Li ser civîna li Delhiya Nû

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 25 Nîsan 2023 - 00:49

Welatên rojavayî, xwe hema hema bi temamî li civîneke li Delhiya Nû, kor kir. 

Hat zanîn ku li kêleka civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê, Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nikolay Patrushev bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re hevdîtineke taybet kir. Agahdariya derbarê civînê de di qada gelemperî de pirr kêm e. Lê tê zanîn ku hevdîtina bi Serokwezîrê Hindistanê re ne karekî hêsan e, ji bo vê yekê argumanên pirr îqnaker hewce dikin.

Ji destpêka bûyerên Ukraynayê ve, bazirganiya di navbera Rûsya û Çînê de pirr zêde bûye. Û serokatîya Rûsyayê behsa planên demdirêj dike ku ‘yuan’ê wekî dirav ji bo dravdanên navneteweyî bi kar bîne. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di serdana Serokê Çînê Ji Jinping a Moskovê de li ser vê yekê axivî.

Di van salên dawî de îdxalata Hindistanê ji Rûsyayê ji sedî 400 zêde bûye. Heta niha, Federasyona Rûsyayê çaremîn şirîkê bazirganiya Hindistanê ye. Û bazirganiya di navbera her du welatan de berfireh dibe.

Dîplomat xwedî guman in ku Hindistan di meseleya “gelo ew bixwaze di avakirina aboriyeke bê dolar de bi roleke çalaktir rabe”. Bi taybetî, di navbera Hindistan û Çînê de li ser sînor û milkiyeta çend herêmên Hîmalayayê de nakokiyên cidî hene. Ji bilî vê, hikûmeta Hindistanê polîtîkayeke parastinê dimeşîne, li ser bipêşveçûna hilberîna xwe hesaban dike.

Lêbelê, yek ji van nayê wê wateyê ku Hindistan ne amade ye ku serweriya gerdûnî ya dolaran bitewîne. Xemgîniya li ser hegemonyaya rojavayî, beşeke mezin a çanda stratejîk a Hindistanê ye ji ya ku pirraniya Washingtonê fêm dike; lê belê bikaranîna berbelav a cezayên aborî ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ewrûpayê ev demeke siyasetvan û raya giştî ya welatê wan fikar kiriye.

Û eger serokê Rûsyayê di sivikkirina tansiyonên di navbera Hindistan û Çînê de biserkeve û bibe alîkar ji bo nêzîkbûna van her du welatan, wê demê dibe ku bloka nû li Rojhilat çêbibe.

Her wiha diyar e, ku li Rojava xemgînîyek li ser nêzîkbûneke muhtemel a di navbera Rûsya û Çînê de heye. Û eger Hindistan jî tevlî vê pêvajoyê bibe, wê demê dê hê bêtir sedemên xemgîniyê hebin. Ji ber vê yekê Washington li hember vê dewletê siyasetek pirr bi tedbîr dimeşîne, ji ber ku ew li bendê ne ku wê bixin ser milê xwe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.