Li Asya Navîn “Konsepta Cîhana Tirkan”

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 00:27

Asyaya Navîn xwedan çavkaniyên mîneral û potansiyela binesaziyê ya mezin e. Dewleta Tirk di bin navê Tirkbûnê hewl dide xwe li vê herêmê bi cîh bike û ji bo xwe vê qadê vediguherîne qada ceribandinê ya şerên dîplomatîk. Di vê çarçoveyê de ev demeke dewleta Tirk bi awayekî aktîf li vê herêmê di nava hewildanên avakirina yekîtîya Tirkîaxêv de ye. 

Di vê mijarê de dewleta Tirk formata xwe ya piralî, ji Rêxistina Dewletên Tirk (OTS) gav bi gav ji platforma diyalogê veguherand rêxistinek tam. Ev rêxistin li herêmê di gelek mijaran de di nava hevkariya xurt de ye. Di çarçoveya vê konseptê de dewleta Tirk ji bo afirandina Yekîtiyek Tirkîaxêv ya mîna Yekîtiya Ewrûpayê wezîfeyeke mezin daye ber xwe. Armanc jî ewe ku dixwaze li herêmê ji nû ve konsepta “Tûrana Mezin” ava bike û gelên “Tirk” li dora xwe bi dirûşma “gelek dewlet – yek netew” kom bike. Li gorî vê nêzîkatiyê hedef ew bû ku "Konsepta Cîhana Tirkan” heta sala 2040’an bihata tamamkirin di “Yekîtiya Cîhana Tirkan” bi her awayî bihata mîsogerkirin. Di vê çarçoveyê de ji alfabe bigre heya siyasî û ewlehiyê di gelek mijaran de têkiliyên pir alî hatin pêşxistin. Li gel vê ji têgînên bingehîn ên civakî bigre heya aborî, veguhastin û gumrik, teknolojiyên agahdarî û ragihandinê, enerjî, tûrîzm, tenduristî û parastina jîngeh û hwd. de xebat hatin meşandin.

Di lûtkeya “Rêxistina Dewletên Tirk” ya dehemîn de, ku di Mijdara 2023’an de hat lidarxistin li ser van mijaran rêze biryar hatin girtin. Di lûtkeyê de biryarên pêşîn ên wekî lêkolîna rabirdûya dîrokî, arşîv û tespîtkirina kok û kevneşopiyên dîrokî yên hevpar, balkişandina ser berdewamiya rabirdûya dîrokî ya gelên tirk hatin girtin. Pêşîniyeke din a girîng ew bû ku ji bo standardîzekirin û yekkirina pîvanên aboriyê, ji bo bazaran hevpar îxracata bê astengî û zêdekirina danûstendina bazirganiyê bû. Li gorî vê pêşniyarê diviyabû ku ev bazar heya dawiya sala 2023 de bigihişta 42 milyar dolaran. Di Civîna lûtkeya OTS ya di 16’ê Adara 2023’an de hatibû destnîşankirin ku wê rêxistin bibe çavkaniyek girîng a fînansê herêmê. Di vir de jî armanc ewe bû ku di warê aborî de başkirina dewleta Tirk bû. 

Çalakiyên sereke yên Fona wê qadên wekî çavkaniyên enerjiyê yên nûjenkirî, binesaziyê, tûrîzm, teknolojiyên IT, û çandiniyê bigire ber xwe. Fona Veberhênana Tirkî jî plan dike ku ji bo afirandina karên nû û cûrbecûrkirina aboriyê alîkariyê bike. Civîna yekem a Lijneya Rêvebir a Weqfê di 18’ê Gulana 2024’an de pêk hat. Di encama lûtkeya salvegera OTS de, 12 belge hatin îmzekirin, ku meyla xurtkirina hevgirtina çandî û yekbûna aborî berdewam bike derket pêş. Dirûşma “Serdema Tirkan!” û "Yekitiya me hêza me ye" ku di lûtkeyê de hat ragihandin, planên ambargo yên ji bo pêkanîna "aştiya Tirkiyeyê ji Adriyatîkê heta Dîwarê Mezin ê Çînê" nîşan dide. 

Erka Tirkiyê - ku bigihêje asta "hêzeke li ser-herêmî", statûya xwe ya wek welatekî bibandor û lîstikvanekî pêşeng li ser "satrnca ya cîhanî" xurt misoger bike. Pêşniyarên Enqereyê yên li Asyaya Navîn tên pêşniyarkirin, bi qasî ku mirov dikare ji şîroveyên fermî binirxîne, ji hêla van welatan ve bi rengek erênî têne dîtin. "Fikra xizimtiyê", ramana nêzîkbûna ruhî û çandî, çavkaniyek bandorê ava dike ku lîstikvanên din ên derveyî-herêmî nikarin pê pesnê xwe bidin, ev jî şansên Tirkiyê yên ji bo bidestxistina cihekê li herêma Asyaya Navîn zêde dike.

Hêjayê bibîrxistinê ye di sala 2022’an de platforma medyayê ya “Cîhana Tirkan” dest bi xebatê kir û ajansên nûçeyan ên dewletên Tirk li hev kir. Ev platform projeya hevpar a Ajansa Agahdariya Navneteweyî ya Trend û koma medyaya Tirkiyê Albayrak e. Platforma medyayê bi zimanên tirkî, qazaxî, qirxizî, ozbek, tirkmenî û azerbaycanî dixebite û her weha nûçe bi rûsî û îngilîzî jî tên weşandin. Armanca sereke ew e ku bûyerên girîng ên li ser dewletên Tirkan ragihînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.