar e. Van bûyerên ku nîşan didin hêza werzişê ya yekker û aşitiyane çawa dikare veguhere qada cudakirin û gotinên nefretê, ne tenê qadên futbolê, di heman demê de îradeya welêt a pêvajoya demokratîkbûnê û bi hev re jiyiyanê jî rasterast eleqedar dike.

Gotina "Futbol qet ne tenê futbol e" bi xwe gotineke klasîk e ku bi kurtî diyar dike ev amûra çandê ya populer çawa kodên siyasî, çandî û nasnameyî yên herî kûr ên civatan di nava xwe de dihewîne an jî wan tevdigerîne. Li çar aliyên cîhanê stat, arenayên ku tê de aîdiyetên neteweyî an herêmî, keyfxweşiyên serkeftinê û carinan ham pêşwaziyên herî tarî tên nîşandan. Li Tirkiyeyê jî futbol yek ji wan qadên giştî yên herî berbiçav e ku dewlet û civak, navend û û nasnameyên cuda lê bi hev re dikevin nava têkiliyan an jî li dijî hev derdikevin. Di vê çarçoveyê de, Amedspor ne tenê klûbeke ku têkoşîna xwe di lîgên futbolê yên Tirkiyeyê de didomîne, belkî ji ber navê xwe, erdnîgariya xwe û wateyên sembolîk ên hilgirtiye, her dem bûye cihê nîqaşên nasnameyê. Êrîşên nijadperest ên li dijî klûbê, gelekî ji pêşbaziyeke tenê ya werzişî wêdetir, nîşaneyeke pirsgirêkeke bınpergal e ku aştiya civakî û hesta wekheviyê xerab dike.

Bi guhertina navê klûba bi navenda Amedê ji "Diyarbekirspor" ber bi "Amedspor"ê ve, tê dîtin ku zextên îdeolojîk û siyasî yên li ser klûbê jî kalîte guhertine. Navê "Amed" ku aîdiyetek dîrokî û çandî ya herêmê nûnertî dike, di heman demê de ji hêla derdorên neteweperest ve wekî hêmaneke "cudabûnê" an jî "provokasyonê" hatiye kodkirin. Ev rewş, seyrê muameleya ku Amedspor di maçên deplasmanê de pê re rû bi rû maye, guhertiye.

Bi taybetî di hin maçan de vekirina pankartan û nîşandana nîşaneyên li ser kesayet an bûyerên tarî yên derbasbûyî yên li trîbûnan, bi eşkereyî nîşan daye ku ev êrîş xwediyê karakterekî rêxistinî û îdeolojîk in. Nirxandina êrîşên li dijî Amedsporê wekî bûyerên "holîganîtiya futbolê" yên yekta, tê maneya ku mirov koka pirsgirêkê bide aliyekî. Ev êrîş, berteka qutbûna siyasî ya ku bi salan e li Tirkiyeyê tê xwedîkirin û gotinên "yê din"kirinê ye ku li qadan belav dibe.

Zimanê hişk û yê ku qutbûnê diafirîne yê di siyasetê de, rasterast nêrîna girseyan a li hemberî hev şekil dide. Dûrxistina klûbeke futbolê û xistina nava rewşa dijminatiyê, berteka bêtahammuliya di qada siyasî de ya li ser bingeha civakê ye. Beşek ji medyaya werzişê, li şûna ku bi zimanekî bê alî nêzî bûyeran bibe, helwesteke ku mexdûr sûcdar dike an jî bûyeran sivik dike nîşan dide; ev jî zemînê ji bo rewakirina gotinên nefretê amade dike.

Rexnêyên ku diyar dikin ku rêzikên dîsîplînê yên werzişî û mekanîzmayên edaletê li hemberî kiryarên nijadperest û cudakar kêm man e an jî bi awayekî dû rû ne, di wê yekê de ku êrîşker cesaretê digirin faktoreke girîng e. Çanda bêcezahiştinê, dubarebûna bûyerên bi vî rengî mecbûrî dike.

Werziş, di cewhera xwe de zimanekî gerdûnî ye ku tê de qaîde bi wekhevî ji bo her kesî derbas dibin, serkeftin û ked tên teqdîrkirin, nasnameyên cuda di kelecaneke hevpar de digihîjin hev. Êrîşên nijadperest ên ku Amedsporê jiyan kirine, derbeyên giran in ku li van nirxên gerdûnî ketine. Hedefgirtina lîstikvanekî futbolê tenê ji ber ku klûb an jî erdnîgariya ku ew temsîl dike bi nav dike, bi tevahî li dijî mafên mirovî û exlaqê werzişê ye.

Di civakeke demokratîk de, hebûna nasname û çandên cuda divê wekî dewlemendiyekê were pejirandin. Veguhertina qadên futbolê bo qada şer an jî navendên reşandina nefretê, berî her tiştî nirxên aştî û biratiyê yên ku ji nifşên nû re tên veguhestin jehrî dike. Têkoşîna mayîna Amedsporê ya li qadê, di heman demê de têkoşîna afirandina avhewayeke werzişî ya piralî û demokratîk e.

Êrîşên nijadperest ên li dijî Amedsporê, ji bo aştiya civakî, çanda demokrasiyê û têgihiştina edaletê ya Tirkiyeyê re wekî ceribandinekê ne. Ji bo ku dawî li van bûyeran bê, ne bes e ku tenê di asta federasyonê de cezayên dîsîplînê bên dayîn; di asta civakî de jî pêwîst e ku têkoşîneke bi biryar li dijî nijadperestiyê û cudakariyê bê meşandin. Ji siyasetmedar bigire heta rêveberê werzişê, ji medyaya xwe bigire heta alîgirên xwe divê her kes bi baldarî zimanê ku dê bikar bîne hilbijêre û wijdanekî hevpar û mekanîzmayeke edaletê were xebitandin.

Divê neyê ji bîr kirin ku; heta ku li qadên werzişê rê li ber nijadperestiyê bê vekirin, yê ku winda bike ne tenê klûbeke diyar e, belkî pêşeroja hevpar a tevahiya civakê û baweriya wê ya bi aştiyê ye.

Qutbûna nasnameyî û siyasî ya li trîbûnên futbolê yên Tirkiyeyê; neynikeke dîroka nûjenbûna welêt, tengezariyên navend, pirsgirêka kurd û pêşwaziyên di hafizeya civakî de ye. Heta ku stat bibin wan qadan ku kes nasnameyên xwe bi dengê herî bilind tînin ziman û xêzên "em" û "yê din" bi xêzên herî tûj dikişînin, tê dîtin ku ev qutbûn dê ji sînorên werzişî wêdetir bibe xetereke ku aştiya civakî tehdît dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.