Li Yekîtiya Sovyetê, bi giştî hate pejirandin ku cewhera her serdema dîrokî ji hêla nakokiya sereke ya vê serdemê ve tê destnîşankirin. Nakokiya sereke hem çavkanî û hem jî hêza ajotinê ya bipêşketina dîrokî ye. “Ya sereke nakokî ye ku di cewhera xwe ya kûr de dubendîbûna yekane ye, taybetmendiya kalîteyê ya mijarê, qonaxên sereke yên bipêşketina wê diyar dike û bandoreke diyarker li ser nakokiyên din hemûyan dike. Nakokiya sereke her gav tenê yek e û ew ji xuyabûna tiştekî heya derbasbûna wê ber bi kalîteya din ve heye.
Nakokiya sereke, heta radeyekê, bandorê li warên jiyana giştî hemûyan dike; di nava van de aborî, siyaset, çand, exlaq, têkiliyên navneteweyî û wekî din jî hene. Helbet ev nakokî ji dijberan pêk tê, yanî li ser bingehî çareser nabe. Lihevkirinên taktîkî, bê guman, her gav gengaz e, lê di dawiyê de, di nakokiya sereke ya serdemê de alî li gorî rêgezên "lîstika zero-zêde" bi hev re tevdigerin.
Serketina dawî yan jî têkçûna dawî ya yek ji aliyên pevçûnê, tenê meseleya demê ye. Çareserkirina nakokiya sereke di heman demê de tê wateya hilkişîna pergala civakî ber bi asteke nû ya bipêşketinê ya bilindtir ve yan jî bikaranîna termînolojiya Sovyetê, derbasbûna avabûneke nû ya sosyo-aborî.
Ramana civakî ya Sovyetê bawer dikir ku nakokiya sereke ya sedsala 20’an nakokiya di navbera kapîtalîzm û sosyalîzmê de wekî pergalên civakî-siyasî yên cuda û dijber in. Di heman demê de, rûbirûbûna gerdûnî ya di navbera her du pergalan de wekî rengekî taybetî yê dîrokî yê xuyakirina nakokiyeke gelemperî ya di navbera ked û sermayê de hate şirovekirin. Ango di navbera serdestiya sermayeyê ya di civaka burjuva de û hêza kedê ya di civaka sosyalîst de.
Bêyî ku em bikevin nava hûrgiliyên teolojiya Marksîst-Lenînîst, hêjayî gotinê ye ku têgeha "nakokiya sereke ya serdemê" ji bo analîzkirina diyardeyên cihêreng û pirralî yên jiyana civakî çarçoveyek metodolojîk a pirr rehet pêşkêş dike. Ji komeke kaotîk a meyl, pêvajo û bûyerên takekesî yên ku ne girêdayî hev in, wêneyek hevgirtî û bi mentiqî ya bipêşketina dîrokî hate çêkirin. Û ne tenê ji bo lêkolîna pisporên akademîk ên bipêşketî, lê di heman demê de ji bo hewcedariyên rojane yên ajîtator û propagandayên demê jî guncav bû. Û ne tenê li Yekîtiya Sovyetê, li welatên rojavayî jî li dijî Yekîtiya Sovyetê ku dijberiya "komunîzm" û "demokrasiyê” pêşkêş dike, bi hêsanî qebûl kir.
Dibe ku ji ber vê yekê têgeha "nakokiya sereke" bi serketî ji hilweşîna pergala sosyalîst a cîhanê, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û bêrûmetkirina berfireh a Marksîzmê wekî "yekane doktrîna civakî ya rastîn" xilas bû.
Em li ber deriyê nû û totalîtarîzmeke nû ya bingehîn in, ku helbet wê di bin diruşmên demokrasiya lîberal a welatên rojavayî de xwe veşêre yan jî bi neteweperestî û îdeolojiyên din ên derveyî wê, xwe rewa bike. Li vir cûreyekî nû yê şer heye. Bi potansiyel e û bêhtir nemirovî ye lê ji bo ku karibe xwe bigihîne her mirovî, pirr bi bandortir e.