Avakirina herêmeke bê vîze, ewlekariya xwarinê û vekirina geştên asayî di navbera paytextên 11 welatên Asyaya Navîn û Kendava Farsê de - planeke hevkariyê, ku heta sala 2027’an hatiye hesabkirin, ji aliyê beşdaran ve di yekemîn civîna bilind a welatên Asyaya Navîn û dewletên Kendava Farsê de hat pejirandin. Ev şeva Ereban a li Ciddeyê bûye dîrokî. Yekem car e ku welat bi pêkhateyeke wiha û bi qalibekî tam nû li hev dicivin. Li ser maseya gilover serokên Kazakistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Turkmenistan, Ozbekistan û şeş monarşîyên Ereban hebû.
Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman xêrhatina mêvanan kir û weha got: "Pirsgirêkên ku cîhana me îro pê re rû bi rû ye, ji bo xurtkirina hevkariya di navbera welatên me de ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê li herêmên me hewce dike."
Serokomarê Kirgizistanê Sadyr Japarov bang li welatên Kendava Farsê û Asyaya Navîn kir ku di gelek waran de bibin yek. Wî wan vexwend ku beşdarî projeyên Kirgizistanê ji bo avakirina santrala hîdroelektrîkê Kambar-Ata-1 û geştiyariyê bibin.
Serokomarê Kazakistanê Kasim Jomart Tokayêv bal kişand li ser karên deh salên borî de û got, welatên Kendavê bi awayekî çalak di pîşesaziya avakirina Kazakistanê û beşên din ên aboriyê de veberhênan kirin. Di salên serxwebûnê de welatên Kendavê zêdetirî 3,5 milyar dolar di aboriya komarê de vebêrhênan (yatırım) kirine. Û Astana hêvî dike ku veberhênanên nû bikişîne û bazirganiya bi dewletên erebî re zêde bike.
Serokomarê Tirkmenistanê Serdar Berdîmuhamedov pêşniyara avakirina Komîteya Veguhastinê kir da ku korîdorên nû yên derbasbûnê werin vekirin. Serokê komarê her wiha pêşniyar kir ku komeke xebatê ya hevbeş li ser enerjiyê were damezrandin. Her weha lê zêdekir kû welatên ku beşdarî civînê dibin ji aliyê rezervên hîdrokarbonê ve dewlemend in.
Serokomarê Ozbekîstanê Şevkat Mîrziyoyev banga avakirina qadeke geştiyariyê ya bê vîze a bi ser navê "Kendavê - Asyaya Navîn" kir. Pêşniyar kir kû - Encûmena Hevbeş ya Veberhêneran bi beşdariya nûnerên karsazan û yekem civîna xwe li Semerqendê li dar bixin. Her weha got kû di nav însiyatîfên Ozbekistanê de nexşeyek ji bo pêkanîna projeyên di warê enerjiya "kesk" de jî heye.
Serokomarê Tacîkistanê, avakirina pargîdaniyên hevbeş ên dermanan, laboratûwarên bijîşkî û avakirina Fona Veberhênan û Pêşketinê ya pispor ji bo peydakirina piştgirîya darayî ji welatên misilman re pêşniyar kir.
Ji bilî hevdîtinên bi qalibekî berfireh, hevdîtinên dualî jî hebûn. Serokomarê Tacikistanê Emomali Rahmon bi serokê Kazakistanê re hevdîtin kir. Her dû lider behsa amadekariyên rojên çandê yên her du komaran, pêncemîn civîna şêwirmendiyê ya serokên dewletên Asyaya Navîn û organîzekirina civîna bê ya Encumena Serokên Dewletan-Damezrênerên Sindoqa Navdewletî ya Rizgarkirina Deryaya Aral kirin. Beşdarên civînê dê di Îlona îsal de ji aliyê Duşanbe ve bên mazûvanîkirin.