Nîşaneyên nîzameke nû ya navneteweyî

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 16 Çile 2024 - 01:30

Bûyer û pêvajoyên sereke yên sala 2023’yan yên di siyaseta navneteweyî de nîşan didin ku eslê guherînên bingehîn ên heyî, xwezayî ye û pêvajoyên sereke jî avaker in. Ji ber vê yekê sala çûyî, wê ji aliyê dîroknasên paşerojê ve wekî dawiya serdema têgihîştina dramatîk a rastiya nû û destpêka serdema bipêşxistina helwêsteke çêker a li hember wê, were hesibandin. Bi gotineke din, di sala 2023’yan de gelek ji me di dawiyê de pê hesiyan ku hilweşîna nîzama navneteweyî ya berê ne karesatek e, lê ji bo bipêşketina cîhanê hemûyî tiştên pirr erênîtir dihewîne.

Ji ber ku cewhera siyaseta navneteweyî trajîk e, ev siyaset dê her dem bi şok û xofên şer re be, ku li hember wan bêhêvîbûnên me yên takekesî, nazik xuya dikin. Ji ber vê yekê, ji bo çavdêran çêtir e ku pêşandana gelemperî ya hêviyên xwe yên xweşbîn, rawestînin. Lê sedemek heye ku em bifikirin ku li pişt dramayên ku em niha li wan temaşe dikin, hêdî hêdî taybetmendiyên wê hevsengiyê derdikevin holê, ku dê di paşerojê de bibe bingehek ji bo nîzameke aştiyane û dadperwer. Bi ser de jî, hin taybetmendiyên vê fermanê ji niha ve diyar bûne.

Di nav van nîşanên nîzameke nû ya navneteweyî de, çend ji wan ên herî girîng têne dîtin. Ya yekem, derketina pirqutibbûna demokratîk, a ku koma welatan a BRICS´ê nûneriya wê dike. Ya duyemîn, hilweşîna gav bi gav a yekdestdariya komeke teng a dewletan di beşên cihêreng ên aboriya cîhanê de. Sêyem, vejandina xebata siyaseta derve ya pirraniya welatan, ku em wan wek pirraniya cîhanê pênase dikin: Komek dewletên ku erkên şoreşgerî ji xwe re danayînin, lê hewl didin ku serxwebûna xwe di karûbarên cîhanê de bihêz bikin û paşeroja xwe diyar bikin.

Ev diyardeyên balkêş hemî di sîyaseta cîhanê de di sala 2023’yan de nîşan didin ku guherîna siyasî, ji bo bikaranîna pênaseya ji pirtûka dîroknasê Brîtanî Edward H. Carr "Bîst Salên Krîzê: 1919-1939", îhtîmaleke pirr mezintir e ji guhertinên şoreşgerî, yên ku her dem bûne sedema ji şerên cîhanê re. Û niha em dibînin ku hêzên herî muhafezekar jî di karûbarên navneteweyî de, ku di blokên leşkerî-siyasî yên bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de bûne yek jî, yan ber bi vejandina rêzika ew tê de xwediyê pozîsyoneke bi îmtiyaz ve diçin, yan jî şerê berevaniyê dikin, erka wê jî afirandina şert û mercên danûstandinên siberojê ye. Di heman rewşê de, dema ku em behsa hêzên bi pêşengiya koma BRICS´ê dikin, têkoşîna ji bo guhertinê jî karakterê revîzekirina nîzama navneteweyî ye, lê ne hilweşandina wê ya diyarker e. 

Di heman demê de nêzîkatiya revîzyonîst a dijberên rastî yên welatên rojava, ji bo me taybetmendiya herî girîng a guhertinên niha xuya dike. Belkî cara yekem e ku hêzên çalakiyên wan ên pratîkî ji bo sererastkirina ferman û adetên neheq e, yekem car e ku pişta xwe bi qanûnên heyî yên navneteweyî ve girêdidin, ya diduyan jî erka bêbandorkirina hêzên ku pê re di nav rewşekê de ne, nakokiya rasterast yan jî nerasterast de xwe jê dûrdixin. Rola ku diyardeya stokên girîng ên çekên nukleerî yên di destê pênc welatan de dilîze di vê yekê de dimîne ku ji hêla  gelek  kesan ve were fêm kirin. Lêbelê, herçî ew biryar in, ji bo me ne sedem lê encamên wan girîng in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.